21- enbya’

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 13 minutes  853 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) xełk agayan lê nîye, řojî jimaryan nizîke û her baweřîş naken hebê.

2) her pendêkî tazeyan le perwerênyanewe bo bê, dey bîsin û gurcê deykene gałtecař;

3) dił xafiłn. ewaneş naheqîyan kird, be sirtewe gutyan: axo emeş miroyek wek xotan nîye? dey çon êwe be cadû desxero debin ke be çawî xo debînin?

4) gutî: perwerindekey min, le her qisê le ’erz û ’asmanan bikirê, agadare û her xoy bîser û zanaye.

5) gutyan: xewne dirozneye; nexêr xoy hełîbestuwe; deşbê her xoy şa’îrêk bê. desa ba nîşaneyêkman nîşan bida, wek pêẍemberanî pêşû.

6) berlewanîş ew şaraney qiřman kirdin, her biřwayan nehêna bû; axo eman biřwa deken?

7) ew mêraney berle toş řaman sipardûn – her wekû to – ême wiłamman bo nardin. sa eger êwe nazanin, le xawen kitêban pirsin.

8) hîç leşî waşin pê nedan ke hîç nexon û nemir bin.

9) paşan hemû bełênêkî – ke pên dabûn – be cên hêna; ke ewanîş û her kesîş xoman wîstiman necatin dan; hełeřoşman qiřan têxist.

10) ewa ême kitêbêkman bo êwe nardote xwarê, basî êweşî têdaye. çîtane ke her tênagen?

11) çend bajêrîşman wêřan kird; çunke ewaney tya bûn, sitemkar bûn; le paş ewan xełkî tirman lê damezrand.

12) her pê ḧesyan ke ême be gijyan dadêyn, lepřêkda le awayî řayan dekird.

13) êwe řameken û bigeřênewe ser xoşguzeranî xotan û małekantan; bełkû pirsyartan lê bikirê.

14) wityan: hey mał wêran xoman! dyare ke ême naheq bûyn.

15) her derbarey eme dedwan, ta be derdî saqetey dûrawman birdin û dan mirkandin.

16) ême asman û zewîn û herçî le naw ewanedaye bo leystok dirus nekird.

17) eger ême gerekman ba leystokêk hełbijêrîn, her lay xoman hełman debjard. eger bimanwîstaye ew kare bikeyn [her demankird.]

18) nexêr, ême gerekmane piřupûç le beyn biçêt û řastî cêgey bigrêtewe. waweyla her bo êweye lew basî xudakirdinew.

19) herçî le ’asmanekan û zewî daye, serbe xwaye; ewaneş ke le lay ewn, le peristinî be fîz nîn; filîş nabin.

20) be şew û řoj her pakaney xuda deken; sistî nazanin.

21) axo ewan xwagelêkyan lem ser herde deskewtuwe, miryan le gořan wejyenên?

22) er le asman û zewîda - bêjge le xwa - xwagelêkî tir bûnaya, bê şik her dûkyan têk deçûn. xuday perwerênî text, zor paktire le herçî ewan boy dełên.

23) çî ew bîka naşê pirsyarî lê bikirê û ewanin ke berpirsyarin.

24) axo ewan - leẍeyrez xwa - xudagelêkyan bo xoyan dîwetewe? bêje: bełgey xotan bênin; eme pende bo ewaney degeł mindan; bo ewaneş ke pêş min bûn. bełam ewan - zorbey zoryan - le řastî seryan dernaçê û lêy nebanin.

25) berle toş ême her pêẍemberêkman nard, řaman sipard, ke: hîç peristuwêk beẍeyrez min nîye û her tenya min biperistin.

26) witîşyan: xuda řołey hes. nexêr; ewane ’ebdanî řêzgîrawin, xuda lew şitane pake.

27) le qise pêşî nakewn û her be pê fermanî ewîş decułnewe.

28) lewey ke êsta deyken û leweş kewa kirdûyane, agadare û her kesê xoy řezay nebê, natwanin tikay bo biken; way lê detirsin, delerzin.

29) herkê lewan bêjê: minîş xudayekim beẍeyrez ew; sizay ew kese dojehe û her bem coreş xwanenasan siza dedeyn.

30) axo xudanenasan eme nazanin, ke ’asmanekan û zemîn yekparçe bûn, ême lêkman hełweşandin. her canewerêkîş heye, le awman berhem hênawe? axo hêşta baweř naken?

31) leser zewîş kejukoman wedî hêna, neweka weyan lerzênê û çend řêbazman lê pêk hêna bełkû ewan şareza bin.

32) asmanîşman kirde mîçêkî parêzraw, keçî ewan lew giş nîşananey têydan, xo debwêrin.

33) her xoyetî şew û řoj û xor û heyvî dirust kird û her yek le şwênî xoyanda mele deken.

34) waman nekird hîç miroyek ber le to hebê û nemir bê. axir çon eger to bimrî, ewane ta ser demênin?

35) hemû gyanêk tamî mirdin her deçêjê. be xirape û be çake bê, be taqîtan dekeynewe û her dewhênnewe lay xoman.

36) her katê xwanenasekan to debînin, gałtey xoyan be to deken: axo eme basî bitekanû deka? keçî xoşyan le yadî [xuday] dehnide ḧaşa deken.

37) miro le pele çê buwe. herbîna zû nîşananî xom nîşan dan; îtir hîç pelem lê meken.

38) êjin: eger be řastane, dey key em bełênew pêk dê?

39) eger ew xwanenasane agadar ban lew řojey ke qet natwanin agir leser seruçawyan û le piştyan weladen û kesîş dehanayan naye, [îtir awayan nedekird].

40) lepiř têyan hełdegeřê û tûşî waq û wiřmanyan deka; natwanin xoy lê laden û hîç mołetîşyan pê naden.

41) ew gałtane be pêẍemberanî berle toş her kirawe. ca ewsa gałtecařekan, sizay ew gałtey deyankird, dewrî girtin.

42) bêje: kêye - be şew û řoj - êwe le [azarî] xuda biparêzê? nexêr, ewan le yadî perwerindeyan xo debwêrin.

43) yaxo ewan - ẍeyrez ême - xwagelêkî tiryan heye, le bełayan biparêzin?! [ew xwagele] yarîdey xoşyan pê nadrê û êmeş penayan pê nadeyn.

44) bełkû ême karêkman kird ke ewan û bab û bapîranî wanîş řay bibwêrin, hetawekû temenî zoryan birdeser. edî ewende nazanin ême dêyn û em zemîne - le hemû la - herwa lêy kem dekeynewe? axo her xoyan le serin?

45) bêje: min her bew fermaney bom hatuwe, dewtirsênim. bełam bang be gwêy keřanda û tirsandinyan behrey nîye.

46) xo eger her sozeyekyan le azarî perwerindet weleş kewê, êjin: ey hawar leme, ême her leser naheq bûyn.

47) řojî qyamet çendîn terazûy beranber wekar dexeyn. ewsa be qed sengî tomî wirdîley dane xerdelîş dexeyne řû naheqî le kes nakirê. ewsa bese ke her xoman pê řadegeyn.

48) dyare ême hoy heławardinman da be mûsa û hařûn; ke řoşnî û bîrewerî têdaye bo xoparêzan.

49) ew kesaney ke be nihênî le perwerindey xoyan detirsin û le seła řabûn delerzin.

50) emeş pendêkî pîroze ke nardûmanete xwarê. axo êwe xotanî lê neban deken?

51) lemewberîş îbřahîm man le karan şareza kird û hemîşe lêy be aga bûyn.

52) lew demeda ke be apî û hozekey gut: em kotełane çi karen ke êwe deyanperistin?

53) gutyan: bav û kałî êmeş her emaneyan deperist.

54) gutî: eger řastû dewê, dyare bab û kałî êweş her wekû xotan gumřa bûn.

55) gutyan: axo řastêkit bo hawridgîn, yan her gałteman pê dekey?

56) gutî: perwerindey êwe, perwerindey asmanekan û zemîne; ke xoy dirustî kirdûn û minîş wêřay şayetanim.

57) swênd be xuda, her êwe pişt bikenewe û lêre laçin, debê geřêk dew bitanew bihałênim.

58) giştî tîketîke kirdin, bite meznekeyan nebê; beşkû bênewe bo lay ew.

59) gutyan: axo kê em karey beser xwakanman hênawe? dyare le naheqan buwe.

60) gutyan: ême bîstûmane lawêk derbareyan dedwa; ke nawîşî îbřahîme.

61) gutyan: bîhênin ba xełkîş çawyan lê bê, şayet ewanîş şayet bin.

62) gutyan: axo ey îbřahîm! to em karet derbarey bitekanman kird?

63) gutî: nexêr, gewrekeyan ew karey kird; de ewetanê lêy pirsin, eger detwanin persivtan bidenewe.

64) zor be xoda şikanewe û ewsa gutyan: dyare xotan sitemkarin.

65) paşan serî xoyan daxist: xot detzanî ke emane qise naken.

66) gutî: axo - ẍeyrez xuda - êwe şitê deperistin ke ne hîç behrew pê deden, ne zyanîşû lê deden?

67) bêzim le êwe hestawew lewştaneş ke beẍeyrezxudan û deyanperistin. bo tênagen?

68) gutyan: eger le destû dê, bîsûtênin û xudakanû yarî biden.

69) gutman: agir! debê sard û bê zyan bî bo îbřahîm.

70) wîstyan teşqełêkî pê biken, zor zyanbartirman kirdin.

71) ême ewîş û «lût» yişman berew ew ’erze necat da ke bo hemû xełkî dinya pît û pîrozîman pêda.

72) îsḧaqîşman her pê bexşî û ye’qûbîş zêde beşî bê û hemûman kirdin be mêrxas.

73) kirdîşmanin be pêşewa - ke her be fermanî ême - şarezayî merdim biken û be hemûşyanman řageyand le karî çak newêstin û nwêj biken û zekat biden û, giştyan êmeyan deperist.

74) «lût» yişman fêrî karzanî û zanistî kird. řizgarîşman kird lew şarey bê namûsî têda dekira. xełkî ewê komełêkî xirapî le řêlader bûn.

75) weber bezeyî xoşman xist. ew yekê le pyawçakan bû.

76) «nûḧ» yiş her webîr bênewe ke lewepêş gazî kirdîn, ême be dengyewe hatîn; xoy û kesukarekeyman le bełay gewre necat da.

77) le beranber hozekeyda - ke nîşananî êmeyan be diro jimard - firyay kewtîn. gelêkî gelêk bedfeř bûn; hemûman be aw xinkandin.

78) le dawud û suleymanîş basêk bike, ke beser kêşey kêłgeyek řageyştin, ewsa ke ajełî gelêk - katî şewê - pêy werbibûn. ême agan le pê řageynekeyan bû.

79) suleymanman têgeyand ke debê çi bika; be her dûkan karzanî û zanistîman da û kêwekan û melanîşman kewî kird ke wêřay dawud, her pesnidî xuda biden; em kareş le ême řabû.

80) fêrîşman kird zirêtan bo dirus bika, ta le şeřda bûparêzê. axo êwe şukirê deken?

81) bo suleyman bay behêzman destemo kird, ke be fermanî bigate ew zemîney ême pîtman têxsituwe û ême lemeř hemû şitêk agadar bûyn.

82) le şayetînîş bazêkyan bo ew deçûne bin awê û karî tirîşyan bo dekird. her êmeş demanparastin.

83) yadê le eyîwbîş bike; katê ke gazî le perwerindey xoy kird, ke: tûşî meynetê hatûm, etoş le hemû diłsozan diłsoztirî.

84) nizaman lê qibûł kird û wezenman leser labird û xêzanekeyman pêdawe û hêndey tirîş wêřay ewan. bezeyî bê le êmewe û pendêkîş bê bo ewaney ke her ême deperistin.

85) [yadîş bike le] îsma’îl û [le] îdrîs û zelkîfil; ke hemûyan le destey xořagran bûn.

86) weber bezeyî xoman xistin, ke ewan le pyawçakan bûn.

87) maxoy masîş bênewe bîr; ewsa be tûřeyî řoyî û her pêy wabû ême derostî ew nayeyn; ta le naw tarîkayîda hawarî kird: leẍeyrez to hîç xudayekî şik nabem, pakî û bê ’eybî bo toye, min le řêzey naheqan bûm.

88) sa dehanay ewîş hatîn, le xemekeman řizgar kird. ême awa baweřdaran řizgar dekeyn.

89) basêkî zekeryaş bike, ke hawarî birde ber perwerindey xoy: perwerindem! her be tenêm mehêłewe û to baştirîn kesêkî ke her demênî.

90) nizaman lê qibûł kird û yeḧyaman be bexşiş daye û jinekeyman çak kirdewe. eman le karî çakeda be hełpe bûn; be humêd û be tirsewe leberman depařanewe û le ḧand ême laremil bûn.

91) ew pîrekeş ke wa şermî xoy deparast, ême behoy řûḧî xoman fûman têkird; xoy û kuřekey ewîşman kirde nîşaney aşkira bo hemû xełkî dinyaye.

92) eme ayînî êweye û yek ayîne. minîş perwerindey êwem, eşê her min biperistin.

93) emane karekey xoyan le naw xoyanda beş beş kird. serleberîşyan bo lay me wedegeřên.

94) her kesêkî le karî çake xerîk bê û bebaweř bê, teqalay befîřo naçê û dyare ême boy denûsîn.

95) her şarê ke qiřman têxist, taze naşê berew duwa bigeřênewe.

96) heta ewsa dirga le acûc bacûcan dekirêtewe û le hemû şwênî berzewe dadegeřên.

97) bełêne řastekeş nizîk bibêtewe, ewsa - le piř - çawî xudanenasekan derdepeřê û êjin: waweyla le xoman, ême lewe bê aga bûyn; nexêr [agaşyan pê dabûyn] bełam xoman naheqîyman le xoman kird.

98) êwe wêřay ewaney - leẍeyrez xuda - deperistin, giş êznigî cehendemin û her debê biçne nawyewe.

99) eger ew peristîwane [wek xoyan êjin] xwa bûna, dyare nedeçûne nawî. êsta hemû - tahetaye - her lewêdan.

100) lewê henîskan deden û hîç nabîsin.

101) ew kesaney le pêşûda biřyarin da ke çakeyan degeł dekeyn, ewan ledojeh bedûrin.

102) kiłpey kiłî cehendemyan gwê lê nabê û herçî arezûy diłyane - hetaheta - her heyane.

103) tirse here gewreke xembaryan naka. firiştanîş tûşyan debin: ewa emřo ew řojeye ke bełêntan pêdrabû.

104) řojê ke ême asmanê le çeşnî tomarî qaqez bo nûsînê, hełdepêçîn. her wek pêşû dirusman kird, dîsan sazî dekeynewe. bełênêke le êmewe û her deşî keyn.

105) le zebûrda, - ke le paş tewřat bû - nûsîn: em zemîne her bo ’ebde hêjakanî me demênê.

106) dyare lemaneda bangewazêk heye bo gelî xudaperistan.

107) ême her boye toman nard ke bezeyî û çakeyek bî bo hemû xełkî dinyaye.

108) bêje: min her pêm řadegeynirê bêjim xwatan yeke. axo êwe dey selmênin.

109) eger řûyan lê wergêřay, bêje: wa min be giştanim řageyand, be bê cyawazî; naşîzanim ewî bełênû pêdrawe, zû dête cê yan maweyek dexayenê.

110) her qisêkî be aşkira bîdirkênin ya weyşêrin, ew deyzanê.

111) naşîzanim, şayet eme lemeř êwe ezmûnêk bê û heta mawey dyarî kiraw řay bibwêrin.

112) gutî: ey perwerindey min! to çon řaste [be karî ême] řabge û, perwerênman xuday řozî dehnideye û derbarey witarî êweş her lew yarmetî dexwazîn.