13- ře’d

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 9 minutes  861 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, mîm, řa. emane çend nîşanêkî em kitêben. ewey le perwerêntewe bo to hatote xwarewe, dyare řaste; bełam zorbey em merdime biřwa naken.

2) xudayêke asmanekanî berzo kird,, bê hestundek, ke lêw dyarin; ca ewsake nîşte ser text. xor û heyvîşî xiste kar; her yekeyan bo maweyekî dyarkiraw dên û deçin. xoy be karubar řadega û nîşanan şî dekatewe; beşkû êwe le dîdarî perwerindew bê guman bin.

3) her emîşe em zemîney řaxsituwe û gelê kêwat û řûbarî lê afrand û ewg ş berubuwe zoreşî - ke hemûy kirdûne cûte - lewêda bedî hênawe; şew beser řoj hełdekêşê. emane giştî nîşanen bo ewaney řademênin.

4) lem herdeda gelêk parçe be pena yektirîyewe hen. herweha baẍatî řez û zewî û zar û darxurmay lifî yektir û lêk cuda; giş le yek aw paraw debin; [bełam] tam û çêjey biřêkyan beranber be biřêkî tir weser dexeyn.

5) eger to seyr demênî, seyr wa le qisekanyanda ke debêjin: axo eger debîne ax, serlenwê saz dekirêynewe? a emanen le perwerindekey xoyan ḧaşa deken; ewane toqî asnyan le mildaye û ewane yarî agirin û tahetayey têda debin.

6) ber lewe padaş û çaket lê bixiwazin, be hełpe û lez, azarit lê dawa deken. berlewanîş zorî wa bûn tûşî cezrebe kirawin; gerçî merdim sitemkar bin perwerindet bexşendeye û le tołeşda tund û tîje.

7) xudanenasekan êjin: edî boçî le perwerindey xoyewe bełgeyekî pitewî bo nehatge? to her tenya tirsênerêkî û hîçî tir; bo her gelêk le gelanîş eşê řêşanderêk hebê.

8) le tolî her mêçkeyekda herçî heye xwa deyzanê û dezanê çî dêteserê û çîşî lê kem debêtewe. hemû şitêk le lay ew endazey heye.

9) le nedyaran û le dyaran agadare û cê berzî here mezne.

10) herkê lengo penamekî qise bika û deng hełbiřê, yan le şewda xopena da û le naw řojî aşkirada bêt û biçê, lay em giştî wekû yeke.

11) le pêşyewe û le dwayewe, firye peycorî way heye ke bepêy fermanî xuda deyparêzin. xwa le hîç gelêk nagořê, ta ewan diłyan negořn. eger xuda gerekî bê tîreyek tûşî beła bin, hîç lemperî nayete ber û xwaş nebê, hîç kes dostayetîyan naka.

12) her xoyetî - bo tirsan û temadarî - birûsketan berçaw dênê û hewrî piř dadewestênê.

13) hewrekan û firiştekan - le samî em - hemîşe her pesin deden. hewretrîşqeş denêrê, kê ḧez bika tûşî deka; keçî ewan lemeř xuda kêşeyane û xwa le cizyadana gelê tundutîje.

14) nizay heqîş her bo ewe [tenha hawar le xwa biken]. ew kesaney gasî ẍeyrez xuda deken, kesyan be dengewe naye. wek kesî wan ke her le dûr destî bo aw řabdêrê û ḧez bika bête demyewe û naşîgatê. nizay xudanenasekan giş pûçe û befîřo deçê.

15) herçîyek heye le nêwanî em ’asmanane û zewîne - xwanexwayî - xoyan û sêberekanyan hemû beyanî û êwaran, giştyan sujde bo xwa deben.

16) bêje: kêye řahênerî em ’asmanan û zewîne? bêje: xuda. bêje: axo gewregelêktan bo xotan neqanduwe, ke qazanc û zyanî xoşyan be des nîye? bêje: axo kwêr û bîna beranberin? yaxo tarîkî û řûnakî serbeserin? yan ewane şitî wayan be şerîkî xwa danawe ke wekû ew çêkirawyan çê kirduwe û, wek eweye ke xuda dirustî deka û tya seryan lê şêwawe? bêje: her şitêkî heye, giştî deskarî xudaye û her emîş tak û tenyaye û be ser hemû şitda załe.

17) lew ḧewaye awêkî dařjandiwe, piřawpiřî baristayî newałan dê; lehî kefêkî biłindî hateser, herwek ew kefey behoy agir demandinê, dête ser keristey xişił û espabî tir. a bem terze xudaş basî řast û deẍeł dexate řû. ca kefeke le naw deçê û her ew şitey ke bo merdim behrey hes demênêtewe. xuda awa nimûne dehênêtewe.

18) ew kesaney be dengî xudawe hatûn, çakeyan derbare dekirê. ew kesaneş ke be dengyewe nehatûn, eger herçî lem herdeda hî ewan bê û hêndey dîş û lebatî xoyanî biden, zor be sextî dekewne ber pirsînewe û her cehendemyan cêgaye; ke xiraptirîn enwaye.

19) axo kesê biřway wabê ewey le perwerêntewe bo to hatote xwarewe hemû řaste, wek eweye ke lem bare kut û kwêre? em řamane her bo xawen awezane.

20) ew kesaney peymanî xwa pêk dênin û taze lêy paşgez nabnewe;

21) ew kesaneş ke hewday nêwanî xoyan degeł xuda - wek xuda fermanî dawe - qut naken û le perwerênyan detirsin û le ḧîsab kêşanî dijwar nîgeranin;

22) ew kesaneş ke le řahî řezay xuda xoyan girt û - be nihênî be aşkira - lew beşey ême pêman dan, xêr deken û be çake xirapekanyan deşonewe; dwařojî xoş bo ewane.

23) xoyan û bab û kałyan û jinekan û toremeşyan - ewaney xudapesind bin - le baẍatî dûr le neman, deçnejûr û firişte le hemû lawe deçne layan.

24) her lesay hêmnî dabin, çunke êwe xořagir bûn; pîroztan bê dwařojî řûn.

25) ew kesane ke peymanyan da be xuda û le paşan paşgez bûnewe û hewday nêwan xo û xudanî xoyan pisand - ke xoy fermanî pêdabûn neypisênin - û le herda bedfeřî deken, le behrey xuda bê beşin û dwařojî dijwaryan heye.

26) her xudaye - çi zor çi kem - be her kesê xoy ḧez bika, řozî deda. ewan be jînî serdinya diłyan xoşe; jînî dinyaş leçaw jyanî ew dinya řabwardinêkî hindike.

27) ewaney xudanenasin, êjin: bûçe bełgeyekî le xwawe bo nehatge? bêje: xuda her kesêkî xoy ḧez bika gumřay eka û her kesêkîş berew ew bigeřêtewe, şarezay řasteřêy deka.

28) ew kesaney ke baweřyan be xwa heye û be yadî xwa diłyan aram debêtewe, baş bizanin ke yadî xwa oqre û aramî diłane.

29) ewaney xawen baweřn û akarçakin, xoşî lewan; ke dwařojî başyan heye.

30) awa toman řasparde naw ew gele, ke berlewan zor gelî tir hatûn û çûn; ke her şitê le êmewe be to geywe, bo ewanî bixwênyewe; keçî ewan le xway řozî derî xoyan ḧaşa deken. bêje: ew perwerindeme û beẍeyrez ew kes bo peristinê nabê û min xom her bew siparduwe û her bo lay ewîş deçmewe.

31) eger qur’anê waş heba kejî le cê labirdiban, yan zewî pê let kiraba, yan mirdûy weqse hênaban, [hêman baweřyan nedêna.] hemû kar her be des xudan. boçî xawen baweřan ewe nazanin, eger xuda ḧezî lê ba, giş merdimî şarezay řasteřê dekird? xudanenasekanîş her - leber karukirdeweyan - giriftarî bełayekî dijwar debin; yan her le pena mał xoyan ew bełaye dêteseryan; ta ew katey bełênî xuda dête cê. dyare xudaş bełênî xoy nadate paş.

32) be pêẍemberanî pêş toş gałte kira. ew kesanem mołet da ke xwanenas bûn; ta le akama girtimin; çon tołeyekim lê sandin!

33) axo ewî çawdêrî karukirdewey hemû kese [wek eweye ke xeberî le hîç nîye]? şerîk gelêkyan bo xuda biřyar dawe. bêje desa nawyan hełden. yaxo êwe nyazû waye ew le şitêk - lem zemîne - agadar ken, kenayzanê?! ya ne eme witeyekî piřupûçe? nexêr, ew xwanenasane gizî xoyan le la xemławe û le řê řastîş ladrawin. herkeş xuda gumřay bika, hîç kesê şarezay naka.

34) heta leser dinya dejîn, her tûşî azarê debin. dyare cezrebey dwařojîş dijwartire û kes natwanê le xudayan biparêzê.

35) ew beheştey bełên waye ber xudê tirsan bikewê, cobarî be berda deřon, xwardemenî dwayî naye û hemîşe sêberîş heye. a emeye akamî le xudatirsan; paşeřojî xwanenasanîş agire.

36) ew kesaney ême kitawman pêdawin, bewey ke bo to hatuwe, diłyan xoşe. biřêkîşyan biřwa be bazêkî naken. bêje: fermanim pêdrawe ke xuda biperistim û kesî lê nekem be şerîk; hawar her be ew debem û berew xoy degeřêmewe.

37) ême em fermaney xoman be ’erebî bo to henard. eger le dway ew zanistey bot hatge, şwên arezûy eman kewî, îtir nexuda yarte û ne ewîş parêzgarte.

38) hełbet pêş toş pêẍemberanman henardûn; řêgeşman dan jin û neteweşyan hebin. hîç yek lew pêẍemberaneş neyantiwanîwe hîç bełgeyek nîşan bida, megîn xuda îznî dabê û bo her karêk wextêkî taybetî heye ke nûsrawe.

39) le nawdan û hêłanewe, beste be wîstî xudaye û makî hemû kitêbanîş wa lay ewe.

40) yan hêndêkit lewey boman biřyar dawin nîşan dedeyn, yan bo xonit debeynewe. to her ewendet lesere řageyênî û be ḧîsab řageyştinîş le ’odey me.

41) çon hêşta neyanzanîwe ême dîn û em zemîne - le giş la - kem dekeynewe û fermanřewa her xudaye û kes natwanê des dekarî xuda bida û zor zû be ḧîsab řadega?

42) ewanî berlemaneş bûn, gelêk fêłyan dedîtewe; fêłîş hemû hî xudaye. xoy dezanê her kesê çi karêk deka û her bîna xwanenasekan têgeyştin ke dwařoj kê deybatewe.

43) ewaney xudanenasin, pêt êjin: to pêẍember nît. bêje: xuda û kesê ke zanistî kitawî lelaye, bo şayetî nêwan min û êwe bese.