19- meryem

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 11 minutes  1095 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) kaf, ha, ya, ’eyn, sad.

2) basî çakey perwerênte sebaret be zekeryay xułamî xoy.

3) ew kate ke hanay bo perwerindey bird be dengêkî nizim û newî.

4) gutî: ey perwerindey min! min ewa pêşem sîs bûn û serim leber [derdî] pîrî tirûskey dê. perwerindem! ta leberit pařawmewe hergîz lêt nahumê nebûm.

5) min le paş xom le xizmekanim nîgeranim; keywanuwekeşim nezoke. sa to lelayen xotewe firzendêkim pê bibexşe;

6) ba mîratî min û xanedanî yaqûb ber ew kewê. perwerindem! hêvîme toş pesnidî key.

7) ey zekerya! ême mizgênî minałêk be to edeyn, we naw yeḧya; ke pêştir lem, kesin nekirde hawnawî.

8) gutî: ey perwerindey min! ca kwa min minałim debê! leber pîrî kelelam û xêzanekeşim nezoke.

9) gutî: [ferman] her emeye û perwerindekey to êjê: eme lelay min hasane; axir toşim le berêda her le nebûřa dirûs kird.

10) gutî: ey perwerindey min! nîşanêkim bo dabnê. gutî: nîşan bew nîşaney ta sê şewan - bê wey hîç weyêkit hebê - qisey degeł merdim nakey.

11) ewsa le mîḧrabekewe řowîşte lay hozekey û be hîmaye têy geyandin ke beyanyan û êwaran her pakaney xuda biken.

12) ey yeḧya! kitêb tund bigre. her le zarokayetîşda lekarzanîman pê bexşî.

13) degeł diłsozî û bê gerdî - lelayenî xomanewe - kesêkî xoparêzîş bû.

14) leyel day û babîşîda xoşřeftar bû; serbizêwî û lasarî nebbiwe pîşey.

15) siłamî lê bê, řojê ke le dayk buwe û řojê demrê û řojê zîndû dekirêtewe.

16) lem kitêbe basî meryemîş bêne goř; katê dûr le kesukarî, şwênêkî xorełatî bo xoy hełbijard.

17) le nêwan xoy û emanda perdeyekî řahengawit. ême řûḧî xoman bo nard; binyademêkî tewawî hate berçaw.

18) wê gut: emin pena debeme ber xuda le destî to [sa] eger to xoparêzî [lêm meye pêş].

19) ew gut: emin le perwerindey towe řaspêrawim firzendêkî pak û xawênit pê bibexşim.

20) wê gut: çon minałim debê, ke hîç miroyek le pêşda minî be dest negirtuwe û hergîz dawên teřîş nebûm.

21) gutî: ferman her emeye û perwerindey to witûye. ewe le lay min hasane û demanewê çakeyek bê le êmewe û nîşaneyek bê bo merdim. em fermaneş her dête cê.

22) denaw tolî wêda gûra û bew zigewe xoy geyande şwênêkî dûr.

23) janî zanî, wê birde lay dar xurmayê. gutî: xozya her ber le êsta demirdim û yek cê le bîr deçûmewe.

24) le xwarûy wêřa bangî kird: xemit nebê, perwerindet le jêr tořa coge awêkî pêk hêna.

25) koterey ew darxurmayeş bihejêne, xurmay taze pê geyştût beserda dadewerênê.

26) be çawî řûn bixo û wexo; her kesêkîşt le miro çaw pê kewt bêje pêy: le xom girtuwe le řay xuda le axaftin bitekmewe û îtir emřo hîç miroyekî nedwênim.

27) hatewe naw kesukarî û minałêk be baweşewe. gutyan: miryem! qet detoman wa řanedît em semeret lê řû bida.

28) xuşkî hařûn! to ne bawkit pyaw xira bû, ne daykîşt dawên teř bû.

29) hîmay bo minałeke kird. wityan: ca çon degeł saway ser bêşkeda bi’axêwîn.

30) [mindałeke] witî: min xulamî xudam; kitêbî be xełat damê û minî kirdote pêẍember.

31) le her kwêş bim, pê û qedemim pîroz deka û řay sipardûm - heta zîndûm - nwêj bikem û zekat bidem.

32) gwê le mistî daykîşim bim; neşîkirdûm be milhuřêkî serbizêw.

33) siłamim lê bê řojê ke le dayk bûm û ewê řojê ke demirim û ewê řojêş ke zîndû řadekirêmewe.

34) qisey dirust lemeř ’îsay kuřî meryem, her emeye; ke eman tya dûdiłn.

35) le xuda naweşêtewe zaroy hebê; pakî û bê ’eybî bo ewe. herga wîstî karêk bibê, her pêy bêjê: bibe! debê.

36) her xudaye perwerindey min û êwe; sa her debê bîperistin; eme řageyekî serřaste.

37) hêndê lew destewbestane le naw xoda, destyan kirde kêşe û hera. ca waweyla bo ew xudanenase, le katî dîtnî řoje dijwareke.

38) řojê ke dêne lay ême gelêk çawzît û gwê sûkin; bełam ewřo naheqekan be aşkira le řêgey řast layandawe.

39) lew řojî dax û keseryan bitirsêne; katê kar le kar detrazê; keçî ewan her be xoyan nezanîwe û xoyan le baweř bwarduwe.

40) em zemîne û herçî wa beseryeweye le dwacarda her bo ême emênêt û serleberyan dehênnewe bo lay xoman.

41) lem kitêbe basî îbrahîmîş bike, ke [le kar û witarîda] her řast û pêẍemberîş bû.

42) ew çaxe be apî xoy gut: apo! to bo şitêkî wa deperistî, ne debîsê û ne debînê û hîç behreyek be to nada.

43) apo! ewey min deyzanim to nayzanî; şwênim kewî, şarezay řasteřêt dekem.

44) apo! şeytan perist mebe. şeytan le fermanî xuda serpêçî kird.

45) apo! min lewe detirsim, le xwawe tûşî azar bî û bibî be dostî şeytanê.

46) [gutî:] axo ey îbrahîm! to be bêzî lewaney min deyanperistim? eger dest leme hełnegrî, berdebaranit dekem û ta maweyekî dirêjîş le lam biřo.

47) gutî: siłam leser to bê; le perwerênim dexwazim lêt bibûrê û ew degełe min bevyane.

48) min le êwe û lewaneş beẍeyrez xuda leberyan depařênewe, dûr egirim û gazî perwerindem dekem; beşkû le gazî kirdinî perwerindem, tûşî qerebextî nebim.

48) ca ke ewaney wela na û wazî lew şitane hêna ke ewan - beẍeyrez xuda - deyanperist, îsḧaq û yaqûbman daye û gişman kirdin be pêẍember.

50) weber bezeyî xoşman xistin û waşman kird ke zor be çake nawyan derçê.

51) basî mûsaş her lem kitêbeda bike; ke bê so hełbijarde û řaspardeyekî pêẍember bû.

52) le lay řastî çyay tûrîş gazîman kird, le xoşman nizîk kirdewe ke be nihênî ḧałî keyn.

53) her le çakey xoşmanewe hařûnî birayman pê bexşî; ke ewîş her pêẍember bû.

54) lem kitêbe basî îsma’îlîş bike; ew řast bû le bełênîda û pêẍemberê řasparde bû.

55) kesukarî bo nwêj kirdin û xêrkirdin hełdepêça û cêgey řezamendî perwerênî xoy bû.

56) herweha lem kitêbeda lemeř îdrîsîş baxêwe; ke ew here řast bêjêkî pêẍember bû;

57) be payey berzîşman geyand.

58) ewane lew pêẍemberanen ke ber çakey xwa kewtin; le řegezî babedem bûn û lewaneş degeł nûḧa hełn girtin û le toremey îbřahîm û îsřa’îl û lew kesaney xoman şarezan kirdin û bo xoman hełman bijardin. herga nîşananî xwayan beserda dexwênrayewe, demewřû dekewtine zewî bo sujde û be kuł degryan.

59) le dway ewan kesanê bûne cêgryan, belay nwêjda neçûn û şwên arezûy xoyan kewtin; ewane bem zuwane tûşî azar û xusar debin;

60) megîn ewî biřwa bênê û le gunah biprîngêtewe û akarçak bê; ewane deçne beheşt û hîç naheqîyan lê nakirê.

61) baẍatê hemîşe xoşe û le nedîte xwa bełênî be ’ebdekanî xoy dawe û bełênî ew her dête cê.

62) çełtey labela nabîsin û her siławe û hemû beyanî û êwaran jemyan heye.

63) a emeye ew beheştey ke deybexşîn be ’ebdanî xoparêzman.

64) be fermanî perwerindey to nebê ême her danawezînexwar, herçî êsta le lamane û herçî le dwamaneweye û herçî lem naweda heye her bo ewe û perwerindey to hîç şitî le bîr neçuwe.

65) řahênerî ’asmanekan û zemîne û herçî le nawyanda heye. sa toş her ew biperiste û debê bo peristinî ew xořagir bî. axo agat lêye hawnawêkî hebê?

66) miro êjê: eger mirdim, axo wek zîndû bûm berê, herwa dem hênnewe derê?

67) ew miroye bo hîç bîrêk nakatewe, ke sereta ême ewman dirus kird û hîçîş nebû?

68) swêndeke be perwerênit, her debê degeł şeyatîn pêkewe koyan keynewe û dewrandewr le cehendem çok dabden.

69) paşan le naw hergiroyek, ewî pitir dijî xuday řeḧman bûgin, ême cwêyan dekeynewe.

70) dwacar dyare her xoman baştir dezanîn kameyan bo çûne دۆژەە hêjatirin.

71) hemû kestan – îlla û bîlla – her debê biçne ceḧendem, biřyarêke perwerindey to dawyetî û her debê cê becê bibê.

72) paşan le xudatirsekan řizgar dekeyn. naheqanîş – destew’ejno- le nawîda dêłînewe.

73) her katêkî nîşananî dyarîderî êmeyan bo wexwêndirê, xwanenasan be xawen baweřan êjin: kamela małî xoştire û dîwexanî lebartire?

74) ay ke çend beren pêş ewan le naw birdûn, ke lewane kel pelî nawmał řêktir û be dîmen leman cwantir bûn.

75) bêje: kesê le gumřayîda til deda, ba xwa petî bo şil bika û wêłî bika; ta ew sate ke debînin qeyranê boyan danawin ser wextî hat; yan azardane yan seła. lewe bewlawe têdegen kê małekey naxoştire û kê yarîderî kemtire.

76) ew kesaney xuda şarezay kirdigin pitir şarezayan deka; perwerindet bo xêrê demênêtewe padaşî baştirî heye û serencamîşî baştire.

77) kawraket dî, ḧaşay hebû le nîşananman û gutî: lêm řûne mał û minałim her dedenê?

78) axo nihênî dezanê yan le xwawe bełênêkî pêdrawe?

79) nexêr, herçî ew deyłê ême deynûsîn û mawey cezrebedanî pitir dekeyn.

80) herçî êjê le lay ême demênêtewe û xoy be tenya dête laman.

81) beder le xwa, ewan peristîwanêkî tiryan depirist, ta bibne hoy serberzîyan.

82) nexêr, ḧaşa le peristinyan deken û le dijîşyan řadewestin.

83) to netzanî ême şeyatînyekanman nardote ser xwanenasan xitûke û haneyan deden?

84) hîç peleyekyan lê meke, ewa ême be jimardin leser ewanî dejmêrîn.

85) tawanbaranîş bo dozeq [wekû gagel bo seraw], dem tîng řepêçek dedeyn.

87) ewane destełatî tikayan nîye, megîn ewî le xwa peymanî sandibê.

88) witûşyane: xuda bwîte xawen firzend.

89) ay ke qisey řeqtan be demda hatuwe!

90) lewaneye lew [qiseye] asmanekan hełtekên û zemîn şeq ba û kêwekan leberyek biçin;

91) leber ewe gutyan xuda firzendî hes.

92) le xuda naweşêtewe ke hîç firzendêkî hebê.

93) herçî le naw em ’asmanan û zemînen – giş le giştî – be xułametî dêne lay xuda.

94) ser ḧîsabî hemûyane û her be hejmar jimardûnî.

95) serleberyan řojî seła, tak û tenya, dêne lay ew.

96) ewaney baweřyan heye û akarçakin, xuda deyankate xoşewîst.

97) ême boye em qur’anen be zwanî xotî hêsanî řewane kird, ta to bewî parêzgaran diłxoş key û gelî dujminî sersext, bitirsênî.

98) çendîn beren berlemaneş qiř têxsitûn; axo hest be hîçyan dekey, yan nûzeşyan lê debîsî?