49- ḧucurat

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  909 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ey gelî xawen baweřan! neçin wepêş xwa û pêẍemberekey kewn; ba tiristan le xuda bê, xuda bîser û zanaye.

2) ey gelî xawen baweřan! naşê dengitan ser dengî pêẍember kewê. dengîş hênde berz meken, wek wel yektira daxêwin; ke kartan lê pûçeł bibê û xotan be xotan nezanin.

3) ew kesaney licem pêẍemberî xuda dengyan nizim dekenewe, ew kesanen xwa derbarey parêzgarî, diłî taqî kirdûnewe. lê xoş bûn û padaşî mezin bo wane.

4) ew kesaney lew dîwî hodekanewe bangit deken, zorbeyan awezyan nîye.

5) eger xoyan řagirtaye heta der deçûy bo layan, bê şik bo ewan baştir bû. xwa deşbûrê û dilovane.

6) ey gelî xawen baweřan! herga le ferman laderêk deng û basêktan bo dênê, be wirdî lêy wird binewe; neka le řûy nezanîwe gelêkan tûşî zyan ken û le kirdetan pejîwan bin.

7) pêwîste emeş bizanin ke pêẍemberî xudatan lenawdaye. eger le zorkaranda şwêntan kewtiba, tûşî nařeḧetî debûn; bełam xuda evînî biřwa be dînîda be êwe û ewey le diłtanda xemłand. bê baweřî û le řê ladan û serpêçî le latan dizêw kirduwe. le řê şareza ewanen.

8) emeş bexşiş û çakeye le xudawe û; xuda zanay lekarzane.

9) herga le naw baweřdaran dû giro de gij yekřa çun, êwe aştyan bikenewe; eger yekyan gerekî bu naheqî lewî tir bika, êwe de gij ewřa çin ke her deyewê şeř bika; heta bo fermanî xwa mil keç deka. ewsa - bebê layengîrî - pêkyan bênin û be yeksanî be kêşekeyan řabgen. lew kesaney be yeksanî pê řadegen, xwa xoşî dê.

10) xawen baweř hemûyan her biray yekin; birakantan pêkewe aşt bikenewe. eşê le xuda bitirsin; beşkû ber bezeyî kewn.

11) ey gelî xawen baweřan! ba hêndêktan gałte be hêndêkan neken; lewaneye ewaney gepyan pê deden, le gep derekan baştir bin. jinîş herwa; lewaneye ewaney debne gałtecar, lewî gałteyan pê deken, pesniditir bin. le sîley çaw dagirtin û teşer deyektir girtin û naw û natore lêk hełdan, des hełgirin; çunke le paş biřwa hênan, le řê ladan, bed nêwye û napesende. kêş pejîwan nebêtewe, le řêzey naheqekane.

12) ey gelî xawen baweřan! le zorêk le gumanan xo biparêzin. çunke hêndêk gumanî wa hen gunahin. le karubarî yektirîş mekołnewe. paşemleş xirapey yektir mebêjin. axo kestan wazî lêye ke goştî biray xoy be mirduyî bixiwa? dyare qîztan lê dêtewe. eşê le xuda bitirsin. xwa pejîwanî qibułe û dilovane.

13) ey xełkîne! her lenêr û mêwêkewe êweman wedî hênawe û kirdûmanin be çend gelêk û çend hozêk heta yektirî binasin. beřêztirîntan lay xuda, parêzgartirekantanin. xuda zanaye û agadare.

14) ’erebekanî deştekî gutyan: baweřîman hêna. bêje: hêşta baweřîtan nehênawe; bełam bêjin: xoman bedestewe dawe; hêman biřway îslametî neçote naw diłtanewe. eger êwe berfermanî xuda û pêẍemberî ew bin, le padaşî kirdewetan hîç şitê kem nakatewe. xuda le guna debûrê û dilovane.

15) xawen baweř ew kesanen ke biřwayan be xwa û pêẍemberî heye û tûşî dûdłî nebûn û be gyan û mał leřêy xuda têkoşawin û her emane beřastyane.

16) bêje: axo gerektane xuda lew dîney hetane, agadar ken? ke çî xudaş le her şitê le asmanan û zemîndan, agadare û xwa bo hemû şit zanaye.

17) her çunke bûne musułman , minet beser toda deken. bêje: eger řast eken xawen baweřn, le musułman bûnî xotan, minet beser minda meken; bełam xuda minet leser êwe deka, ke řêgay biřwa hênanî nîşan dawin.

18) her nihênî le ’asmanan û zemîndan, xwa deyzanê û her çî deyken ew deybînê.