36- yasîn

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 9 minutes  793 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ya, sîn.

2) swênd be quř’an, ke ser leber karzanîye.

3) to yek le pêẍemberanî.

4) kewtûye ser řasteřêge.

5) em quř’ane here xawen destełatî dilovan nardûyete xwar.

6) ta be hoy ew tirs weber gelêk bênî ke bab û kałî pêşûyan kes le xway netirsandûn û bê aga bûn.

7) bełênî xwa zorîneyan degrêtewe; sa ewan biřwa nahênin.

8) ême milyan dexeyne naw zincîrewe û ta çene şetekyan dedeyn, ke natwanin bohîç layek serbibzêwin; çawgelîşyan daşořyage.

9) lemperêkman lepêşyanewe danawe û lemperêk le piştyanewe; tarmayîşman hawîşte ser gilêneyan ke nabînin.

10) bo ewane çi tirsyan weber bihênî, çi nehênî, wekû yeke. her nabin be xawen baweř.

11) tirs weber hênaneket her bo kesêk bawî heye, peyřewî em quř’aneye û le nedîte tirsî xuday le diłdaye. sa to mizgênî pê bide ’afû dekirê û padaşî başîşî heye.

12) ême xoman miryan zîndû dekeynewe û her karêkî be zîndûyî kirdûyane û şwênewaryan, giş denûsîn. hemû şitman le kitêbêkî řûn kerewe - her be hejmar - hejmarduwe.

13) beserhatî xełkî naw awayyekeyan bo wêne bo bigêřewe, ke pêẍember çûne layan.

14) ew demey ke dû kesman bo beřê kirdin, kesyan biřway pê nekirdin. pêẍemberî sêhemîşman narde layan, yarmetî ew duwane bida. gutyan: ême bê gumane, bo lay êwe nardirawîn.

15) gutyan: êwe her miroyekin wek xoman; xwa hîçî nenardote xwar; êwe kartan diro dane.

16) gutyan: perwerindey ême xoy dezanê ke ême bo lay êwe řaspêrawîn.

17) gutyan: ême her ewendeman lesere, peyamî ew - be aşkira - bengo biłêyn; ne hîçî tir.

18) gutyan: pêwqedemî êwe bo me şûme; des heł negirin, berdebarantan dekeyn û sext cezrebetan dedeyn.

19) gutyan: şumîw le xotane, axo eger êwe amojgarî bikirên [awa deken]? bełkû êwe komełêkin le endazey xo derkewtûn.

20) pyagêk lew serî şarewe be ẍar dehat, gutî: gelo! bidne şwên ew kesane řaspêrawin.

21) peyřewî emane biken ke bo xoyan şarezay řêgey xudan û hîç padaşyan lêtan nawê.

22) min bo debê ew kesey minî dirus kird, neyperistim; giştû bo lay ew deçnewe?

23) çon min deçim - ẍeyrez xuda - ew şitane deperistim; herga xuda gerekî bê bełayekim beser bênê, tikay ewan hîç behreyekim bo nada û natwanin řizgarim biken?

24) eger wa bê, ewsa ke min be aşkira gumřa bûgim.

25) min be perwerindey êwe biřwam hêna; sa bijnewn.

26) witra: were beheştewe. gutî: birya hozekeşim bîzanîba,

27) ke ew kesey minî perwerde kirduwe, lêm xoş buwe û xistûmye řêzî beřêzan.

28) dway ew ême hîç leşkirman - le ’asmanřa - nenarde ser hozekey ew, [berlemeş] her neman denard.

29) her tenya ne’reteyek bû, ke le nakaw giş damirkan.

30) mixabin bo ew ’ebdane, her pêẍemberêkyan bo hat, her gałtewgepyan pêkirdûn.

31) çon emane neyandîwwe ke çendîn çîn le miroman - le pêş eman - qiř kirduwe û taze nayenewe layan.

32) bê gumane hemû laşyan her dehênnewe lay xoman.

33) her le zewî řabmênin, nîşaney bo ewan têda; be mirdûyî ême zîndûman kirdewe û denkiman lê berhem hêna; ke xorake bo emane.

34) her le zewîş çendîn baẍî xurmabin û řezî zorman wedî hêna û çend kanyawman lê hełqułand.

35) hetakû le mîwey xuda û le desřencî xoyan bixon. axo hêşta şukir naken?

36) her xuda pak û bê ’eybe, ke cûtey hemû şitêkî wedî hêna; çi lewaney lem serzemîne deřwên û çi le xoyan, çi lewaneş ke nayzanin.

37) bo ew, şewîş yek le nîşanane; ême řojî lê dadeřnîn û le nakaw tarîkanyan beserda dê.

38) xorîş berew biney xoy le geřandaye; ke le xawen destełatî zanaweye, ew fermaney pêdrawe.

39) heyvîş ême boman dana be çend qonaẍa têpeřê; ta way lê dê, wek pelî kewnî wişkełî darî xurma, dête berçaw.

40) ne xor twanay hêndey heye biga be mang, ne şew wepêş řoj dekewê. serleberîş le asmanêk mele deken.

41) emeş boyan nîşaneye: hawřegezanî ewanman le gemyey tijî kirawda hełgirtuwe.

42) wêney ewîşman dahêna, ke detwanin swarî bibin.

43) eger ḧez keyn nuqmî bin awyan dekeyn û ewsa ke hîç firyařesêkyan nabêt û řizgar nakirên.

44) megîn bezeyî êmeyan defrya bê û ta maweyek berxurdar bin.

45) her katêkîş pêyan bigutrê: lewî le řûbeřûtane û leweş le piştesertane, xoparêzbin, beşkû ber bezeyî xwa kewn, [xo debwêrin].

46) her nîşaneyekyan bo bê le lay perwerênyanewe, îlla debê řûy tê neken.

47) katêkîş pêyan bûtrê: lew bijîwey xwa pêdawin, xêrê biken; xwanenasan bexawen baweřan êjin: axo ême xorak be kesê bibexşîn eger xuda meylî lê ba bijîwî bo dabîn dekird? êwe her le gumřahî dan.

48) deşłên: eger qiseřastin, ew bełêne, key be cê dê?

49) ewane her çawenořî yek ne’reten ke le katêkda xerîkî herawkêşey naw xoyanin, deyangirê.

50) natwanin wesyetîş biken; řêşyan nabê biçnewe nawkes û karyan.

51) fûş be kełeşaxda dekirê; naga gişt le gořanewe dêne der û berew perwerindey xoyan be lez deřon.

52) êjin: ey hawar be małman! kê le naw pêxefekeman řay peřandîn? eme her ew bełêneye xuda day û pêẍemberekan řastyan gut.

53) tenya her yek ne’reteye û nakaw hemû lay ême ko dekirênewe.

54) ewê řojê naheqî le kes nakirê û her beranber bew kirdewey kirdûtane, siza dedrên.

55) ewaney ehlî beheştin, ewê řojê seryan germe û le xoşî dan.

56) xoyan degeł jinekanyan, leber sêber, le textan, pał keftigin.

57) le beheşta her mîweyek û her şitê daway biken, amadeye.

58) perwerindey dilovanîş - be lebzî xoy - siławêkyan bo denêrê.

59) ey ewaney tawanbarin! êweş emřo, eşê xotan cya kenewe.

60) axir ey toremey adem! min le pêşda peymanim degeł nebestin ke şeytanê neperistin? ew aşkira dujmintane.

61) hertenya xom biperistin; ke řêgey řast her emeye.

62) gelêkî zorî le êwey le řê lada; axo hêşta her tê nagen?

63) eme em cehendemeye, kewa bełêntan pê dedra.

64) behoy pê nezanyeketan, emřo debê biçne nawî.

65) emřo ême mor dexeyne ser demyan û destyan degełman depeyun; pakanîşyan debne şayet ke kirdewekanyan çi buwe.

66) eger ḧez keyn, çawekanîşyan kwêr dekeyn; berew řêga mile deken. sa kwa somay dîtnyan heye?

67) eger ḧezîşman kirdiba - her le cêgekey xoyanda - demankirdine şitêkî tir; ewsa ke neyantiwanîba bêne pêş û berew duwaş negeřênewe.

68) her kesêkîş temenî zorî bideynê, terḧ û bîçmîşî degořîn. boç natanewê tê bigen?

69) ême ewman fêrî şê’ir nekirduwe û hîç pêwîstîşî pê nîye. eme tenya bo yad le xuda kirdine û qur’anêke şêwejyan nîşan deda.

70) ta ewaney be dił zîndûn, le xudayan bitirsênî û qisey xuda derbarey xudanenasan be cê biga.

71) axo hêşta neyandîwe ême be destî twanaman patałman bo berhem hênan, ewan bûnete xawenyan.

72) wa boşman destemo kirdin, ke detwanin swaryan bin û lêyan bixon.

73) her le wanîş gelêk core behre deben; zor şitî vexarnîşyan lê werdegirin. hêşta her şukirane naken.

74) ẍeyrez xuda şitgelêkî tiryan perist; şayeta dehanayan bên.

75) naştiwanin dehanayan bên; bełam eman le xizmetyan, bo pêşmergeyî amaden.

76) witaryan diłtengit neka; her şitêkî bîşêrnewe û heriştêkî bîdirkênin, ême lêyan agadarîn.

77) miro çon hênde nazanê, ke ême le tinokêkman afrandiwe; keçî êsta dujminêkî aşkiraye.

78) ew meselêkî bo ême hênayewe û afrandinî xoy le bîr kird; êjê: êsk le paş puwan, kê zîndûyan dekatewe?

79) bêje: kesê heweł car dirustî kirdûn, ew zîndûyan dekatewe; bo hemû dirust kirdinêk xoy zanaye.

80) ew kesêke le darî şîn, agirî bo peyda kirdûn; êweş her lem [desteçîle] ar pê deken.

81) axo kesê twanay hebê em asmanan û zemîney dahêna bê, twanay nîye wêneyan dirus katewe? arê le wizeyda heye û wedî hênî firezana her xoyetî.

82) herga her şitêkî boy peyda bibê, beferman pêy êjê: bibe! her des becê peyda debê.

83) pakî û bê ’eybî bo kesê ke hemû şit le jêr fermanî ewdaye û, her bo lay ew dewhênnewe.