15- ḧîcir

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  978 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, řa. emane bełge û nîşaney em kitêben ke qur’ane û çak û xirap nîşan deda.

2) hîç dûr nîye ewaney xudanenasin, řojê bêjin: xozî musułman bûynaye.

3) lêyan geřê bixon û xoş řabbiwêrin û arezû sergermyan bika; zor naxayenê dezanin.

4) ême xełkî hîç şarêkman tûna nekird, megîn pêşan dyardeyekyan bo nûsrabê.

5) hîç tîreyek ber le rojî xoy namrê û hergîz wepaşîş naxrê.

6) witîşyan: kawray ke ewşî «em qur’ane bo min be xełat hatuwe», beřastî to pyawê lîwey.

7) eger qisekanit řastin, dey bo firîştekan nahênî bo laman?

8) ême firîşte nanêrîn megîn be heq; ca îtrîş qan nadrên.

9) me xoman em qur’aneman nardote xwar, her êmeşîn deyparêzîn.

10) berle toş pêẍemberanman nardote naw komełekanî pêşûne.

11) hîç pêẍemberêk nehat bo layan meger, dayane ber gałte û teşer.

12) emeş êmeyn ke deyxeyne diłî tawanbaranewe.

13) biřwaye be me nahênin û şêwey pêşînekanîşyan her wabûge.

14) tenanet eger derkêkyan lem asmane bo bikeynewe û xerîkî serkewtinê bin,

15) bê şik êjin: ême çawman bestirawe û dyare cadûman lêkirawe.

16) lem asmane çend bircêkman hełnawe û xemłandûmane bo ewaney seyrê deken.

17) ewaneşman le giş şeytanêkî tiřokiraw parast.

18) megîn ewey kołe deka; ke agirêkî řûnak řawî denê.

19) zewîşman kirde řayex û kêwatîşman hawîşte naw. hemû core řuwekêkman be tekûzî tya řuwand.

20) mayey guzeranî êwe û bûneweranî cya lengo - ke êwe bijîwyan naden - lewêda pêkman hênawe.

21) gencîney hemû şitêkîş lay êmeye û eweşman her be endazey dyarî kiraw nardote xwar.

22) baman nardin awis biken; lew hewaşe awman henard û êweman pê têraw kird. naştiwanin ew awe le lay xo řagirin.

23) herxomanîn gyan bexşîn û gyan estênîn; êmeş mîratberî hemûyn.

24) agadarîn lewaney berle êwe bûn. deşzanîn kên ewanî le dway êwe dên.

25) perwerindet hemûyan ko dekatewe, her xoy karzan û zanaye.

26) ême miroman dirust kird, le quře řeşey bogenîwî řeq hełatû.

27) lemewberîş cinokeman afranduwe, le agirêkî behaław.

28) katê perwerindet be firîştanî gut: wa min mirom le quře řeşey bogenîwî wişkełatû çê kirduwe;

29) herga řêk û pêkim kird û le gyanî xom fûm pêda kird, êwe bo sujde bo birdin dawernewe û demewřû bin.

30) firîşte giş sujdeyan bird;

31) megîn îblîs, milî neda degeł sujdeberekan bê.

32) gutî: ey îblîs! to çîte, degeł em sujdeberane sujde nabey?

33) gutî: min çon sujde debem bo miroyek, le quře řeşey bogenîwî řeq hełatût çê kirduwe?

34) gutî: sa lêre derkewe, to [le lay min] derkirawî.

35) nifrey xuda leser toye, ta řojî pê řageyştin.

36) gutî: ey perwerindey min! mewdam bide ta řojê zîndû debnewe.

37) gutî: biřo, to le mołet dirawanî;

38) heta wextî dyarî kiraw.

39) gutî: ey perwerindey min! her çunke to gumřat kirdim, le řûy zemîn xirapeyan weha leber dexemłênim, giştyan le řê hełe dekem;

40) megîn ’ebde dił û derûn pakekanit.

41) gutî: eme řêgey řasî berew mine.

42) ’ebdanî min - cya lewaney şwên to kewtûn û gumřa bûn - lewane nîn to bitwanî derostyan bêy.

43) ceḧendemîş cêjwanêkî hemuwanîyew,

44) ḧew dirgay hes. bo her dirgayek lemane pajêkî lê beş kirawe.

45) parêzgaran le baẍat û kanyawanin.

46) biçne jûre û be hêmnî û xatircemî.

47) her kîneyek le sîneyan bû, dan małî. debne biraw le ban textan hemûyan hember be yekin.

48) lewêda nemandû bûne û ne hergîz lêy derdekewn.

49) xewer bide be ’ebdanim, ke her xomim le gunahan debûrim û dilovanim.

50) cezrebeşim zor bejane.

51) bas û xwasî mîwananî îbřahîmîşyan bo bêje.

52) katê lêy çûne jûrewe û gutyan: selam. gutî me lêtan detirsîn.

53) gutyan: tirist řê nenîşê; ême mizgênît edeynê to kuřî zor zanit debê.

54) gutî: minêkî hênde pîr, be çîm mizgênî dedenê?

55) gutyan: ew mijdey pêmanday, řaste û debê û le heyvî biřawan mebe.

56) gutî: kê le bezeyî xuda bê humêde, megîn le řê laderekan?

57) gutî: êwe řaspardekan! kartan çîye?

58) gutyan: ême bo ser gelêkî tawanbar nardirawîn.

59) megîn xawxêzanî lût, ke hemuyan řizgar dekeyn.

60) ẍeyrez jinî, ke biřyarman dawe debê cê bimênê.

61) katê ke řaspardekan bûne mîwanî małî lût,

62) gutî: êwe kesanêkin natan nasîn.

63) gutyan: bełam ême şitêkman hênawe, ke ewane lêy dûdił bûn.

64) řastîman bo to hênawe û ême dyare diro nakeyn.

65) ke çend betłêk le şew bûrî, to xawxêzanit bere û, xot le dwayan weřê kewe. kesîş awiř nedatewe, bo kwêtan řê nîşan dedrê, bo wê biçin.

66) nûk û bedî karekeman le pêş dana; ke le demî beyan ber bûn emane dwabřaw debin.

67) xełkî şarîş - wehelhele kêşanewe - peyayan bû.

68) gutî: ewane mîwanmin, řû zerdî ewanem meken.

69) tiristan le xuda hebê û abřûm meben.

70) gutyan: edî pên newtûy nabê kes tixûnit kewê?

71) gutî: ewa kîjekanim, çîtan dewê werin degeł wanî biken.

72) debegyanî xot swênde ke, ewane leber serxoşî, sergerdan bûn.

73) degeł gizîngî hetawê şirîxe û girme girtinî.

74) hemûman jêruřû kird û baranêkman le kestekê - ke bibuwe berd - leser emane dabarand.

75) berastî lem řûdaweda zor bełge hen bo ewaney ke wişyarin.

76) êstaş şwênewarî ewan leser řêkî awedane.

77) a lemeda nîşan zorin bo ewaney bebaweřn.

78) xawenanî bêşe û darîş herwa leser naheqî bûn.

79) tołen lewanîş kirdewe; ke her dûkyan wan leser karwaneřêye.

80) xełkî «ḧîcir» yiş pêẍemberekanî xoyan be dirozin le qełem da.

81) nîşaney xoşman bo nardin, ke hîçyan lê neselmandin.

82) le kawanda xanûgelêkyan detaşî, heta lêyan arxeyan bin.

83) ta lebere beyanêkda şirîxe û girme girtinî.

84) herçî peydayan kirdibû hîç behreyekî bo nedan.

85) asmanekan û zewîn û herçî le naw ew duwaneye, bo řastîman wedî hênan. řojî qyametîş her dadê; sa to gerek çawpoşî bike be pîşe û çawpoşît bê gaznide bê.

86) bê guman be, her perwerindet wedî hênî zanaye.

87) ême ḧew nîşanekanî fatîḧaman dawe be to û qur’anî gewreş herwetir.

88) çawit mede ser ew şitey ke dawmane be destegelê lewane û xemyan mexo; to her baweřdarekan bixe jêr bałit.

89) bêje: min tirsênerî řûn kerewem.

90) herwek ewey henardiman bo beşkerekan;

91) ew kesaney qur’anyan dabeş dabeş kird.

92) swêndeke be perwerindet, le hemuwan depirsînewe.

93) bo ew karaney deyankird.

94) her fermanêk be to dedrê, aşkiray ke û le bitperistan waz bêne.

95) ew kesaney gałtey xoyan be to dekird, ême lêxetman kirdinewe.

96) ew kesaney - wêřay xuda - şitî tirîş deperistin, le dwayîda lêy têdegen.

97) ême agaman lê heye ke to le giftî emane diłteng debî.

98) sa her şukirî perwerindey xot le bîr bê û le řêzey sujdeberan be.

99) perwerindet biperiste ta ew katey ke şite bê gumaneket lê řûdeda.