43- zuxruf

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 9 minutes  711 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ḧa, mîm.

2) bem kitêbe, ke hemuşt nîşan deda.

3) biřyarmanda em quř’ane ’eřebî bê; beşkû bitwanin tê bigen.

4) emeş le makî kitêbda – le lay ême – gelê paye berzew piře le karzanî.

5) herçend êwe komełê bilewezîş bin, axo ême lem bîrewerye wazdênîn.

6) ême fire pêẍemberman nardote lay komełanî berle’êwe.

7) her kesîşman bepêẍemberî bo nardin, hergałteyan pêkirduwe.

8) ême zordartir lewanman qiřkirduwe; serbihurdî pêşînekan řabirdiwe.

9) eger to lewane pirsî: kê ’asmanan û zemînî wedî hêna? êjin: bê şik xuday xawen destełatî zana dirustî kirdûn.

10) ew kesêke em zemîney bo êwe kirdeřayex û řêgey bopêdakêşawin; şayeta şarezabbin.

11) her ewîşe le endaze awî baranî nardexwar; serzemînî mirîman pê bujandewe. êweş wa dexrênederê.

12) her ewîşe em hemû ciftey dirus kird; gemî û patałî wehaşî bo êwe wedî hênawe, swaryan debin.

13) eşê herga le ser piştyan ḧesanewe, ewsa çakey perwerindetan lebîrbê û bêjin: pakî û bê ’eybî bo’ewkeseye ke emey řamî ême kird; dena boman řam nedebun.

14) êmeş gişman berew perwerindey xoman deçînewe.

15) firzendyan le bendekanî xoy bodana! řastî miro be’aşkira pê nezane.

16) axo le naw ewaneda – ke herxoy dirustyan deka – kiçanî dawe bexoy û kuřanîşî kirdote taybetî êwe?!

17) keçî herga yekê lewan mijdey ewey pê bidrê wa xoy pêywaye bo xudaye, řuxsarî řeş dadegeřê û leřkan pîş dexwatewe.

18) axo kesê le xişła bexêwkirabê û leşeřîşa nexoyabê, bo xwa debê?

19) ewfirîştaney hemûyan bendey xudan, be mêwîneyan danawin. debê xoyan lewê bubin ke ême wedîman hênan! şayetyekeyan denusrê û لێان depirsirêtewe.

20) êjin: er xwa ḧezî kirba, ême nemandeperistin. lemeşda dure zanistin; her diroyan hełdebestin.

21) axo ême - berle quř’an - kitêbêkman bewan dawe, ke êsta bîkene bełge?

22) bełke êjin: bab û kałman le ser aynêk řoyştun, êmeş peyřewî ewanîn.

23) her bem terze berletoş herpêẍemberêkman nardote her awedanyek ke le êmewe tirsyan webernê, hemû xoşguzeranekanî ewane, gutuyane: bab û kałman le ser aynêk řoyştun, êmeş peyřewî ewanîn.

24) gutuyetî: edî eger min řêyektan nîşan bidem ke leřêy bab û bapîrtan dirus tir bê? gutuyane: ême bewey êwe boy beřê kirawin, baweřnakeyn.

25) ewsa ême tołeman lê kirdûnewe. sa biřwane akamî bê baweřekan bekwê geyşit.

26) îbřahîmîş be ap û hozekey xoy gut: min bêzarim lewey êwe deyperistin;

27) megîn lekesê minî dirus kirduwe; ke xoy řêgem nîşan deda.

28) karêkî kird em witarey lepaşexoy bonetewey herbimênê; şayeta biprîngênewe.

29) awenîş û bab û kałî ewanîşim lejyan behrewer kird, ta em řastew pêẍemberî řê nîşan deryan hatela.

30) wextê řastekeyan bohat, gutyan: eme caduyekew ême biřwaman pêy nye.

31) gutîşyan: bo em quř’ane, bopyawêkî bewecî em dubajêře nehatexwar.

32) axo ewan bezeyî perwerindey to dabeş deken? ême bijîwî ewanman le ser dinya bobeş kirdun. hêndêkman leçaw hêndêkan payeberiztirkirduwe, ta hêdêkyan řajebe hêndêkan biken. bezeyî perwerindey to lewştey koy dekenewe, hêjatre.

33) xo’eg er biřyarwaneba, merdim yek tîrebin, wamin dekird mîç wiban wiplekanî małekanî ewaney xudanenasin, lezêw bwayew beřêzeplekananda seryan kewn;

34) hemudirgay małekanîşyan lezêw bubaw textî zêwînim dedanê, ke leseryan pał denewe;

35) şitê tirî hemeřengîş. gişt emane her boxoşguzeranî jînî em dinyan; małî ewlaş perwerindet her bo ewaney danawe ke le xway xoyan detirsin.

36) her kes leřast yadî xuda ḧezdeka kwêrayî dabê, hemdemêkî şeytanî lê peydadekeyn.

37) îtir her ewhawdemane le řêge hełeyan deken; laşyan waye řasteřê yan dîwetewe.

38) ta’ewkatey dêtelaman; êjê: xozî mew day nêwanî min û to, beqed nêwan xorhełat û xorinşîn le yektir durba; çend hemdemê nalebarbiwî.

39) îtir emřo [em qisane] dadunada; çunku êwe ẍedirtan [lexo] kirduwe. eşê giştu pêkewe cezrebe bidrên.

40) axo gerekte gwê kipan lêt bibîsin? yaxo kwêran û ewaney aşkira legumřayîdan şarezay řasteřê bikey?

41) eger to lem nawe labeyn, ême dyare tołeyan lê dekeynewe.

42) yan ewştey bełênman bewanedawe, wadekeyn bo xot bîbînî. ême başyan leserzałîn.

43) le ser ewey be to řageyendirawe pê dabgire; ke to le ser řêgey řastî.

44) em quř’ane botoş û bohozekeşt debête hoy bîrewerî û lepaşanîş derbarey em lêw depirsin.

45) lewpêẍemberaneş pirse ke berleto nardirawin axo me biřyarman dawe - ẍeyrez xuda - hîç şitî tir peristubê?

46) mûsaşman wel nîşanekanman henarde lay fîr’ewn û pyawe karbedestekanî; gutî: min le řahênerî giş dinyawe nardirawim.

47) katê nîşanekanî mey le ber řanan, lepiř hemû le tirîqey pêkenînyanda.

48) her nîşaneyekî xoman nîşanî ewane deda, le nîşanekey pêşewe girîngitirbu. tûşî azarîşman kirdin, beşkemê bigeřênewe.

49) wityan: ey kakî caduger! le perwerindet bixiwaze, ew peymanî betoy dawe pêkî bênê; ewsa baweřit pê dênîn.

50) le paş ewey bełaşman le ser labirdin, ewan peyman şikênyan kird.

51) fîr’ewn bojêrdestanî cařî kêşaw gutî: gelo! axo hemû herdî mîsru ewçomaney beberminda fiřkeyane, mułkî min nîn? êwe xotan netandîwe?

52) min çaktir nîm lew kawraye ke hîç nimudêkî nyew baş nazanê qiseş beřewanî bika?

53) edî boçî gewî zêřî leḧewawe beserda fiřê nedrawe, yan firîşte begel degełî nehatûn?

54) zanî karî jêrdestekanî sivke; giş befermanî ewyan kird. ew hozêk bûn leřê lader.

55) ke her’êmeyan řik hestand, tołey xoman lê kirdinewew serleberman bexnikan dan.

56) karêkman kird bibne çîrok û nimûne bo’ewanî le dwayî dên.

57) ewdemeş ke serbihurdî kuřî miryem hategořê, hozekey to lexoşyan kirdyan behera.

58) gutyan: axo ewaney peristumanin lew çaktirnîn? emeyan her bo gêçełê hênaye pêş, çun emane komełêkin şeř defroşin.

59) ew hîç nebû ’ebdêk nebê; ême çakeman degeł kird û kirdiman benmûneyek bo weç û berey îsřa’îl.

60) xo eger meylman lê baye, çend firîşteyekman le êwe wedî dênaw demankirdin becê nişîn leserzemîn.

61) ew yekêke lenîşanekanî qyamet. şikit lehatnî nebê û peyřewî her le min biken; eme řêgeyekî řaste.

62) şeytanîş řêgaw lê negrê; ew aşkira dujmintane.

63) ewsa ’îsaş beçend bełgey dyarî derewe hatbu, gutî: min wa řêgew şwênî lekarzanîm bohênawin; ta biřêkîş lewetan bořun kemewe ke leserî kêşetane; sa le xuda tirsu hebê û şwên min kewn.

64) perwerindey min û êwe herxudaye; bîperistin; eme řêgeyekî řaste.

65) ca komełan kêşeyan le naw peydabu. bo ewaney ẍedrêbken waweylaye le’azarî řojêkî tûş.

66) axo ẍeyrez řojî qyamet çawenořî çî tir deken; ke lepiř لێان řudedaw pêş naḧesin?

67) ewê řojê yaran hemû debne neyarî yektirî; ca megîn xoparêzekan.

68) ey ewaney ke herxomtan peristiwe! ewê řojê ne tirsêktan le ser heye, ne xem dexon.

69) ewî biřwayan hênawe benîşanekanî ême û her berfermanî xoman bun,

70) biçne beheşt; le’êwew le hawseranu xoş řadebrê.

71) be sînî û zerkî zêwîne le dewryana dên û deçin. herçî dił arezûy deka û çaw lezetî lê debînê, têdaheyew êweş lewêda namirin.

72) eme her ew beheşteye ke be hoy kirdewekantan, wa bo êwe mawetewe.

73) mîwey zorî têdaheyew bo’êweyew لێان dexon.

74) tawanbaranîş hetaser le’azarî cehendem dan û dernaçin.

75) hergîz wiçanyan pê nadrê û her lewêda benahumêdî damawin.

76) hîç ẍedrêkman lê nekirdin; bełam xoyan ẍedryan le xoyan dekird.

77) hanadeben bogzîrî cehendemê: perwerindet em jîne çermesereman bonehêłê. êjê: her lêre demênin.

78) ême řastîman bohênan; bełam zorbey zor le êwe řastîw dedza.

79) eger ewan le ser karî xoyan surbun, ewa êmeş le ser karî xoman surîn.

80) axo ewan پێان wabu ême nihênî û sirteyan lê nabîsîn? deybîsîn û çendêkîşman řaspardun wan lelayan û denûsin.

81) bêje: er xwa firzendî bê, min yekemîn kesêkim ke deyperestim.

82) perwerênî asmanan û zemîn û ’erş, hîç kemayesyekî nyew, bedure lew tometaney ewane boy hełdebestin.

83) لێان geřê baherpiřupuç bwêjin û xerîkî gałtekirdin bin; heta tûşî ewřoje dên ke bełênyan pêdrawe.

84) her ewîşe le ’asmanêda xudaye û le zemînîşda xudaye û her ewîşe lekarzanew zor zanaye.

85) pakî û gewreyî bokesê ke asmanan û zemîn û çî le naw em dwanedaye, giş bo’ewe; ew dezanê çi wextê sełařadebê û detanhênnewe bo lay ew.

86) ew şitaney ẍeyrezxiwan û ewane deyanperistin, nikarin bibnetkakar; mer kesanê ke beřastî û zanînewe şayetî ben.

87) eger le xoyan bipirsî, kê ewanî wedî hêna, êjin: xuda. dey çon leheq kiladebin?

88) nizay ewîş ke: ey perwerindekey min! emane destexełkêkin amadenîn biřwabênin.

89) sa to lewane wazbênew bêje: êsta bê tirs bin, lemewbewlawe dezanin.