4- nîsa’

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 41 minutes  2294 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ey xełkîne! le perwerindekey xotan tirsû hebê, ke her ewe êwey her le yek kesewe xistotewe û cûtekeşî her lew kese xistotewe û lew duwanewe pyawî zor û jinî zorî wedî hêna. lew xudaye tirsû hebê; be nawî ew, êwe yektirî swênd deden; agaw le xizmanîş hebê. xwa hemîşe çawêre besertanewe.

2) małî hetîw bidenewe be hetîwan. napak be pak megořnewe û małî ewan têkeł małî xotan meken; ke tawanêkî mezne.

3) eger lemeř kîje hetîwekanewe, lewe tirsan ke netwanin be terzêkî ḧeq û řewa degełyan bicûłênewe, detwanin wazyan lê bênin û jinanî tir - çendî xotan pêtan başe û pêtan deşên - mare biken; duwan bin yan sîyan pêkewe, ya çwarîş bin her řewaye. eger tirsan ke netwanin jinekantan wekû yek timaşa biken, ba yekêk bê wel ewane řabuwêrin ke bûnete mułkî xotan. bo xo le ẍedir parastin, eme karê pesnide.

4) wek pêşkeşêk mareyîy jinekan biden. eger ewan her bo xoyan şitêkyan le mareyîyeke bengo bexşî, bîxon û noşî gyanû bê.

5) małî xotan - ke xwa kirdûyete mayey guzerantan - medene dest kem’awezan; [bełam] cilk û bijîwyan le małî xotan dabîn ken û be řûy xoşewe byandiwênin.

6) hetîwan taqî kenewe ta debne gencê řesîde; ca er dîtan xas û xirap le yektir cwê dekenewe, ewsa małyan bidenewe. le tirsî eweşda newa gewre bibin - beder le endaze û belez - małyan mexon. kê zengîne xo parêzê, kêş nedare, her ewendey ke pêwîstîy jyanyetî - be dabî řoj - lêy hełgirê. herkatêkîş małekeyan dedenewe, ba şayet agayan lê bê. bo lê pirsîneweş her xuda bese.

7) le kelepûrî day û bab û xizmî nizîk - kem bê yan zor - nêrîne beşî xoy heye û mêwîneş tya beşdare û beşyan bo biřyar dirawe.

8) ger le wextî dabeşînî kelepûrda, kesukar û hetîwan û bênewayan lewê hebûn, lew małe şitêkyan denê û be řûy xoşewe byandiwênin.

9) ew kesaney lepaş xoyan mindałanî serupêçkey bêdestełat becê dêłn, ba le wesyet kirdinêda, tirsî xwayan le diłda bê û şitêkî wa lepaş xoyan řaspêrin, hîç naheqîy têda nebê.

10) ew kesaney be nařewa darayîy hetîwan dexon ba bizanin ke agirê dexene henawyanewe û tûşî agirêkî be hełpe û giř debin.

11) xuda pêw řadegeyênê: kelepûrtan ba bo nêrîne dû beş û bo mêwîne nîwey beşî nêrîne bê. ger jimarey mêwîne le duwan pitir bûn, dû beş le sê beşî mîrateke eben. eger mêwîne yekê bû, nîwey kelepûr bo eme. eger mirdû ’ewladî lepaş becê ma, day û babî, herkamêkyan şeş yekyan lew małe heye. eger hîç firzendî nîye û day û babî debê mîrateke bigirin, le sê kut, kutêk bo dayke. eger mirdû bira û xuşkî becê hêştûn, paş danewey qerzuqołe û pêkhênanî wesyeteke, dayk şeş yekî pê debřê. êwe nazanin le baban û firzendanû kamyan bo behre pêdanû nizîktirin. biřyarêke le xwawe bow dandirawe. xuda zanay lekarzane.

12) lew mîratey le jinanû becê demênê - eger hîç firzendyan nebû - le dû beş beşêktan heye. eger ’ewladîşyan hebû, êwe çwar yekû pê debřê; paş danewey qerzuqołe û wesyetê ke kirdûyane. eger êwe mirdin û ’ewladû nebû, jinekanû çwar yekî mîratû degirin. eger ’ewladîştan hebû, jintan heşt yekyan pê debřê; paş pêkhênanî wesyettan û danewey qerzuqołe. eger pyawê yakû jinê mird û bab û firzendî lê becê nema û birayek ya xuşkêkî bû, heryek lewan şeş yekî kelepûrî hes. eger le yekêk pitir bûn, be hemûyan sê yekî kelepûr dega; paş pêkhênanî wesyet û danewey qerz. naşê wesyet be corêk bê ke be anqest be zererî kelepûrgiran tewaw bê. em biřyare le xudaweye û xudaş bo xoy agadar û leserxoye.

13) em destûrane sinûrin, xwa daynawe. herkesêkî be fermanî xuda û pêẍemberekey bê, deynêrête naw baẍatêk cobaryan be berda deřwa û heta ser her tya debin û lewpeřî bextewerîdan.

14) her kesêkîş le fermanî xwa û pêẍemberekey derçê û sinûrî xwa be hîç bigrê, deyxate dûř agirewe û heta ser her lewê debê û bewpeřî sûkayetîyewe azar dedrê.

15) her jinêktan ke hestû kird namoyan be xo fêr deken, çwar kesî xawen baweřyan berne serê - lew ’aneda ke lêk cût bûn - wextê ewan hatin şayetîyan leser dan, her le małda qetîsyan ken ta be mirdin lenaw deçin, yan ta xuda deretanyan nîşan deda.

16) ew cûtey le êwe ew kare deken, azaryan den. eger peşîman bûnewe û destyan hełgirt û řêy çakeyan girte ber, êwe destyan lê hełgirin. xwa le pejîwan debûrê û dilovane.

17) xuda tobe her lewane qibûł deka ke le řûy nezanînewe xirapeyan lê řû deda û gurcê pejîwan debnewe. xuda zanay lekarzane.

18) îtir pejîwan bûnewey ewane hîç behrey nîye ke le wextî gyaneławda dełên: ême pejîwanîn. pejîwanîy ewaneşî qibûł nîye ke be xwanenasî demirin. ême bo wan azarêkî zor bejanman saz kirduwe.

19) ey gelî xawen baweřan! botan řewa nîye jinan be zordarî bikene małî mîratî. nabê zorîşyan bo bênin biřêk lewey pêtan dawin dîsan lêyan bistênnewe; ca megîn her be aşkira karî bênamusî biken. be terzêkî cwan û řewa, degełyana bicûłnewe. eger xoştan nehat lêyan, şitî wa hen ḧezî lê neken û çakey zorî le xwawe bongo têda bê.

20) eger wîstû jinî xotan be jinêkî dîke wegořn, eger be jinekey pêşûtan kilûrêk dirawtan dabê, nabê lêyan bistênnewe. gerektane be buxtan û be xo tûşî gunaḧî aşkira kirdin bîstênnewe!?

21) ca çonyan lê destênnewe, ke êwe beyekewe bûn û her le cêwbanêkda xewtûn; xoşîtan le yektir dîwe û ewan peymanî pitewyan degeł êweda bestuwe!?

22) jinanêk mexwazin ke bawanî êwe xwastûyanin, meger ewey ke bûrîwe. çunke sercêy emane be dawênpîsî dadendirê û zor şûreyîye û řêbazêkî zor xirape.

23) ew jinaney pêw naşên û lesertan ḧeram kirawin, biryetîn le: dayk û kiç û xuşk û pilk û xałtîk û kiçî bira û kiçî xuşk û ew jinaney be sawayî şîrî emanû xwarduwe û ew kîjey hawşîrtan buwe û xesûtan û ew kîjaney xotan be xudanû kirdûn û lew jinanen ke êwe degełyan xewtûn; eger degełyan nexewtûn qeydî nîye. herweha jinî kuřîştan; ke be řastî ew kuře her le xotan bê; dû xuşkîş pêkewe hênan řewa nîye; ca megîn her le pêşûda em karew beser hatbê. ke xwa le hełe debûrê û dilovane.

24) jinî beşûtan pê naşê; megîn ewaney bûnete małî xotan. le xudawe em biřyarew bo nûsrawe. cya leme řêw dirawe be dirawî xotan jin bênin; bełam be pakî bê, ne be dawênpîsî. le beranber ew lezetey le jinekanî debînin, ew małey xuda boyanî biřyar dawe û kiray xoyane lesertan, êwe bîden. eger lepaş dyarîkirdinî mareyî, le nêw xotanda pêk hatin, hîç gunahêkû nagatê û xuda zanay lekarzane.

25) kêş destenge û ew małey bo hełnasûřê ke jinî xawen baweřî azad bênê, ba lew kîje baweřdarane wa bûnete î xotan, mare bika. xudaş le her kes zyatir le biřwatan agadare. hemûtan tîrey yektirin; be destûrî xawenyan mareyan biken. çon bawe le naw xotanda mareyîyan bo bibřinewe. ewanîş ba kenîzanê dawênpak bin, ne dawênter; le jêrewe dostî nêrîneyan nebê. bełam eger lepaş ewey hatne ber řikêfî êwe, destyan degeł pyawî nameḧrem têkeł kird, azardanyan nîwey ew jinane debê ke şûyan heye û azadin. eme bo ew kesaneye řebenî azaryan deda. eger êwe xořagir bin, bêguman botan baştire. xuda le hełe debûrê û dilovane.

26) xwa gerekye řêtan bo řûn bikatewe û le řêwşiwênî pêşînîyanîş şarezaw ka û pejîwanîw lê qibûł ka. xuda zanay lekarzane.

27) xuda deyewê tobetan lê qibûł ka. ewaneş wa ekewne şwên hewa û hewes, deyanewê - be tewawî - êwe le řêge la biden.

28) xwa gerekye erkitan leser sûk bika û miroş bê hêz û pêzî dirust buwe.

29) ey gelî xawen baweřan! mał û darayîy yektirî - le xutuxořayî - mexon; megîn be sewda û mamłe û be řazî bûn le naw xotan; ke ewsa pêtan řewaye. beheq nebê, nabê yektirîş bikujin. xuda derbarey hemûtan dilovane.

30) herkesêkîş le naheq û her be nyazî desdirêjî em core karane bika, giriftarî arî dekeyn. em kare lelayen xuda zor hasane.

31) eger êwe ew tawane zelamaney pêman řageyandûn neyken û xotan dûreperêz bigirin, hełe û pełey dîketan leser la debeyn û detanbeyne şwênêkî beqedir û ’îzet.

32) nabê awat bew şitane bixiwazin ke xuda bewane hêndêk lengoy beranber be hêndêkî tir ser xistuwe. pyawan bepêy kirdewe û koşşî xoyan, jinekanîş beranber be kirdeweyan [her kam] beşî xoyan heye. êwe debê her leber xuda wepařên, çaketan derbare bika. xuda bo xoy le hemû şit agadare.

33) day û bab û xizme zor nizîkekan û ew kesaney peymanû degeł girê dan, herga mirdin û małêkyan le duwa mabû, ba beşî xoyan pê biga. xuda leser hemû şitî agadare.

34) pyawan beser jinanda destełatyan hes, ke xwa hêndêkî le hêndê hêjatir bedî hênawe. dyare pyawan erkî beřêçûnî małyan leser şane. ca jinanî baş ewanen ke gwêbîsin û - wek xuda fermanî dawe - dûr le şûyan şermî xoyan deparêzin û agayan le małê debê. ew jinaneş le eşqî bûnyan detirsin, nisḧet ken û cêgeyan lê cya kenewe; eger lêşyan biden, debê. eger dênewe ber ferman, êwe byanûy azardanyan medoznewe. xwa cê berz û zanaye.

35) eger tirsan ke jin û şû lêk dûdiłn û wêk hełnaken, keyxudayek le kesukarî pyaweke û kesukarêkî jineke biła bibne nawbijîker; herga herdûk la řazî bûn pêk bênewe, xwa pêkyan dênêtewe, xuda zana û agadare.

36) ’ebdayetîy xwa biken û hîç şit meken be şerîkî. derbarey day û babtan û xizmekan û hetîwan û hejaran û hawsay dîwar be dîwar û hawsay dûr û hewałî hemîşeyîtan, ewaney le řêda mawin û ewaney bûnete mułkitan, ta detwanin çake biken. ew kesaney lût biłind û xopesnidin, xuda hîçkamî xoş nawên.

37) ew kesaney çikûsî dekene pîşe û xełkîş bo řijdî han deden, ew beşey xuda pêy dawin deyşêrnewe. [ba bizanin ke] ême bo pênezanan azarî abřûberman amadeye.

38) ew kesaneş ke bo řûbînî le merdim, małî xo bext deken û baweřîşyan be xwa û řojî qyamet nîye, [hewałetîy şeytan deken]; her kesîş şeytan yarî bê, xiraptirîn yarî heye.

39) çîyan lêdehat emane, baweřyan be xuda û řojî seła û ewsa lew małey ke xuda beşî dawin, byanbexşîba? xwa be karubarî ewan baş dezanê.

40) xwa be sengî mêrûley zerdî wirdîleş naheqî le hîçkes naka; bełam hember be her çakeyekî bîken, dû ewende padaş deda û sereřay ew padaş daneş xełatî girîngyan heye.

41) debê çon bê eger ême le her komełê haw’ayîn yekêkman lê hełbijardin ke bibne şayet leseryan? toşman kirde şayetêk leser emane.

42) ewê řojê ew kesaney le řêy xuda kila bûn û be qisey pêẍemberyan nekird, ḧezê deken řêkî řûkarî zewî ban; naştiwanin hîç qiseyêk le xuda weşêrin.

43) ey gelî xawen baweřan! beserxoşî le nwêjê nizîk mebnewe, heta têbgen dełên çî. be leşpîsîş nwêjê meken - megîn wextê řaguzer bin - ta katê ke xo deşorin n eger - dinyabû - nexoş bûn yan řêbwar bûn yan yekêktan le ser pêşawê hatewe yan tixunî jinan kewtin û destû be aw řanegeyşit, xołêkî pak peyda ken û řûxsar û destekantanî pê bihenûn. xuda çawpoşîw lêdeka û lêw debûrê.

44) axo ewanet nedîwe ke beşêk le kitêbî xudayan pêdrawe, çon řê le xo hełe deken, deşyanewê êweş le řêge la biden?

45) xuda dujminanî êwe le xotan baştir denasê, êwe her xuda yarîdertan bê, bese.

46) hêndê kes le cûlekekan, witarî xwa degořn û qisey tirî dexene cê. be toş dełên: bîstiman û gwêman neda; toş bibîse: dek qet gwêt le ême nebê! zimanyan delalç degirin û tane le dînit deden û be teşer êjin: «řa’na». eger eman byangutaye: bîstiman û be qiset dekeyn û lêman bîstî û debê çawêkit lêman bê, boyan çaktir û řastitir bû. bełam xuda le ser ew řê gořîneyan nefrînî xoy lê kirdûn û lewane - kemêkyan nebê - nayanewê biřwa bênin.

47) ey ewaney le pêşûda kitêbî xudaw bo hatbû! biřwa bênin bemey ême nardûmanete xwarewe; ke biřway bewaneş heye wan le kitêbekey êweda. ber lewey demuçawgelê saf bikeyn û wekî piştî seryan lê keyn, êweş herwek ewaney şemoyan şikand, ber neḧletî ême kewn û xwa be herçî ferman bida her wedî dê.

48) xuda lewane xoş nabê ke bêjin hawkarî heye. leme beder herkê xuda meylî lê bê, lêy debûrê. ew kesaney dełên: xwa hawkarî heye, buxtanêkî gewreyan le dem derdeçê û tawanêkî mezin deken.

49) to lewanet neřwanîwe ke her xoyan pakane bo xoyan deken? nazanin pakaney her kes be xudaye û her xudaye ke be qed hewday barîkî nawkexurmaş naheqî le hîç kes naka.

50) debřiwane diroy çilon be dem xwawe hełdebestin; tawan leme aşkiratir [nebuwe û] nabê.

51) axo ewanet nedîwe, ke wa beşêk le kitêbyan pêdrawe û be bit û taẍûtê biřwayan hênawe? êjin: řê xwanenasekan le řêgey biřwadarekan serřastitre!?

52) ewane weber neḧletî xuda kewtûn; herkê xwa neḧletî lê bika, hîç kesê dehanay naye.

53) axo eman beşyan bew mułkewe heye? eger bîşyanbê, ewendey têkułî denke xurmayek behreyan bo merdim nîye.

54) yan ewane êreyî bemane deben ke xwa çakey degeł kirdûn? xo dyarîşe ême be berey îbrahîm kitêb û karzanîman daw destełatêkî gewreşman pê sipardin.

55) biřêk biřwayan pê hêna û biřêktir řûyan wergêřa; ke ewane kiłî cehendem [beşyane] besîşyane.

56) ew kesaney le nîşanekanî ême ḧaşadeken, le dwařojda be agir deyan sûtênîn heta pêstyan daploxa, pêstî tiryan bo degořîn ta azar pitir biçêjin. xuda xawen destełatî lekarzane.

57) ew kesaneş ke bûne xawenî biřwa û akarî çak řeçaw deken, deyanbeyne baẍatî wa cobaryan be berda deřwa û heta ser her tya debin; jinanî pak le giş ’eyb û sêberî piřyan dedeynê.

58) xuda fermanû pêdeda, herçî małî amanete byandenewe be xawenyan; hergayekîş bekarî merdim řadegen, bê lagrî û be yeksanî pê řabgen. xuda zor baş amojgarîtan bo deka. xuda hemû şitêk debîsê û hemû şitêkîş debînê.

59) ey gelî xawen baweřan! be fermanî xuda û pêẍemberî xuda û karbedestanî xotan bin. herkatêkîş le ser şitê le nêw xoda pêk nehatin, eger biřwatan bexuda û beřojî qyametê heye, kêşey xotan ḧewałey xwa û pêẍemberî xuda biken. em kare botan baştire û akamî çaktirî heye.

60) edî ewanet nedîwe, wa xoyan hełxistotewe, bew qur’aney bo to hatote xwarewe û bew kitêbeş ke ber le to nardirawe, biřwa deken; deşyanewê kêşeyan berne lay taẍût; fermanîşyan pêdrawe: ḧaşay lêken. dyare şeytan way gereke be yekcarî le řêgeyan hełe bika.

61) eger bêtû pêtan biłên: werne lay em qur’anewe ke xwa nardûyete xwarê û werne lay em pêẍembere, dûřazekan debînî ke zor betundî řûyan le to werdegêřn.

62) edî çone ewane le ser karê xoyan deyken, herga tûşî bełayek bûn, dêne lat û be xwa swên dexon ke: ême be nyazî çake kirdin û nêwan xoşî ew akareman řeçaw kird?

63) xwa dezanê ewane çîyan le diłdaye. eto her wazyan lê bêne û nisḧetyan ke û terzêkî wayan bidwêne, diłyan berew xot řakêşî.

64) her kesêkman be pêẍemberî narduwe, boye buwe ke bexełk řabgeyênê, be îznî xwa debê fermanî qibûł ken. ca emaneş lepaş ewey ke ew ẍedreyan le xo kird, ger bihatbanewe lay to û daway xuda lê xoşbûnyan bikirdaye; toyekîş ke pêẍemberî, daway le gunah bûrdinit bo ewane bikirdiba, bê guman ewsa deyandî ke xwa pejîwanyekeyan qibûł deka û dilovane.

65) bełam nexêr, swêndeke be perwerindey to emane nabne xawenî biřwa megîn wextê ke le kêşe û heray nêwan xoyana bitkene qazî û le diłewe beher fermanê to bîdey ředayan bê û betewawî milkeçî bin.

66) eger ême bo emaneman nûsîba, kuştarî xobexo biken yan le wiłatû derkewn - kemyan nebê - neyandekird. keçî eger wekû nesîḧetyan dekira kirdibayan, bo ewan çakî dehêna û baweřîşyan be xuda pitewtir debû.

67) ewsa êmeş le layenî xomanewe padaşêkî mezniman bewan debexşî.

68) waşman dekird ke le řêgey řastî êmeş şarezabin.

69) her kesêkî be fermanî xuda û em pêẍembere bê, debête hawřêy ewaney xuda çakey degeł kirdûn; le řêzey pêẍemberan û xudaperistanî řastî û şehîdan û pyawçakekan; çi hawřêyanêkî çakîşin emane!

70) em çakeye xuda derbareyan deka û xwayan bese ke bekirdeyan dezanê.

71) ey gelî xawen baweřan! hemîşe hoşî xow hebê û amade bin deste deste, yan pêkewe û be têkřayî, biçne xeza.

72) hêndêkî watan denaw dan ke le anqest xo wedwa deda û nagatê. eger ewsa êwe tûşî çortimêk bin, êjê: xuda minî beçake xwêndewe ke min degełyanda nebûm.

73) eger êwe le sayey çakey xudawe deskewtê başû des kewt, wek kesêkî ke depêşda her yektirû nenasîbê û dostayetîytan nebûbê, êjê: xozî minîş řegełyan kewtibam; ewsa minîş lew xêrubêre gewreye beşdar debûm.

74) ba ewaney bo qyametê des le dinyaye hełdegirin, biçne xeza le řay xwada. eweş ke deçête xeza le řêy xuda, çi bikujrê û çi serkewê lew dinya padaşêkî gewrey dedeynê.

75) boçî êwe naçne xeza leřay xuda û le ber hêz lê gîrawekan? le ber pyawan û jinan û mindałanê ke dełên: ey perwerênman! lem şare wa xełkekey naheqîkarin, řizgarin kew le lay xotewe yar û yawerêkma bo dyarî bike!

76) ewaney xawen baweřn, xeza leřay xuda deken. ewaneş ke xwanenasin le řêgey taẍût şeř deken. desa êwe biçne şeřî ewaney dostî şeytanin, fêłî şeytan zebûn û bê hêz û pêze.

77) axo ewanet nedîwe, pêyan gutra: heta le mekken şeř meken; nwêj biken û zekat biden. katê bîstyan xezayan le ser nûsrawe û zanyan debê biçne şeřê, ewendeyan lew xełkey kedeçne gijyan tirs řê nîşt, ke le xudaş her ewende tirsawin û bigre pitrîş detirsan? deyangut: ey perwerênman! boçî xezat bo nûsîwîn, çî debû ta maweyekî tir dwat xistiban? bêje: jyanî dinyaye kem û kurte û bo ewaney ke tirsyan le xuda heye, jyanî ewla zor baştire û beqed dawî zirawî naw denke xurma, kes naheqî lê nakirê.

78) le her kwê bin tenanet eger le qełay zor qaymîş [xo weşêrin], mirdin detandozêtewe. herga çakeyan dête řê, êjin: eme le xwaweye. eger tûşî naxoşîş bûn, êjin: eme le tořa bû. bêje: xoşî û naxoşî her be des xwaye. erê em merdime çîyane? wekû dehîç qiseyek tênegen waye!

79) tûşî her çakeyek bibî, le xwaweye. na lebarîşt bêteřê, bizane ke le xot řaye. toman kil kird ke be ser ew merdimewe pêẍember bê. hêndet bese ke xuda agay lêt heye.

80) her kesêkî ber fermanî pêẍembere, dyare ber fermanî xwaye; her kesîş xoy lê bibwêrê, ême boyeman to nenard ke leseryan çawedêr bî.

81) [le nawyanda kesanê hen] êjin: ême le fermanî to dernaçîn; bełam ke lêt dûr dekewn - pêçewaney fermanî to - şewane řawêjê deken. her xeyałê ke leşewda bedłyanda řadebûrê, xwa deynûsê. to eşê wazyan lê bênî û xot her be xuda bispêrî û karsazit xuda bê beste.

82) axo emane le qur’an wirdinabnewe û [serincî řanekêşawin]? eger qur’an karî kesêkî tir buwaye ẍeyrez xuda, dyare mebestî nařêk û dijyektiryan fire têda peyda dekird.

83) hergayekî sebaret be hêmnayetî, yan metirsî, deng û basêkyan pêdega, serbexo le lay hemû kes deykene qaw. ger her le lay pêẍember û karbedestekanî xoyan byangutaye, deyanzanî řasteqînekey kameye û ew core dengubasane le kwêwe seryan hełdawe. eger çake û bezeyî xwatan nebuwaye, - kemtan nebê - debûne peyřewî şeytan.

84) to leserte le řay xuda biçye xeza û to her erkî xot lesere. dinew haney baweřdarekanîş bide, şayet xwa le bedfeřî û zebruzengî xwanenasan bûparêzê. xuda lewan beguřtir û azatre û le beła beserhênanîş lewan bedest û birditre.

85) herkê bête tikakar û tikay bo karî çake bê, xoyşî beşî têda heye. her kesêkîş tika bo xirape bika, ewîş beşî le xirapeke pêdega. xuda le ser hemû şitê twanaye.

86) her kesêkî çak û xoşîtan lêdeka, êwe çaktir çak û xoşî degeł biken; yan wekû ew pirsivekey bidenewe. xwa be hemû şit řadega.

87) ẍeyrez xuda hîç şit bo peristin nabê. le řojî hestaneweda - ke hatnî bê gumane - lêktirû ko dekatewe. ca qisey kê le qisey xwa řastire?

88) êwe çîtane derbarey ew dûřuwane, xotan kirdote dû taqim? le ber karê kirdûyane, berawejûy kirdûnewe û [be xwanenasî danawin]. axo êwe gerektane kesê xwa řêgey lê gum ka, bîxenewe ser řasteřê? her kesê ke xuda řêgey lê bigořê, to natwanî řêgayekî bo peyda key.

89) ew dûřuwane - herwek xoyan bêdînin - gerekyane êweş le dînû wergêřn; ewsa wekû yektan lê bê. ca ta ewan le řay xuda xoyan derbeder neken û weltan neyêne xezaye, êwe dostayetîyan meken. eger em kareşyan nekird, êwe le her kwê tûşyan bûn, řêy hełatnyan medenê û feraqî řeşyan lê bibiřn. degeł hîç kamîş lewane dostayetîtan her nebê û yar û yawer le nêwyana hełmebjêrin.

90) megîn ewaney peymanyan degeł kesanêkda heye, ke ewanîş bûne hawpeymanî êwe; yan ewaney le naçarî hatûne ber dałdey êwe û lew naweda dûdił mawin be gij êweda biçin ya tûşî xizim kuştin bin. eger xuda meylî lê ba, hêndey destełat pêdedan ke be gijtanda biçnewe û serîş kewn. eger xoyan le êwe dûr xistotewe û be gijtanda nehatûn û deyanewê şeřtan le nawda nemênê, xuda řêgey pê nedawin ke êwe destyan bo berin.

91) degeł giroyekî tirîşa êwe řûbeřû debin ke deyanewê hem le êwe û hem lexzim û kes û karyan arxeyan bin; her wextêkî ewan lêyan bigêřnewe, bê sê û dû kirdin deçne naw xizmekanyan. ca ewane eger lêtan neteknewe û des le bedfeřî hełnegirin, le her kwê begîrû hênan byan kujin û mehêłn le destû řaken. ewa ême le ser ewan destełatî tewawman dawe be êwe.

92) hîç baweřdarê boy nîye baweřdarêkî tir bikujê, ca megîn be hełe çûbê. her kesêkîş baweřdare û, baweřdarî behełe bedest kujrawe, debê le birî ew kuştine koyleyekî xawen baweř azad bika û xwênbayîşî bida be kes û karekey. ca megîn pyawetî biken û pêy bibexşin. eger kuşte baweřdare û ser be hozî dujmintane, ewî bedestî kujrawe leseryetî koyleyekî baweřdar azad bikat û [le xwênbayî wazbihênin]. eger kuşte le hozêkî xwanenase û degeł êweda swêndixorin, debê xwênbayyekey bidrê û bendeyekî baweřdarîş azad bika. ew kesêkî ew karey ledes qewmîwe û natwanê bende azad ka, leseryetî dû mangî řebeq leseryek be řojû bê. heta xuda pejîwanî lê qibûł ka. xuda zanay lekarzane.

93) her kesêkîş herle anqest xawen baweřêk bikujê, le birî ewe ta hetaye her le naw ceḧendem daye û xuda lêy be řikda çuwe û weber neḧletî xistuwe û azardanêkî dijwarî bo danawe.

94) ey gelî xawen baweřan! êwe wextê bo xeza be řêda deřon, hemû şitêk lêkdenewe. neken le ber jyanî dinya, bewey kefermanberî xoy derbiřîwe, bêjin: to xawen baweř nît. êwe eger małî dinyatan gereke, deskewtî zor wa lay xuda. êweş berê her wabûn û baweřîtan be xwa nebû; xuda êwey be bezeyî xoy xwêndewe. sa be wirdî le karî xo xurdibnewe; xuda le her karê deyken agadare.

95) ew biřwadaraney ke her lemałî xoyan demênin - cya lewaney nuqustanin - degeł ewaney deçne ceng le řay xuda û mał û gyanyan li eřêy ewda bext deken, wekû yek nîn. xuda xezakaranî beramber be xanenşînan - be pileyek - serxistuwe. xwa bełênî be hemû layekyan dawe ke çakeyan degeł deka; bełam ewî le meydanî xezada bin, le çaw xanenşînanekan padaşêkî here meznyan dedatê;

96) pile û payegelêkî zor - le lay xwawe - hawřê degeł lêxoşbûn û mîhrewanî. xwa bexşende û dilovane.

97) ew kesaney her le cêy xoyan manewe û ew ẍedreyan le xoyan kird, katê firîştey gyan kêşan pêyan dełê: êwe leç barêkda bûn? dełên ême le zemînda hêz û wizelêgîraw bûyn. pêyan dełên: meger serzewînî xuda heraw nebû ta le zêdî xo koç ken û biřone cêgayekî tir? emane دûژەە debête enwayan û dwařojî xirapyan hes.

98) ca megîn ew mêru jin û zaro hêzlêgîrawaney hîç deretanyan nebûbê û be řêgeşyan nezanîbê;

99) hîç dûr nîye xuda emane bibexşê. xuda çawpoşî le laye û bexşendeye.

100) her kesêkî le řay xuda li emałî xoy hełweda bê, lem zemîne gelê şwênî ḧawanewe û ferḧanî bo peyda debê. her kesêkîş le zêdî xoy derbikewê û le řêy xuda û pêẍemberî xudada derbeder bûbê û le awareyîda bimrê, xuda bo xoy desteberî padaşyetî û xwa le gunahan debûrê û dilovane.

101) er çûne sefer û tirsan lewe ke xwanenasekan tûşî teşqełetan biken, hîç gunahêkû nagatê nimêjtan hełbiqirçênin. be řastî xwanenasekan be aşkira dujmintanin.

102) eger toş degełyan [deseferda bûy] bo xot nwêjit bo dabestin, ba hêndêkyan be çekewe nwêj le dway towe dabestin; eger le sujde bûnewe biçne dwawe û le piştewe bûparêzin. emcar ewaney le nwêjda beşdar nebûn, bêne pêş û nwêjê degeł to dabestin û le ser hoş bin le çekekan û le xoyan. xwanenasan be arezûn êwe aga û le çek û esbabtan bibřê û lepiř pelamartan biden. eger baran tûşî seẍłetîtan deka, yan nexoşin, eger çekekanû danên hîç gunahêkû nagatê; bełam her debê wişyar bin. dyare xuda bo ewaney dîn dujminin, azardanî abřûberî saz kirduwe.

103) herga le nwêjê bûnewe, bepêwe û be danîştin û ke le ser layek řadekşên, yadî xuda û le bîr neçê. le wextî xatircemîşda - ke hîç tiristan nemawe - be asayî nwêjekanî xotan biken. nwêj le ser xawen baweřan nûsrawêke, wextî bo dyarî kirawe.

104) le danepey dujmina hîç sistî meken. eger êwe lewan tûşî azar debin, ewanîş - herwekû êwe - le êwe azar debînin. êwe humêdû xudaye, ewan emeşyan la nîye. xuda zanay lekarzane.

105) em qur’aneman bo lay to nardote xwar, ke herçî têydaye řaste. sa to be hoy em qur’ane - wek xuda řêy nîşan dawî - bekarî merdim řabge, xoşt meke be lagrî gizîkaran.

106) le ber xuda bipařêwe ke lêt xoş bê, xuda le gunah debûrê û dilovane.

107) gêre û kêşe leser ew kesane meke ke degeł xoyan ẍeyanin. xwa ḧez naka lew kesaney zor ẍeyan û gunahbarin.

108) şit le xełk deşarnewe, xo natwanin le xuda hîç bişêrnewe; xudaş degełyane katê ke şewane qisegelê deken ke pê qadê nîye. her karêkî ewan deyken, dyare xuda agay lêye.

109) wa girîman ta le ser dinya jyawin, twanît lagîryan lê bikey û le ser ewane be cwab bî; edî kê le řojî seła twanay heye - ke le beranber xudawe - le ser ewan bikatewe, yan kê heye karekeyan westo bigrê?

110) her kesêkîş karî nalebar bika, yan ẍedrêkî le xoy bika, paşan le xuda bixiwazê ke bîbexşê, debînê ke xwa lêy bûr û dilovane.

111) her kes gunaḧê bika, gunahekey zyan be xoy degeyênê û xuda zanay lekarzane.

112) herkê be hełe yan beqest, tawanêkî lê řûbda û bîxate ser bêgunahêk, aşkiraye barî tawanî, buxtanî le ser şane.

113) eger çake û bezeyî xwa dehanay to nehataye, hêndê lewan qurmî xoyan xoş kirdibû řêt lê win ken. her xoyanin ke řêge lexo gum deken; ew natanin hîç zyanêk le to biden. xwa kitêbî bo nardûy û lekarzanî fêr kirdûy; zor şitî way fêrî to kird ke to pêşû net dezanîn. çakey zor hêja û girîngit le xwawe degeł kirawe.

114) zorbey sirte û çipekeyan behrey nîye, ca megîn basî xêrat û karî řewa û pêk hênanewey merdim bê. her kes meḧzî řezay xuda çipe bika, le dwařojda padaşî gewrey dedeynê.

115) her kesêkî le paş řastî bo derkewtin û şareza bûnî lem dîne, pêçewaney pêẍember bicûłêtewe û řiçeyek bigrête berê ke řêy baweřdaran nîye, ême bew řêyeyda debeyn ke xoy hełîbjarduwe. ta deyxeyne cehendem û dwařojî zor naxoş debê.

116) xuda lewane nabûrê ke şerîkî bo binasin. lewe pêwe leher kesê bo xoy ḧez ka, ’afûy deka. her kesêkî şerîk bo xuda dabnê le řadebeder gumřaye.

117) ewane lecyatî xuda hana debene ber berd û kiřekî wa ke zorbeyan nawî mêwîneyan heye û dyare hawar debene ber ew şeytaney serbizêwî kirduwe û derkirawe;

118) xuda be neḧletî kirduwe û ewîş le cwaba gutûye: şerte le ’ebdekanî to beşêk bo xom gil demewe;

119) dyarîşe le řaste řê yan derdexem û diłyan pir dekem le awat û bo xom fermanyan pêdedem gwêçkey wiłsatyan dadiřn û fermanîşyan bo derdexem terḧ û bîçmî ew şitaney xwa kirdûye, têkî biden û bîgořn. ca her kesê xuday newê û degeł şeytan bibête dost, dyare çend zyanmend debê.

120) bełê bełênyan pêdeda û deyanxate ser arezû. ew bełênî ke şeytan bewanî deda, firîw nebê çîtir nîye.

121) cêy ewane ceḧendeme û deretanî tiryan nîye.

122) ewane ke be biřwan û akar çakin, deyanbeyne naw baẍatêk cobaryan be berda deřwa û heta ser her tya debin. dyare wadey xuda heqe û kê le xuda řasgotre?

123) ne be awatî êweye û ne behewa û arezûy ew kesaneye be ehlî kitêb ḧesêbin. her miroyek karêkî nalebar bika, bew karey xoy cizya dedrê û cya le xwa hîç kesî bo peyda nabê dostî bê û dehawarî bê.

124) her miroyek – nêr bê yan mê – her hênde xawen baweř û akarçak bê, deçne beheştewe û be endazey tiłîşî wirdîley nawkexurmayeş naheqyan lê nakirê.

125) çi dîndarêk dînî lew kese çatre ke xoy be xwa siparduwe û çakekare û kewtote şwênî ayînî îbrahîmî le nařewa lader û berew heq hatû? ew îbřahîmey ke xuda bibuwe dostî.

126) her şitêk le asmanan û zemîndaye, hî xudaye û her xwaye le hemû şit agadare.

127) derbarey jinekanewe lêt depirsin; bêje: be hoy em kitêbe - ke botan dexwênrêtewe - xuda cwabî ew pirsyare û dedatewe. ew kîjaney ke be hetîwî mawnewe û ew małey ke deyankewê, nayandenê û gerektane le xotanyan mare biken, herweha ew minałaney zebûn û bê deretanin, lesertane degeł hemû hetîwanda be yeksanî řeftar ken û êwe herkarê çak biken, lêtan řûn bê ke xuda lêy agadare.

128) eger jinêk hestî bewe kird mêrdekey eşqî buwe ya ne řûy lê werdegêřê, qeydê naka hewłî le hev hatin biden; aşt bûnewe lew diřdongye baştire. xoşewîstî małî dinyaş le lay hemû kesê heye. ca eger çakey biken û xo le hełe biparêzin, xuda le her karê deyken agadare.

129) êwe herçend hewłîş biden, qet natwanin legeł jinanî xotanda bê cyawazî řeftar biken. sa ewende le xoyan dûr mexenewe ke hełpesarde û texsîryan ken. eger degełyan pêk bên û xo le guna biparêzin, xuda bûrdinî le laye û dilovane.

130) xo eger her be yekcarîş des lêk berden, xuda ferḧanî le laye û her dûkyan bê nyaz deka û bezeyî xuda herawe û her bo xoşî lekarzane.

131) bo xudaye her şitêk le ’asmanan û zemîndaye. ew kesaney le pêşûda kitêbî êmeyan bo hat, êweşman řasparduwe ke debê le xwa bitirsin. xo eger ḧaşaşî lê biken, dîsan herçî ke le naw asmanan û zemîndaye bo xudaye û xwa hemîşe her le giş kes bê nyaze û her debê pesnidî bidrê.

132) arê herçî ke le naw ’asmanekan û zewîdaye, ser be xwaye. her xuda karsaz bê bese.

133) ey merdim! eger xwa ḧez ka, giştû terit û tuna deka û ẍeyrî êwe le cêgew dademezrênê û xuda ew karey le des dê.

134) kê le êwe gerekyetî le dinya xoşî řabwêrê, ba têbga ke xoşî dinya û qyametîş wa lay xuda û xudaş bîser û bînere.

135) ey gelî xawen baweřan! be yeksanî û bê cyawazî [be karî merdim řabgen] û bo xudaş şayetî biden; herçende şayetî danû be zyanî xotan û dayk û babtan û xizmanîşû bê. [er şayetî bodrawan] dara bin yaxo hejar bin, xwa bo ewan diłsoztire; mekewne şwên arezûtan, newa le řêge la biden. eger ziman bixene la, ya xotan le şayetî dan bidzinewe, le her karê êwe deyken, xwa hemîşe agadare.

136) ey gelî xawen baweřan! wêřay ewey biřwatan be xwa hênawe, eşê biřwaw be pêẍemberekey hebê û biřwaw bew qur’ane hebê bo pêẍemberî narduwe û biřwatan bew kitêbeş bê ke ber le qur’an nardûye. her kesêkîş le xuda û firiştekanî û kitêbanî û pêẍemberekanî xuda û řojî seła ḧaşa bika, le řadebeder gumřaye.

137) ew kesaney hewełcar biřwayan hêna û paşan peşîman bûnewe; dûbare biřwayan hêna û be şwênya ḧaşayan lê kird, ewsa xudanenasyan pitewtir bû, hergîz xuda nayan bexşê û řêgayekyan nîşan nada.

138) mizgênî be bedûřazan ke azarêkî zor bejan wa le řêyan.

139) ew kesaney debne dostî xwanenasan û le komeł baweřdaran deteknewe, axo be teman ke lay wan qedir û ḧurmetyan des kewê? ba bizanin ke qedir û řêz her lay xwa heye û hîçî tir.

140) lem qur’ana be êwey řageyanduwe: hergayekî pêtan zanî kesanêk hen le wextî qur’an xwêndina des deken be gałtew gep û be diroy hełbestey dezanin, êwe nabê - heta ew base negořn - le gełyanda dabnîşin; dena êweş ewsa wekû ewan debin. dyare xuda giş ew kesaney dûřû bin, wêřay gelî xwanenasan le دûژەە ko dekatewe.

141) ewane lêtan dexevtên: sa herga xwa êwey serxist, êjin: êmeş her degeł êweda nebûyn? xo eger xwanenasanîş le beşêkda baw xoştir bûn, pêyan êjin: huner hunerî ême bû; ême be dił degełtan bûyn; ême nenhêşt baweřdaran bitangenê û derostû bên. xuda dwayî û řojî seła be karubartan řadega. xuda hergîz hîç řêgayek nada be xudanenasan ke dijî baweřdaran bê.

142) be dił deẍełanî dûřû deyanewê xwa firîw den, keçî xwa deyanxełetnê. eger deçin nwêj dabestin, be tewezelî hełdestin; řûbînî le xełk deken; kemyan nebê kemtir nawî xudaş dênin;

143) wazwazîn lem nêwaneda; dûdiłn biçne lay eman, yan xobdene lay ewan. kesê xwa řêy lê bigořê, to natwanî hîç řêgeyekî nîşan dey.

144) ey gelî xawen baweřan! beder le xawen baweřan mebne dostî xwanenasan. axo êwe detanewê bełgeyekî be aşkiray dijî xotan biden be xwa?!

145) dyare ew kesaney dûřûn, wan le qatî hereberejêrî دûژەە. to natwanî yarîderyan bo peyda key.

146) megîn ew kesaney dûřûn dest le dûřûyî hełgirin û tewaw peşîman bibnewe û řêgey çake bigirne ber û xoyan be xuda bispêrin û be diłî pak bibne dîndarî be řastî. ewsa ewîş wêřay baweřdaran debin û le dwařojda xuda bebaweřdarekan padaşî zor girîng deda.

147) eger êwe biřwatan be xuda hebê û çakey ewtan deçawda bê, xwa çi karî be azarî êwe dawe? xuda supasî pêzanan qibûł deka û le hemû şit agadare.

148) xuda pêy xoş ne hîç kes be dengî berz qisey naḧez bidirkênê; megîn ẍedrî lêkira bê. xuda bîser û zanaye.

149) egir êwe çake biken - ew çakeye û aşkira bê yan nihênî - yan le karêkî nalebar çawbipoşin, xwa hemîşe twanaye bo ’afû kirdin.

150) ew kesaney diłyan dijî xwa û pêẍemberekanyetî û dyare deyanewê le nêwan xwa û pêẍemberekanî ferqê danên, êjin: ême baweř behêndêkyan dekeyn, hêndêkîşyan be cêgey baweř nazanîn; gerekyane lem nêwane řêgeyek bo xo peyda ken.

151) be řastî ke emane xudanenasin û ême bo ew xwanenasane azarî abřûberman amades.

152) ewaneş ke baweřyan hes be xwa û pêẍemberekanî û le nawyana ferq û cyawazî dananên, le dwařojda xuda padaşyan dedatê û le gunahanyan debûrê û dilovane.

153) ewaney ehlî kitêbin, lêt dexwazin kitêbêkyan [be taybetî] le asmanewe bo bênî. her ewane ewî le mûsayan dewîst, zor lem kareş girîngitir bû. gutyan: xwaman be aşkira pê nîşan de! le sizay em bedfeřyeda ber hewretrîşqe kewtin. carêkî tir - paş dîtnî gelêk bełgey be aşkira - çun bûne gwêreke perist. çawpoşîman leweşyan kird; bełgey destełat darîman da be mûsa.

154) be hoy peymanê ke dayan, çyay tûrin le ser wan le berzî řagirt; pêman witin: be sujdewe lew derkewe biçne jûrê û pêşman witin nabê le řojî şemmeda dest dirêjîw lê řû bida; peymanêkî pitewîşman lê sitandin.

155) ewsa le ser peyman şikandinyan û xobwardinyan le nîşanekanî xwa û her le naheq kuştinî pêẍemberanyan û gutnyan: «ême diłman daxrawe»; [ber nifrînî xoman xistin.] her xuda xoy diłî be mor daxsitibûn. îtir beşî kemyan nebê, le baweř hênan bê beşin.

156) le ber le řê xwa ladan û ew buxtane gewre bo meryemyan hełbest;

157) le ber eweş ke deyangut: ême ’îsay kuřî meryemin le naw bird - ke pêẍemberî xuda bû - keçî ne ewan kuştyan, ne twanyan le qenarey den; bełam seryan lê têk çûbû, neyannasî û ew kesaney derbarey em le naw xoda kêşeyane, le řayekeyan dûdiłn lew barewe û her peyřewanî gumanin û bêguman neyankuştuwe;

158) bełkû xwa berew xoy hełkêşayewe. xwa hemîşe xawenî destełat buwe û lekarzane.

159) lewaney ehlî kitêbin, her kesêkyan - ber le mergî - biřway be ’îsa dehênê, dyare [’îsaş] řojî qyamet debête şayet le seryan.

160) bew naheqyey ke le cûlekan derkewt û zor kesyan le řêgey xudaye wergeřan, lew şitaney boyan řewa kirabû, bê beşman kirdin.

161) herwa be hoy sût xwardinyan, ke pêyan gutrabû meyxon û be fêřo darayî merdimyan dexward; êmeş bo ew pê nezananin û sipłane azarêkî gelê bejanman saz dawe.

162) bełam zor zanakanyan û biřwadaran - be taybet ew kesane wa nwêj be başî becê dênin - herweha zekat deran û ewaney ke be xwa û berojî seła xawen biřwan û bewey bo to nardirawete xwarewe û beweş wa pêş to nardirawe, baweřyan hes; be ewane bem zuwane padaşêkî girîng dedeyn.

163) ême fermanî xomanman xiste diłit, her wek nûḧ û pêẍemberanî dway wîşman watêgeyand. xistîşmane diłî pakî îbrahîm û îsma’îl û îsḧaq û ye’qûb û newekan û ’îsa û eyîwib û yuns û harûn û suleyman; zebûrîşmanda be dawud.

164) pêẍemberanî dîkeşman beřê kirdin; çi ewaney ke depêşda bûn û çûn û serbhurdyanman bo gutûy û çi ewaney derbareyan nemdiwandûy. xudaş bo xoy - řastewxo - mûsay dwandûwe.

165) giş le giştyan pêẍemberî mijdeder û tirsêner bûn. heta le paş pêẍemberan ew xełke hîç bełgeyekyan le la nebê bo lay xuda. xuda xawen destełatî lekarzane.

166) xuda bo xoy agay lêye û firiştekanîş hemûyan agadarin, ke xuda be zanistî xoy emey bo to nardote xwar. agadar bûnî xwa bese.

167) ewaney le dîn derçûn û řêgey xudanasan debiřn, řê lê gum bûy le řadebeder ewanin.

168) ewane le řêgey xuda layanda û naheqyan kird; xuda ne lêyan xoş debê, ne řêgeyekyan nîşan deda;

169) meger tenya řêy ceḧendem, ke her tya demênnewe û emeş lay xuda hasane.

170) ey xełkîne! em pêẍembere berheqe û lelayen perwerindetanřa hatuwe. desa baweřî pê bênin qazanictane. eger le qisey xudaş derçin, baş bizanin her şitêk le asmanan û zemîndaye, bo xudaye û xuda zanay lekarzane.

171) ey kesanî ehlî kitêb! hełeřoyî le dînî xotanda meken; cige le řast derbarey xuda mebêjin. aşkiraye ke mesîḧî kuřî miryem pêẍemberî xuda buwe. xuda be fermanî xoy û her le nefesî pîrozî xoy hawîtye naw tolî meryem. desa êwe baweřtan be xuda hebê û be pêẍemberanî ewîş biřwa bênin û mebêjin sên. waz lem qisane bihênin; ke bo êwe wa çaktire. dyare her xwayektan heye û ewîş lew tomete dûre ke hîç firzendêkî hebê. herçî le naw asmanan û zemîndaye, her bo ewe. bo pêk hênanî karubar her xoy bese.

172) mesîḧ hergîz lewe ḧaşay nekirduwe ke bendeyekî xudaye; firiştanî nizîk be xudaş, her wetir. her kesêkî be kwêlayetî xuda řazî nebêt û badî hewayî binwênê, her bîna xwa hemû layek le lay xoy kokatewe.

173) ewsa ewî xawen baweř û karçakin, serbarî padaşî xoyan xuda pitir çakeyan derbare deka. ew kesaneş ke le xuda layandawe û pîşeyan lût berzî buwe, xuda tûşî cezrebey bejanyan deka û le xwa pêwe hîç dost û harîkarêkyan des nakewê.

174) ey xełkîne! leperwerindey êweřa bełgeyektan bo hatuwe û řoşnayyekî aşkiraman bo êwe nardote xwarê.

175) ca ewaney baweřyan be xwa hênawe û xoyan her bew siparduwe, be zûyekî zû deyanxate ber bezeyî xoy û zyatrîş. deşyanxate ser řêgey řastî berew xoy.

176) lemeř kesê ke bawik û firzendî nîye û demrê, pirsyarit lêdeken; bêje: xuda ew cwabetan dedatewe: eger pyawê hîç ’ewladî nîye û demrê û her tenya xuşkêkî heye, nîwey mîratekey deba. xo eger xuşkeke bimrê û hîç firzendî le paş nebê, birakey mîratê deba. eger mirdû pyawêke û dû xuşkî lê man, dû beş le sê beşyan heye. eger çend xuşk û çend bira le paş mirdû be cê mabûn û mirdû firzendêkî nebû, her nêrîney dû ewendey mêwîne mîratê degrê. xwa botan řûn dekatewe, ne wekû lêtan têk biçê. xwa le hemû şit zanaye.