2- beqere

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 62 minutes  5374 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, mîm.

2) em kitêbe hîç gumanî têda nîye; bo ewaney parêzgarin, řê şandere:

3) ew kesaney biřwayan be nedyar heye û nwêj deken û lew bijîweş ke ême pêman dawin, debexşin.

4) ewaneş ke bew kitêbey lemeřa bo to hatuwe û bewaneş bo pêẍemberanî ber le to beřê kirawe, bebřiwan û le hatnî řojî pesłanê, gumanêkyan nîye.

5) ewane perwerindeyan řêberyane û dyare giroy řizgaranin.

6) gelî xuda nenasanîş bitirsênî, yan tirsyan weber nehênî, wekû yeke; ewan le baweřî hênan xo debwêrin.

7) le xudawe dił û gwêyan mor kirawe û perdeyekîş be ber çawyanda kişawe û beşyan azarî bejane.

8) lem xełkeda î wa heye, êjin: bawerman be xuda û řojî seła hênawe; keçî baweřîşyan nîye.

9) ewan xuda û baweřdaran firîw deden; ke her xoyan firîw dawe û pêş naḧesin.

10) diłyan deẍezêkî heye û xwa deẍezî pitir kirdûn; leser em diro kirdine, beşyan azarî bejane.

11) eger kesê pêyan bêjê: lem herde bedfeřî meken! êjin: ême çakekarîn.

12) baş bizanin, ke xirapekar ewanin; bełam bo xoyan nazanin.

13) hergaş yekê pêyan bêjê: êweş sayrî em xełke biřwa bênin, êjin: ca çon ême wek nefaman biřwa bênîn? ba bizanin, ke xoyan nefamekanin; bełam bexoyan nazanin.

14) her wextayek degene xawen baweřan, dełên: êmeş wek êwe xawen baweřîn. hergaş çûne lay şeytanekanî xoyan, êjin: ême wel xotanîn; her geme bemane dekeyn.

15) xuda gałte bewan deka û beryan bo berhełda deka, ta le ew serkêşîyeda sergerdan bin.

16) ewane řasteřêyan da be gumřayî û le sewdada têşkawin û řêgey řastyan bedî nekird.

17) emane řast be meredî kesanê çûn, ke xerîkî pêkirdinî agirêk bûn; her ke řoşnayî agir dewruberî řoşin kirdin; xuda řûnakîyekey birdin û le tarîkêkî wada wêłî kirdin, hîç aştebayan nededît.

18) keřn, kwêrin, lał û pałn; natwanin bişgeřênewe.

19) yane [her wekû kesanê ke] baranî belûzewyan degeł hewr û çexmaxedan lew ḧewaye bo bibarê û bikewne naw tarîkayî; le tirsî hewretrîşqe, tilî le gwêyan řabken, neka bimirin. xuda dewrî lem xwa nenasane dawe.

20) lewaneye birûskey hewr kwêryan bika. her şirîxey çexmaxe hat, dekewne řê û herga lêyan tarîk dahat; řadewestin. xo eger xwa bîwîstaye, gwê û çawî le kar dexsitin; xwa hemû şitêkî pê dekirê.

21) ey xełkîne! her ew xwaye biperistin ke êwe û zorî tirîşî pêş êwe wedî hênawe. beşkû xotan biparêzin.

22) ew xudaye, herdî bo kirdûn be řayex, asmanî berz kirdewe û awêkî lew ḧewayewe bo barandin; hemû core berubûy – behoy ew awe – bo řuwandin. deysa ke ewew zanîwe, çon şerîkan bo ew xwaye peyda deken?

23) eger lemey ke ême bo ’ebdî xoman nardote xwar begumanin û pêştan waye řastî bo çûn, desa êwe wêřay hawbaweřekantan be gelekomekî yektir – cige le xwa – sûretêkî wek ew bêjin.

24) eger newkird – ke hergîz boştan nakirê – sa bitirsin lew agirey desteçîley tewen û leşî miroye û her bo xudanenasekan hełkirawe.

25) bew kesaneş ke bûne xawen baweř û akarçakin, mujde bide: baẍatêkî wayan debê, cobaryan be berda deřwa û le her mîweyek biçêjin, êjin berê eme kirabuwe beşî me û êsta wêneyan hênawe. jinekanyan lewê zor pak û xawênin; tahetayeş her le beheşta demênin.

26) xuda lewe şerim naka mêşûle û le pêşkeş kemtir be nimûne bênêtewe. ca ewaney bebaweřn, řûn dezanin eme řaste û le perwerindeyanřaye. ewaney xuda nenasin êjin: xuda lem nimûne hênanewe çî gerek bû? zoranî pê gumřa deka û fireşyan şareza deka. her ewane pêy tûşî gumřayî debin ke le řêgaye ladeden.

27) ew kesaney peyman degeł xwa debestin û deyşkênin; ew şitey xuda wîstûye her be saẍî bîhêłnewe, depsênin û le ’erda bedfeřî deken, her xoyan zyanbar debin.

28) çon lew xwaye ḧaşa deken ke le nebû, jyanî dawe be êwe û le paşan detanmirênê û dîsan zîndû dekatewe û ewsa giştû bo lay ew degeřênewe.

29) her xoyetî herçî le zemînda heye, bo êwey berhem hênawe û ewsa perjaye berzayî û ḧewt nihomî lê dirust kird. her ewîşe agay le hemû şit heye.

30) ew katey perwerindey to be firîştanî řageyand: min demewê birîkarêk leser zemîn dyarî bikem; gutyan: to kesê wa dênî lewêda xirape bika û xwên biřêjê, keçî ême her şukiraney to dekeyn û pesnî pîrozîy to dedeyn? gutî: ewey min deyzanim, êwe agatan lê nîye.

31) xuda hemû nawêkî fêrî adem kird. ewsa hemû şitekanî leber firîştekan řana û gutî: eger řastî bo çûn nawî ewanem bo hełden.

32) gutyan: her toy le kemayetî be dûrî; ême beder lewey ke to fêrit kirdûyn, hîç nazanîn. her bo xot zanay karzanî.

33) gutî ey adem! desa to nawî hemû ewaneyan bo hełbide. wextê adem hemû nawêkî bo hełdan, gutî min be êwem newt ke her xomim her nihênî le ’asmanan û zemîndan û herçî êwe weyşêrin û bîdirkênin, deyanzanim?

34) fermanman be firîştan da, kiřnoş le ber adem berin. ẍeyrez îblîs hemûyan sujdeyan bo bird; ew ke xoy be ziltir dezanî, sujdey nebird û sipłe bû.

35) gutman: adem! xot û jinit, le beheşt nîştecê bin û herçî le her şwênê dexon, noşî gyanû; her tixunî ew dar [y hana] mekewn; çun [bem kare] le naheqîykaran debin.

36) şeytan hełîxełetandin û le beheşt derîpeřandin. gutman: dawezne xwarewe, xotan dujminî xotanin; ta maweyê dyarî kiraw, leser zemîn řaybibwêrin.

37) adem le perwerindeyřa çend wişeyekî pê geyîşt. ewsa tobekey qibûł kird. her xoyetî le pejîwanan debûrê û dilovane.

38) gutman: giştû le beheşt biřone xwarê; ewsa eger lay minewe řênwênyêktan bo hat, ewaney bikewne şwênî řênwênîm, ne le hîç şitê detirsin ne xem dexon.

39) her kesanîş xoyan tûşî hełe ken û le nîşanekanî min ḧaşaye biken; debin be yarî agir û heta ser her tya debin.

40) ey zar û zîçî îsra’îl! le bîrû bê çendem çake degeł kirdûn. peymanî min becê bênin; minîş peymanê pêm dawin, pêk dênim û her tenya le xom bitirsin.

41) biřwaw hebê bewey ke nardûmete xwar, ke emeş be řast dezanê wa êsta le lay êweye. mebne pêşengî ewaney ḧaşa lem kitêbe deken; naşê nîşanekanî min be nirxêkî kem bifroşin. sa her le xom tirsû hebê.

42) řastî řewa be nařewa damepoşin. ḧaşaw lew řastîye nebê, ke bo xotan nasîwtane.

43) nwêj biken û zekat biden; degeł kiřnoşberekanda kiřnoş berin.

44) axo êwe ke ferman bew merdime deden çakey biken , xotanî lê hełdawêrin û her xoşû kitêb xwênewen ? desa çîtane tê nagen ?

45) bo xořagrî û bo nwêjan hana berin; ke em kare zor dijware; megîn her bo ew kesaney ke xoyan be zil nazanin;

46) ew kesaney sûr dezanin tûşî perwerênyan debin û degeřênewe bo lay xoy .

47) ey zar û zîçî îsra’îl! bîr lew çake bikenewe ke min derbaretanim kird; le çaw xełkî hemû dinya pitir řêzim le êwe na.

48) xoş biparêzin lew řojey ke kes tawanî naçête ser kesî tir; ne barimtey têda heye û ne hîç xo kiřîneweyek; kesîş de hanay kes naye.

49) ewsa ke řizgarim kirdin le fîr’ewn û darudestey , ke sereřay cizya danû , kuřanî lê ser debřîn û jinekanî saẍ dehêştin ; ke lemeda ezmûnî zor mezin hebû le perwerindetanewe .

50) ewsaş ke ême deryaman bo qełaştin û necatin dan û ewaney wel fîr’ewn bûn, hemûman be xinkandin da û êwe timaşaw dekirdin.

51) ewsakeş ke degeł mûsa, jwanî çil şewman dana, êwe ew naheqîyetan kird: paş ew gwêreketan perist.

52) le paş emeş lêtan xoş bûyn; beşkû şukiranebjêr bin.

53) ewsaş ke ême be mûsa kitêb û hoy bijardin da; beşkû êwe şareza bin.

54) ewsaş mûsa be hozekey xoy řageyand: gelo! be golk perestîw naheqîtan le xotan kird; pejîwanî le lay bedîhênertanewe derbiřn; sa werin yektir bikûjin; lay bedî hênertanewe em kare botan çatre. ke tobey lê qibûł kirdin; her ewîşe le pejîwanan xoş debê û dilovane.

55) ewsaş ke be mûsatan gut : ême biřwat pê nahênîn ta aşkira xwa nebînîn ; ke her leber çawî xotan birûsketan beserda hat .

56) le paş ewey ke mirdibûn serlenwê zîndû kirdinewe , şayet şukiranebjêr bin .

57) hewrîşman kirde seywanû; gezo û melî şêlaqeşman bo henardin: bixon lew bijîwe pakey beşman dawin. ewan naḧeqyêkyan le ême nekird; derbarey xoyan naḧeq bûn.

58) ewsaş pêman řageyandin: biřone naw şarekewe; her şitêkî dexon û çî dexonewe, be arezûy xotan biken. her le derga çûne ewdîw, sujde berin û bêjin: ey perwerindeman! erkî giranman mexe ser. ewsa me le gunahanû xoş debîn û padaşman lemeř karçakan pitir debê.

59) îtir le řê laderekan – herçî bewan sipêrabû – berawejû řeftaryan kird; ewsa êmeş le tołey ew bedfeřyeda, bełayekman le ’asmanewe bo nardin.

60) ew heřeteş ke wa mûsa awî bo peyřewanî xwast. gutman be dar ’asakey xot lew berde de! dwazde kanî lê hełqułî; her tîreyek cêy wexwardinî xoy zanî. sa lew beşey xuda dawye bixon, wexon, le ’erza bedfeřî meken.

61) ew demeştan le bîr bê ke guttan: mûsa! ême be yek core xorak heda nadeyn; le perwerindet bixiwaze lewey zewî deyřiwênê, wek sewzewat û xeyar û nîsk û sîr û pîwaz, boman berhem bênê. gutî: êwe xirap be çak degořnewe? serberejêr biçne şarêk diłxiwazî êwe لەûێە. bełam çunke le nîşananî xuda ḧaşayan dekird, her le naheq pêẍemberekanyan dekuşt, yaẍî bûn û milyan le des dirêjî dena, weber ẍezebî xwa kewtin û çareřeşî û zebûnîyan bo biřyar dira.

62) ewaney xawen baweřn û ew kesaneş ke cûleke û fele û saybî mezeb bûn, eger be xwa û rojî pesłan baweřyan bê û akarçak bin, le lay perwerindeyanřa padaşî xoyan pê dega û ne hîç tirsêkyan le sere, ne xem dexon.

63) ewsaş ke ême bełênman lê wergirtin û kêwî tûrman be sertanewe biłind kird; gutman: herçî pêman dawin tundî bigirin, çî têda le bîrî meken. şayeta xo biparêzin.

64) le paş ewe xotan lê bward. eger çake û bezeyî xwa dehanatan nehataye, êwe le zyanbaran bûn.

65) le ḧałî ew kesaneştan xeberdar bûn ke wa le řojî şemmeda le řadey xoyan derkewtin, pêman gutin: meymûnî tiřokiraw bin.

66) be pendêkî waman birdin, hawçerxan û dway ewanîş, çawtirsên ka û dersêk bê bo parêzgaran.

67) bîr lew careş bikenewe ke mûsa be hozekey gut: xuda fermanû pê deda ke êwe çêłêk serjê ken. gutyan: axo detewê gałten pê bidey? gutî: pena debem be xwa ke le řêzey nezanan bim.

68) gutyan le perwerindey xot pirsyar bike, çon çêłêke? gutî: êjê ew çêłeye ke ne pîrî pek kewteye û ne kem temen; nawencîye. be çîtan ferman pêdrawe debê bîken.

69) gutyan le perwerindey xot pirsê bike pêman bêjê çi řengêke? gutî: êjê çêłêkî hênde řeng zerde, twaşaçî diłxoş deka.

70) gutyan: dîsan le perwerindet bipirse ba pên biłê çon çonîye? manga serî lê têk dawîn; eger xuda xoy ḧez bika detwanîn şareza bîn.

71) gutî: êjê ne çêłêkî hevûtîye, cûtî bika û ne aw dekêşê bo zewî, hîç pełeşî têda nîye. gutyan êsta řasteket bo xistîne řû. îtir ewsa seryan jê kird; wextîş bû em kare neken.

72) ewsa yekêkyan kuştibû,[ le ser gujer ]yektirî tan têwededa, ke xuda boy wederxistin ewey ke detanşardewe.

73) ewsa gutman: pajêk le laşî çêłeke le lakî kujraweke den, xuda awa mirdû zîndû dekatewe û awa nîşanekanî xoy nîşan deda, beşkû bitwanin têbgen.

74) le paş emeş bûne diłřeqêkî weha le çeşnî berd; bigre řeqtirîş bû le berd; çunke texteberdî wa hen çend cobarî le ber deřon; heyşe tirek tirek debê û awî lêwe fîçqe deka; hî waş heye le tirsî xwa całe debê. xwa le her karêkî deyken agadare.

75) axo êwe bew hîwayen ke baweřîtan pê bênîn, keçî desteyek her lewan witarî xwayan debîst û le paş ewe têy degeyîn, deyangořî û deşyanzanî ke deygořn?

76) hergayekîş tûşî baweřdaran debin, êjin: baweřman hênawe, herga degene yektirî, pêyan êjin: axo êwe ew zanistey xwa pêdawin lay ewanî dedirkênin, ta bîkene bełgey xoyan licem perwerindey êwe? de’axir ta key tênagen!?

77) boçî emane nazanin herçî nihênî diłyane û herçî be aşkira deyłên, xwa deyzanê?

78) lewanîşda î wa hen ke nexwênden û bêjge arezû, le kitêb ser dernaken; emane her le xeyałat û gumandan.

79) sa haware bo ewane be destî xo kitêbeke denûsin û paşan êjin: eme le xwawe hatuwe, ta be nirxî kem bîfroşin. hawar lewan lewey be des nûsîwyane û hawar lewan bo nirxê gîryan kewtuwe.

80) deşłên: agir tûşman nabê; megîn çend řojê, ewîş kem. bêje: axo xuda bełênî pê dawin – ke xuda le bełênî xoy paşgez nabê – yan her le nezanyewe qise leser xuda deken?

81) dyare her kes xoy tûşî xirape bika û xirapekey dewrî dabê, ewane yarî agirin û ta heta her têyda debin.

82) ewaneş ke baweřdar û akarçak bûn, beheştîn û her lewêda demênnewe.

83) ew serdemeş ke peymanin le berey îsra’îl wergirt: ẍeyrez xuda neperistin û çake degeł dak û bab û nizîkan û hetîw û hejaran ken û bo merdim qisey baş biken; nwêj biken û zekat biden; le dway ewe – kemêk nebê – piştû têkird û xow le peymaneke bward.

84) peymanîşman lêtan estand ke: hûnî yektir meřêjin û xotan her le zêdî xotan weder menên. paşan bo ew peymaneştan biřyarû da û bo xoştan şayetî deden.

85) le dway eweş her xotan bûn kuştarû le yektir dekird; be piştîwanî xełkî tir – be tawan û desdirêjî – hêndê ke her le xotanin, le wiłatyan weder denên. ke lêşû be dîl degîrê, hemûtan xwênekey deden; ke hîç boştan řewa nîye deryan biken. axo êwe be hêndê le nawerokî kitêbekew biřwa deken, le hêndêkî ḧaşa deken? her kes lengo ewe bika dyare le jyanî dinyada řîswa debê û lew dinyaşa zor be tundî azar dedrê. xuda le hemû karêktan agadare.

86) ew kesane jînî dinyayan kiřîwe û qyametyan le nirxî dawe, îtir ne barî azaryan sûk dekirê û ne kes yarîdeyan deda.

87) ême xoman kitêbman dawe be mûsa û çend pêẍemberî tirîşman le dway ew nard. çend bełgey zor aşkiraşman da be ’îsa kuřî meryem, le gyanî pîrozî xoşman yarîden da. heta êsta her pêẍemberêkû bo hat û şitê way gut ke êwe lêtan xoş nehat, xotan lew be ziltir zanî û be hêndêktan gut dirozin û hêndêkîşyanû her kuştûn.

88) gutyan: diłman serpoşî pêda dirawe. nexêr, ewan behoy le xuda ladanyan, ber neḧletî xuda kewtûn û be degmen biřwa deken.

89) her katêkî kitêbêkyan lelayen xudawe bo dê û em kitêbeş deselmênê ke êsta le lay ewane û le pêşûşda gerekyan bû beser xudanenasanda załyan bika, keçî wextê hat û nasîyan, be gijîda dên. desa kesanê dij bewn, ber neḧletî xwa kewn.

90) ay ke xoyan be nirxêkî xirap firoşt! her çunke xwa le her ’ebdê le ’ebdanî wa ḧez bika be çakey bixiwênêtewe û fermanî xoy bew bispêrê, êreyî bew derdey birdin ke lêy bikewne ḧaşaye; bem kareyan dû car weber ẍezeb kewtin; ew çawçinokane azarêkî abřûberyan debê.

91) eger bêtû pêyan bêjin: bew kitêbey xuda nardûyete xwarê, biřwaw hebê, êjin: ême her bew kitêbey ke bo xon hatote xwar, biřwa dekeyn; kitêbî tir – ba biřwaşî be kitêbekey ême hebê – ême beřastî nazanîn. bêje: eger biřwaw heye, edî boçî le pêşûda pêẍemberekanî xuda û [le xutuxořayî] dekuşt?

92) katê mûsaş be çendîn nîşaney pitew hate latan, keçî dway ew gwêrekeyektan peyda kird, detanperist.

93) lew kateşda ke peymanin degeł bestin û kêwî tûrman le ser berz kirdewe û pêman gutin: herçî le êmewřa bo dê tundî bigirin û bîbîsin; gutyan: bełê, bîstiman û gwê nadeynê. ewînî golk peristî wehayan dedił çeqîbû baweřî le bîr birdinewe. bêje eger biřwadarin, biřwaketan tûşî karî gelê nalebarî kirdûn.

94) bêje: eger be řastane û pêtan waye le xudawe małî ewla bo êwe terxan kirawe û beşî kesî têda nîye, desa dawa biken bimirin.

95) hergîz ew dawaye naken, çun dezanin çîyan kirduwe; xudaş naheqan denasê.

96) bê gumane deyanbînî le hemû kes le dinyada bo jyanê papatirin; tenanetî lew kesaneş ke şerîk bo xwa denasin. herkam lewan pê xoşe hezar sał bijî. xo temenî hezar sałeş le azar dûrî naxatew. xuda hemû kirdeyanî le ber çawe.

97) bêje her kes ke dujminî cubra’île[ ba bizanê: ] her ewe ke em qur’aney – be îznî xwa – ḧewałey diłî to deka û be kitêbekanî dîkey asmanîş baweř deka û řêşander û mijde dere bo ewaney baweřdarin.

98) herkê dijî xuda û pêẍemberekanî û firîştanî û cubra’îl û mîkayl bê, xudaş dij xwanenasane.

99) dyare ême nîşananî aşkiran bo to narduwe; ewaney ḧaşay lêdeken, her le řê laderekanin.

100) edî boçî her carêkî peyman degeł xwa debestin, hêndêk her le naw ewanda dên hełîdeweşênnewe. zorîneşyan her baweřî pê nahênin.

101) dway emey em pêẍembere xuda nardûyete nawyan, biřway bew kitêbeş heye ke layane; dîsan hêndêk lewaney ehlî kitêbin, le kitêbî xwa xo debwêrin û řûy tênaken. her êjî neşyan zanîwe.

102) kewtûne şwên ew şitaney şayetînî le zemanî suleymanda be wirte deyanxiwêndewe. suleyman xwanenas nebû; şayetînî xwanenas bûn; xełkyan fêre cadû dekird. ew zanisteş ke hatbuwe ser harût û marûtî cûte firişte le bablida, her kesêkyan fêrî cadû bikirdaye, pêşekî têyan degeyand: ême her bo ceřbandinîn, nekey xudat le bîr biçê; her hêndeşyan lê fêr debûn jin û şû lêk cyawe ken; ke twanay eweyan nebû – bê îznî xwa – zyan le hîç kesê biden. her şitêkî wa fêr debûn ke zyan le xełk bida û bo xoyan sûdêkî nebê; deşyanzanî kiřyaranî cadûgerî lew dinya hîç beşyan nîye. ay eger têgeyştiban deyanzanî çon xoyan xirap defroşin.

103) eman eger biřwayan be xuda heba û parêzgar ban, deyanzanî ke padaşî çaktir wa le lay xudaye.

104) ey gelî xawen baweřan! êwe mebêjin «řa’îna»; bêjin: «timaşaman bike» û gwê bidenê. bo ew xudanenasane cezrebey zor bejan heye.

105) ewaney ehlî kitêbin û dînî xoyan le des dawe û ewaney xwa be xawen şerîk dezanin, ḧez naken hîç şitêkî çaktan le perwerindewřa bo bê. xudaş be meylî xoyetî, le her kesê xoy ḧez bika – betaybetî – be çake deyxiwênêtewe. xuda xêwî çake û bezeyî here zor û zewendeye.

106) her ayetêk le kar bixeyn yan le bîrî bibeynewe, ayetêkî lew baştir yan her wek ewî exeyne cê. meger netzanîwe xuda hemû karêkî pê dekirê.

107) netzanîwe ke em ’erz û ’asmanane her mułkî xwan, ẍeyrez xudaş dost û harîkartan nîye?

108) axo êwe detanewê le pêẍembertan bipirsin, wekû pêşû le mûsa pirsyar kirabû? her kesêkîş bê xudayî be baweř bigořêtewe, be bê guman řêgey řasî lê win buwe.

109) zor kes le xawen kitêban – çunke êreyîw pê deben – ḧezê deken le paş baweřî hênanû – ke le laşyan aşkiraye řast kameye – pejîwanû bikenewe. êwe çawyan lê bipoşin û le hełekanyan bibûrin, ta fermanî xuda dega; xwa hemû karî pê dekirê.

110) nwêj biken û zekat biden; her çakeyek bikene pêş barî xotan, lay xuda pêw degatewe; herçî bîken xwa deybînê.

111) gutyan: her tenya mûsayî yan ’îsayî deçne beheşt; eme awatî xoyane. bêje: desa bełgey xotanin nîşan den! eger pêw waye řast deken.

112) bełê, her kes – be bê xewş – hemîşe řûy le xuda bê û akarçak bê, padaşî xoy le perwerindey werdegrê û em kesane ne hîç tirsêkyan dête ser, ne xem dexon.

113) cihû gutyan: felekan hîç kareyek nîn. feleş kutyan: cûlekekan leser hîçin; ke her dû laş kitêb xwênin. nezanîş her ewey dełên ke emane pêyan êjin. ewsa xuda řojî qyamet bew kareyane řadega ke kêşeyan leserî bû.

114) kê naheqtire lew kesey řêge neda nawî xuda le mizgewtekanî xwada bihêndirê û hewłîş bida wêran bibin? nedebwaye emane her biçne nawyan megîn be tirs û lerzewe. beşyan le dinya sûkîye û le qyametîş azarî dijwaryan heye.

115) xorhełat û xor’awa – hertik – hî xudan; řû bikene her layekî, xwa lewêye; zanistî xwa berbiławe û agadare.

116) gutyan: xwa bo xoy firzendî hełbijîwe. xuda lew şitane pake; bełkû herçî le asmanan û zemîne, giş bo ewe û giştî be fermanî ewn.

117) dahênerî ’asmanekan û zemîne û her ke wîstî karê pêk bê, ferman deda: bibe! debê.

118) le hîç nezanekan gutyan: boçî xwa ême nadwênê, yan bełgeyekman bo naye? ber lewanîş her em qisaneyan hebuwe. dyare diłyan lêktir deken. ême bełgekanî xoman nîşanî ewane dawe ke amaden bîselmênin.

119) ême toman be têřadîwî narduwe ke mizgênîş bidey û bîşyan tirsênî; derbarey dojehîyekanîş berpirs nît.

120) em cûlekane û felane, ta neçye ser dînî ewan, hergîz xoşyan le to naye. bêje: řêy řas her řêy xudas. eger to paş ew zanistey bot hatuwe, şwên arezûy ewan kewî, îtir xuda dostayetît naka û taze nayete yarîdetewe.

121) ew kesaney ke kitêbman pyan dawe û wek pêwîste deyxiwênnewe û dyare biřwayan pêy heye, ewî biřwaşî pê neken le řêzey zyanbaranin.

122) ey berey ser be îsra’îl! le bîr meken çendem çake degeł kirdin, le çaw xełkî hemû dinya, pitir řêzim le êwe na.

123) eşê biştirsin lew řojey ke řojî her kes her kese û kiřînewe lew řojeda bawî nîye û tikakarî behre nada û kesîş dehanay kes naye.

124) ewsa xuda be çend wişe ezmûnî îbrahîmî kird; pêkî hênan. gutî: detkem be řêberî xełkî dinya. gutî: edî toremekem? gutî: naheqîykaran weber bełênim nakewn.

125) lew kateşa biřyarin da małî kabe mekoyekî merdim bê be diłnyayî û cêy îbrahîm biken be nwêjgey xotan û îbrahîm û îsma’îlîşman řaspard ke małekem bo ewaney le dewrî desûřênewe û bo ewey her lewê debin û bo ewaney kiřnoş û sujdem bo deben, pakij biken.

126) îbrahîm be pařanewe gutî: ey perwerindey min! em şare bê wey bihêłe; xełkekeşî herkê be xwa û řojî seła biřway hêna, le berubû teselyan ke. gutî: herkêş ḧaşa bika, wa dekem serdemêkî kem řay bibwêrê, ewsa berew azarî tînî agir û çareřeşî beřêy dekem. ay çi encamê xirape!

127) lew demeşda ke îbrahîm û îsma’îl binaẍey małekey xoyan biłind dekird, deyangut: perwerindeman! lên qibûł key, to her bo xot zor bîser û fire zanay.

128) perwerênman! xot wa bikey heta ser ber fermanit bîn; toremeşin wa řabêne komełêk bin le fermanî to derneçin û řêwşiwênî to peristîman nîşan de û tobeman lê qibûł bike. toy tobe qibûł dekey û dilovanî.

129) perwerênman! pêẍemberêkî her lewan beřê bike, ta nîşanekanî toyan be serda bixiwênêtewe û le kitêb û karzanîda řayan bênê û le hełe bê pełeyan ka. destełat darî le karzan, her bo xotî.

130) kêy wa heye ke ayînî îbrahîm binête lawe? ca megîn her xoy gewc bika. ême ewman lem dinya hełbijarduwe û lew dinyaşa wa le řêzî pyawçakana.

131) wextê perwerindey pêy gut: were xo be min bispêre, řigutî wa xom daye destî řahênerî hemû dinya.

132) îbrahîm bo kuřekanî û ye’qûbîşî qewîntî kird: firzendanim! xwa em dîney bo êwe hełbijarduwe; eger waye, ẍeyr be musułmanî memirin.

133) axo êwe agaw lê bû ke le gyanełada ye’qûb be řołekanî xoy degut: le dway min çî deperistin? gutyan: çî to perestûte deyperistîn ke bab û bapîranî to, îbrahîm û îsma’îl û îsḧaqîş her ewyan perist; ke xuday tak û tenyaye û êmeş xoman bew despêrîn.

134) ewane komełanêk bûn ke řaburdûn, kirdeweyan bo xoyane. êweş û kirdewey xotan; kes bo kirdarî ewanû lê napirsê.

135) gutyan: bibne cû, yan fele, takû řêga peyda biken. bêje: ême leser dînî îbrahîmîn ke naheqî becê hêşt û berew heq hat; şerîkîşî bo xudaye nedenasî.

136) êwe bêjin: ême be xwa û bew şitaney ke boman hatote xwar û bewaney ke nardirawin bo îbrahîm û îsma’îl û îsḧaq û ye’qûb û netewekanî û ewî bo mûsaş û ’îsaş nardirawe û ew şitaney ke be pêẍemberan dira le lay perwerênyanewe, baweřman kird. ême cyawazî naxeyne nêwan hîç kamêk lemane û xoman her bew siparduwe.

137) ger ewanîş bewey ke êwe biřwatan pê hênawe biřwa bênin, ewe kewtûnete ser řê; bełam eger xo bibwêrin, ewan dijayetîw deken; xuda le azarî ewan etparêzê û zor bîser û fire zana her xoyetî.

138) řengêke xuda řiştûye û kê heye le xuda çaktir řeng biřêjê? êmeş her ew deperistîn.

139) bêje: êwe lemeř xuda degełman dekewne kêşe; ke perwerindey êmeş û êweş ewe? kirdey xoman bo xoman û kirdarî xotan bo xotan; ême be dił deyperistîn?

140) ya êjin ke: îbrahîm û îsma’îl û îsḧaq û ye’qûb û newey cûleke, yan mesîḧî bûn? bêje: xuda çaktir dezanê yan êwe? kê lew kese naheqtire, şayetêkî le la hebê û le xuday bişarêtewe? xudaş le hemû akarû agadare.

141) ewane komełanêk bûn êsta le beyna nemawin, çîyan kirdibê bo xoyan kird; êweş kar bo xotan deken. herçî ewan kirdûyane êwey lê berpirs nabin.

142) lem merdime, bê awezekanyan êjin: çî ewanî wergêřa lew řûgeyane ke berê řûyan têdekird? bêje: xawer û xorinşîn mułkî xudan; xwa herkê xoy meylî lê bê, deyxate ser řaste řêye.

143) bew awaye ême êweman kirdote ometêkî hełbijarde; ta agaw le merdim hebê û pêẍemberîş çawedêrîtan lê bika. ew řûgeyey pêşû berew em dewestay, ême her boyeman gořî ta bizanîn kê dway pêẍember dekewê û kêhe paşgez debêtewe. her çend karêkî dijwar bû; megîn bo kesanêkî wa ke xuda şarezay kirdin. xuda ew biřway hetane têkî nada. xuda beranber be merdim zor diłsoz û dilovane.

144) dîtûmanî ke berew ḧewa deřwanî; ême řût berew řûgeyek werdegêřîn pesendit bê. sa řût berew «miscdalḧram» wergêře û le her kwêş bin, her řû bikene ewêwe. ewaney ehlî kitêbin dezanin ke eme řaste û le perwerindeyan řaye. xudaş le her karê bîken agadare.

145) ehlî kitêb her nîşanêkyan şan bidey řû de řûgekey to naken; etoş îtir řû nakeyte řûgey ewan. her bem core hîç kamîşyan řû nakene řûgey yektir; etoş le paş ew zanistey bot hatuwe, eger be şwên arezûy ewanda biřoy, le naheqîkaran debî.

146) ehlî kitêb – wek kuřanî xo denasin – em pêẍembere denasin. deseykîşyan her çend dezanin heq çîye, deyşarnewe.

147) eme řastew le perwerindey tořaye û hergîz le dûdłan mebe.

148) her laye şwênêkyan heye řûy têdeken. desa êwe bo çake kê berkê biken. le her kwê bin, xwa lêkû ko dekatewe. xuda twanay beser hemû şitda heye.

149) le her aqarêk derkewtî, řû bike «miscdalḧram»; eme řastew le perwerindey tořaye. her karêkîş êwe bîken xwa deyzanê.

150) le her şwênêkewe derçûy, her kabe bike be řûge. le her cê bûn ba řûtan her dewêwe bê, ta hîç bełgey dijî êwe be des merdimewe nebê; ca megîn ewî lasarin û her ḧez le lasarî deken. min demewê tewaw çakew degeł bikem û demewê şareza bibin. êwe hîç lewan metirsin; gereke le xom bitirsin.

151) wekû emey pêẍemberêkman le xotan narde latan, nîşanekanî êmetan beserda dexwênêtewe û bo pakî řatan dehênê û fêrtan deka le kitêb û karameyî sertan derçê û gelêk şitî waw fêr deka ke le pêşda newdezanîn.

152) sa êwe yadî min biken, ta minîş le bîrtan nekem. her şukiraney min bibêjin û le çakey min ḧaşa meken.

153) ey gelî xawen baweřan! pena berne ber nwêjan û xořagir bin; xwa degeł xořagrane.

154) bew kesaney le řahî xida dekujrên, mełên mirdûn; bełke zîndûn, bełam êwe pê nazanin.

155) dyare ême carubare be hêndêk tirs û birçî bûn û le nawçûn û kem bûnewey małî dinya û berubûtan, detan ezmûyn. mijde bide bew kesaney xořagirin.

156) ew kesaney ke tûşî çortimêk debin êjin: êmeş her î xiwayn û her bo lay ew deçînewe.

157) xêrubêr û bezeyî perwerindeyan bo debarê û şareza le řê ewanin.

158) sefa û merwe dû kêlekî xwaperistîn. herkê deçête zyaretî małî xuda, yan ’emre becê dehênê, ger tewafî ew duwaneş bika gunahêkî nîye. her kesêkîş her be wîstî diłî xoy ew xêre bika, xwa pê zane û le karekey agadare.

159) ew kesaney ew şitaney lew kitêbeda heye û bo şarezayî merdime, le paş ewey nardûmanete xwarewe, le merdimî deşêrnewe, weber neḧletî xuda û hemû nefrîn bêjan bikewn;

160) cya lewaney paşan pejîwan bûnewe û akarî çakyan řeçaw kird û weşartûyan aşkira kird. le pejîwanan xoş debim û her minîşim le pejîwanan debûrim û dilovanim.

161) ewane bûne kafir û be kafrî le dinya çûn, dekewne ber neḧletî xwa û firîştanû hemû xełkî.

162) taheta her giriftarî ew neḧleten; azaryan hîç sûk nakirê û wiçanîşyan pê nadrê.

163) xuday êwe her xuday tak û tenyaye. beẍeyrez ew hîç şit bo peristin naşê; her bo xoşî dihendeye û dilovane.

164) le sazdanî asmanan û zemîn û hatuçoy şew û řojan û lew gemyaney le deryada gerdiş deken û behreyan bo merdim heye û le tevgeřî bayekan û ew hewraney le duř ’erzu ’asmanda řagîrawin û lew awey xwa le ḧewawe deybarênê – ke behoy ew zemînî le paş mirdinê bûjandewe û hemû core zîndewerî têda biław kirdotewe – bełgey zor hen bo ewaney ke têdegen.

165) lem merdime î wa heye hawbeş bo xwa peyda deken û beqed xwa xoşyan dewên. ewaney xawen biřwaşin xudayan le hemû şitêk xoştir dewê. ew kesaney xuda be řastî nanasin, wextê çawyan be cezrebedan dekewê, ewsa boyan derdekewê: hêz û twan hemû hî xwaye û azarê xwa deyda tundu tîje.

166) lew demeda ke azar û cezrebeyan dête berçaw, řêberekan le peyřewekanî xoyan ḧaşa deken û peywendîyan lêk piçřawe.

167) peyřewekan ewsa êjin: ay xozge her carêkî tir degeřaynewe ser dinya, heta wek řêberekanman lên be ḧaşan, êmeş ḧaşan lê dekirdin. xuda awa kirdey xoyan lê dekate kuł û keser; bo hemîşeş her le naw agirda debin.

168) ey xełkîne! lew berubûy ser zemîne, kamî řewa û pake bixon; beşwên şeytanîşa meřon; ke ew botan dijminêkî aşkiraye.

169) ew her fermanû pê deda: karî pîs û zor nalebar řeçaw ken û şitanî wa derbarey xuda bibêjin ke her agaşûw lê nîye.

170) eger bewane debêjin: her beşwên eweda biřon ke le xwawe nardirawe, êjin: nexêr, ême her ew kare dekeyn ke bab û bapîrekanman řeçawyan kird. ca ba babubapîrîşyan hîçyan le hîç nezanîbê û řasteřêşyan her nedîbê!

171) neqłî ew xwanenasane wek neqłî ew ajałeye ke deng dedrê; cya le xuřîn û çiřînê hîç nabîsin. keřn, lałn, çawyan kwêre û le tiłpatî teřîş nagen.

172) ey gelî xawen baweřan! lew bijîwey pêman dawin, kamî pake ewe bixon; şukirî xudaş becê bênin, eger her ew deperestin.

173) tenya her lakî mirdar û goşt beraz û xwên û ewey bo ser biřîn nawî ẍeyrez xway lê dênin, le sertan ḧeram kirawe. bełam herkê le naçarî û bê arezû, her beşî têr bûnî bixiwa, hîç gunahêkî nagatê; xuda le gunahan xoş debê û dilovane.

174) ew kesaney nawerokî kitêbê ke xuda nardûye, deşêrnewe û be nirxî kem deyfiroşin, wirgyan le agir daxnin; xuda le rojî sełada nayan dwênê û gunayan pak nakatewe û beşyan azarî bejane.

175) ew kesane řêgey řasyan be gumřayî û bexşînî xwayan be cizya gořîgesew, debê çende leser agir xořagirin?!

176) ew[ azareş [ bo eweye ke xwa be ḧeq em kitêbey henardige. ewaneş wa leser basî em kitêbe kêşe deken, gêrewkêşey dûr û dirêjyan tûş debê.

177) karî çak her ewe nîye řû de řojhełatê biken yan řojawa. çak emeye baweřîtan be xwa û řojî sełaye û firiştan û kitêb û pêẍemberanî xuda hebê û lew samaney – herçend zorîşû xoş dewê – beşê biden be xizman û hetîwan û hejaran û řêwingan û parsekan û ’ebdanî pê bikřinewe û nwêj biken û zekat biden; hergaş peymanêk debestin neyşkênin; le nedarî giriftarî û tenganeda xořagir bin. miroy beřastî ewanen û dyare le xuda detirsin.

178) ey gelî xawen baweřan! lemeř ewaney kujrawin tołeman bo biřyar dawin: řizgar le tołey řizgar û koyle le tołey koyleda û mêwîne le birî mêwîne; herkêş le biray hawdînî xoy des le xwêngirî hełgirê, ebê be pêy dabî řoj bicûłêtewe û be xoşî xoy mesłet bika. em biřyare le perwerindey êweřa sûk barîye û bezeye derheq be êwe, herkê leme xo bibwêrê, beşî cezrebey bejane.

179) ey xawen diłanî wişyar! jyanû be tołewe bende; beşkû xotan biparêzin.

180) bow nûsrawe: herga kesêk lengo hate ser mirdin û małêkî le paş demênê, be terzêkî xudapesind wesyet bika ke bab û dayk û xizmanî, her kesê beşî xoy pê biga. parêzgaran pêwîste em kare biken.

181) îtir her kes paş bîstinî wesyeteke deskarî bika û bîgořê, ew kesaney ke deygořn, tawanbarin. xuda bîser û zanaye.

182) herga kesê hestî pêkird ke wesyetkar lew wesyetey kirdûyetî naheq buwe û xoy tûşî gunah kirduwe, têbkoşê mîratgiranî pêk bênê, gunaḧ nîye. xuda le gunah debûrê û dilovane.

183) ey gelî xawen baweřan! bow nûsrawe: řojû bigirin – her wek leser pêşînekanîşû nûsra – şayet le xuda bitirsin.

184) çend řojêkin [ne zor zêde], herkê lengo leş bebare yan řêbware ba çend řojî tir pê bibê. ew kesaneş wa zor be sextî řojûyan pê egîrê, becê řojû «fîdye» yan lesere û debê xorakî hejarêk biden. er kesêkîş xoy ḧez bika xorakî zortir bibexşê, boy baştire. ger êwe bitanzanîba beřojû bûn bo êwe gelê çatre.

185) mangî řemezan mangêke qur’an lewda kil kirawe; ke řê be merdim nîşan da û zor nîşaney şarezayî û hoy lêktir hełwejardinî pak û napakî têdaye. ca her kesê mangî řemezan debînê, leseryetî beřojû bê; her kesêkîş leş bebare yan řêbware, ew jimare le řojanî dîke pê bê. xwa sanayî êwey dewê û nayewê erkû giran bê. řojekanî – tewaw – pê bin û yadî xuda bikenewe; ke ew řêgey nîşan dawin û pêwîste şukiraney biken.

186) hergayekî ’ebdekanim lemeř min le to depirsin, min nizîkim; her kes hanam weber bênê, bê weramî nahêłmewe. ba ewanîş le fermanî min derneçin, biřway tewawyan be min bê; beşkû řêy řast bedî biken.

187) sercêyî jinan kirdinû, le şewanî řemezan, botan řewaye; ewan kel pelî êwen û êwe poşenî ewanin. xuda lewe agadare êwe berê derheq be xotan ẍeyan bûn; bew pejîwan bûnewetan ’afûy kirdin û bexşîwnî. her le êstawe detwanin destyan degeł têkeł ken û herçî xuda le çaretanî nûsîwe şwênî kewn û bixon, wexon ta ew demey demew beyan hewday le hewday řeş denasnewe. paşan řojûtan tewaw ken heta şewê. her wextêkî le mizgewtanda mat debin, tixûn jinantan mekewn. emane sinûrî xudan neçin tixûnyan bikewn. a bem core xuda nîşanekanî xoy bo merdim aşkira deka, şayeta xo biparêzin.

188) le xwardinî małî yektir – be nařewa – dûr kewnewe; meşî den be karbedestan ta řêw hebê be nařewa małî merdimî tir bixon. bo xotan eme dezanin.

189) derbarey mang nwê bûneweş lêt depirsin. bêje: bo zanînî wext û çûne ḧecî merdim behre degeyênê. waş çak nîye le piştewe nawmałî xełkewe; çak eweye biprîngênewe û le dirgawe biçne naw małanewe. tirsîşû le xuda hebê; beşkû bitwanin řizgar bin.

190) êwe degeł ewaneda ke şeř be êwe defroşin, le řahî xuda bicengin. nabê desdirêjî biken; xuda le desdirêjî keran xoşî naye.

191) le her şwênê destû kewtin byankujin. lew şwêneşyan weder binên ke êweyan lê weder na. sodreyîş zor le kuştinê xiratre. le dewruberî «miscdalḧram» yişa nabê şeřyan degeł biken; megîn ewan lewê şeřtan pê bifroşin; eger lewêş şeřyan bo êwe hełgîrsand, le kuştinyan řamewestin; padaşî xwanenasan her emeye.

192) eger des berdarîştan bûn, xuda le gunah debûrê û dilovane.

193) le kuştinyan wiçan meden ta ajawe le dinya binebiř debê û dîn her dînî xuda debê; eger ewan desberdar bûn, dest dirêjî her le dijî naheqe.

194) mangî şeřbes beranber be mangî şeřbes; şikandinî her řêzêkîş tołey heye. sa her kesê desdirêjî le êwe kird, êweş her be endazey ew desdirêjî bikenewe û le xuda tiristan hebê; xwa degeł xoparêzane.

195) małî xotan ta detwanin le řahî xuda bibexşin; xoştan be feteřat meden be destî xo. çake biken, xwa akarçakî xoş dewên.

196) ḧec û ’emre her bo xuda be tewawî becê bênin. eger her řêgeşyan nedan, ewsa çendî botan delwê ajeł bikene qurbanî. heta ajełî qurbanî negate cêy dyarî kiraw ser metaşin. kêş le êwe leş bebare yan azarêkî le serda, le barteqay beřojû bê yan xêrêk bibeşêtewe, yan ajełêk bikate xêr her lewêda. herkatîş tirsêkû nema, herkê wîstî behre biba, le ’emre ta katî ḧecê, her çendêkî le destî dê, ḧeywan bikate qurbanî. eger destîşî neřoyîşt, sê řoj le ḧec beřojû bê; wextê geřaşnewe ḧew řoj; ke têkřayî debête de řojî tewaw. em behre birdineş her bo kesêke xoy małî le mekkeda nebê. ebê le xuda bitirsin, xwa le tołesandina tundutîje.

197) heřetî ḧec çend mangî dyarî kirawin. her kesêkî lewaneda ferzî ḧecê becê bênê, tixûnî jinan kewtin û nêwwinirtike lêk hełdan û le řêgey xuda ladan û qise be zoranêdan û şeř û hera – bibřay bibřay – le ḧecda nîn, her karêkî çakîş biken, xuda deyzanê. zewadî řêgeşû pê bê; çaktirîn toşe bo êwe, xo le gunaḧ paraztine. gerek le min tirsû hebê ey giroy xawen awezan!

198) eger le mawey ḧecîşda řozî le xwa dawa biken, hîç gunahû leser nîye. ger le «’irfat» dageřan, le pena «miş’iralḧiram» yadî nawî xuda biken; ke dway ewey hîç şarezayîtan nebû, xistinye ser řasteřêye.

199) le her kwêşda xełk dageřan, êweş lewê dageřên û le xuda bipařênewe bitanbexşê; xuda le tawan debûrê û dilovane.

200) herga êwe řêwşiwênî pêdawîstû becê hêna, wek yadî bab û bapîrî xotan deken – her awaw lewe pitrîş – yad le xuda bikenewe. lew xełkeda î wa heye her dełê: perwerindeman! le dinya kamřewaman ke. ewane le řojî seła beşyan nîye.

201) î waş heye êjê: ey perwerindeman! hem le dinya û hem le seła tûşî xêr û xoşîman ke û le azarî agirîş bimanparêze.

202) ca ewan be pêy kirdeyan beşyan debê. xwa be pele be karubaran řadega.

203) le řojanî dyarî kiraw nawî xudaw le bîr neçê, her kes dû řojî pêş bixa gunahêkî nayete ser. her kesêkîş xoparêze û tirsî xuday le diłdaye – eger hêndêkîş dwa kewt – gunahêkî leser nîye. bîşîzanin ke hemûtan lay xwawe xiř dekirênewe.

204) lem xełkeda î wa heye qise û giftî sebaret be jyanî dinya bo to seyr û sersûřêne û leser ewey le diłyaye xwa be şayet dênêtewe; keçî her ew le dujminatî kirdina zor sersexte.

205) her ke le to dûr kewtewe, mil le bedfeřî denêt û le ’erza xirape deka û kêłge û řesen le beyn eba. xuda hergîz le bedfeřan xoşî naye.

206) ke pêy witra: eşê tirist hebê le xwa, demarzilî pitir berew gunah deyba. ba cehendemî lê piř bê, cê ḧesaneweyekî zor xirapîşe.

207) hî waş le naw merdim heye bo řezay xwa gyan debexşin. xuda degeł ’ebdanî xoy dilovane.

208) ey gelî xawen baweřan! hemû latan amadey fermanberî bin. pê menêne cê pay şeytan; aşkirah ke şeytan pêtan dujmine.

209) paş ewey ew bełge aşkirayanetan bo hatuwe, eger bêtû hełxilîskên, debê ewende bizanin ke xwa twana û lekarzane.

210) axo ewan çawenořn xwa û firîştekanî xuda le naw seywanî hewranda bêne layan û kareke kotayî pê bêt? hemû karêk her berew xuda dêtewe.

211) le berey îsra’îl bipirse! çend nîşaney aşkiraman dawe bewan? her kes çakey degeł bikeyn û pê nezanê, ba bizanê xwa le sizay pê nezanan tundutîje.

212) jînî dinya bo ewaney xwanenasin xemłîwe û řazawetewe û gemey xoyan be xawen baweřan deken; keçî le xuda tirsekan řojî seła wan le serî ewanewe. xuda bo her kesê ḧez ka, bê jimare řozî denêrê.

213) berê, merdim hemûy çîn û bereyek bûn. xuda pêẍemberî nardin mijdeder û tirsêner bin, kitêbî řast û řewaşî řegeł xistin ta ew şitey bûne binemay kêşeyan, boyan yekała kenewe û pêkyan bênin. her ewaneş bo yektiryan nedeselmand ke depêşda kitêb bo ewan hatbû, bełgey aşkiraşyan labû; bełam êreyî naw xoyan karêkî way kird, pêk neyen. îtir xuda be îznî xoy řêgey řastî nîşanî baweřdaran da û têy geyandin ew kêşe leberçî kira. xuda bo her kes ḧez bika şarezay řasteřêy deka.

214) axo êwe latan waye[ be hasanî ] deçne beheşt? keçî hêşta ewey be ser pêşînantana hatuwe, be ser î wa nehatuwe. ewan tûşî gelê tengane û azar û nedarî û çewsanewe bûn; zor be tundî tekan diran, tenanet pêẍemberîş û yaranî baweřdarîşî deyangut ke: key xuda dehanaman dê? to bizane ke yarîdey xwa nizîke.

215) lêt depirsin: çê bibexşin? pîyan bêje: her şitî çak ke deybexşin bîden be day û baban û xizmanî nizîktan û hetîwan û hejaran û ewaney le řêda mawin. her çakeyê êwe bîken, dyare xuda pê dezanê.

216) xezatan le ser nûsrawe, herçende xoştan lêy naye. řenge le şitêk ḧez neken bełam botan wexêr geřê, řengîş heye awat bo şitê wa bixiwazin ke akamekey baş nebê; xwa dezanê û êwe serî lê dernaken.

217) lêt depirsin: tûşî şeř bûn le mangî şeřbesa çone? bêje: şeř le heyvî wada gunahêkî zor gewreye û řêgey berew xwa bestin û ḧaşa le xuda kirdin û małî xwa beřêz negirtin, lê wedernanî xełkekey – le lay xuda – tawanî here mezne; ajaweş bo şeř nanewe le kuştinê xiraptire. ewan destû lê bernaden, her degeł êwe beşeř dên heta – eger boyan bilwê – êwe le dînekey xotan werbigêřn. her kesîş le dîn wergeřê û be xudanenasî bimrê, řenc xesarî dinyaş û qyametîş debin û dekewne naw dozeqewe û taheta her tya debin.

218) ewaney le řêgey xuda derbederin û baweřyan be xuda heye û le řay xuda çûne xeza, be humêdin xwa be çake weyan xwênê, xuda lewane debûrê û dilovane.

219) lemeř şerab û qumarîş lêt depirsin; bêje: tawanyan gewreye û bo xełkîş behreyan heye; tawaneke le behrekeyan zortire. pirsî eweşt pêdeken, çî le řêy xwada bext ken? bêje: zêde le pêwîstû. a bem core xwa nîşanekanî xoytan nîşan deda, şayet êwe bitwanin bîr bikenewe;

220) hem le dinya û hem le seła. lêt depirsin: derbarey hetîwan çon bîn? bêje: eger be diłsozî agaw lê bin karî çake. eger degeł êwe dejîn, wek bira û xuşkî xotan bin. xwa dezanê kê bedfeře û kê karçake; eger xuda meylî lê ba erkî lê giran dekirdin; xuda xawen destełatî lekarzane.

221) xwastin û şû pê kirdinî bitperistan bo mêr û jinî baweřdar řewa nîye, ba zorîşyan ḧez lê biken; heta nebne xawen baweř naşê byankene hawsertan. kenîz û bendey baweřdar bo hawcûtî, le mêr û jinî azadî xudanenas hêjatirin. ewan gerekyane êwe berew cehendem řakêşin; xwaş gerekye be îznî xoy le gunahantan bibûrê û bitangeyênête beheşt. xuda em nîşananey xoy bo merdim řûn dekatewe.

222) le meř ’uzrî jinaneweş lêt depirsin, bêje: ewîş azarêke; ew çend řojey xwênyan heye, ser cêyî jinanû meken; řawestin ta pak debnewe. herga le xwên pa bûnewe, lew cêyewe ke xwa fermanî pêdawin boyan werin. xwa lew kesane xoşî dê ke le gunaḧ pejîwanin û deyanewê be pak û xawênî bijîn.

223) jinanû kêłgey xotanin; le her kwêwe detanewê, biçne kêłgey xotanewe; toşeyekîş wepêş xo xen. debê le xudaş bitirsin, bîşîzanin degeł xwa řûbeřû debin. mijdeş bide bewaney xawen baweřn.

224) xuday meken be keristey swêndî xotan; ke řêgey çakew lê bibřê û parêzgarîw pê nehêłê û be karî merdim řanegen; xuda ejnewê û zanaye.

225) xwa bo swêndî serzarekî gunahû leser nanûsê; bełam eger le tehî diłtanewe bê, xuda lêw depirsêtewe. xuda le hełe debûrê û leserxoye.

226) ew kesaney swêndê le jinekanyan dexon ke îtir degełyan nenûn, debê çwar mang çawenoř bin; eger geřaşnewe layan, ewsa xuda gunah bexiş û dilovane.

227) eger her leser tełaqîş biřyaryan da, ewsa xuda debîsê û agadarîşe.

228) tełaq dirya û leseryane heta sê car le bê nwêjî pak debnewe çawenoř bin. eger biřwayan be xuda û řojî hestanewe heye, řewa nîye ew toley xwa xistûyete zigyanewe bîşarnewe. lem beyneda eger byanewê řêk kewn, bo dîsan hênaneweyan, mêrdekanyan şyawtirin. herwek erkî jinaneyan leser şane, jinekanîş mafî řeway xoyan heye. pyawîş le jinan pileyek bere jûrtirin, xudaş xawen destełatî lekarzane.

229) tełaqî jin dû keřete, ewsa yan řagirtinî baş û xudapesind, yan be xoşî û bê hera, des lêk berdane. lew małey ke pêtan dawin řewa nîye hîçyan lê werbigirnewe; megîn tirsyan lewe hebê ke netwanin sinûrî fermanî xuda biparêzin. eger tiristan lewe hebû ke herdûkyan sinûrî xuda naparêzin, hîç gunahî têda nîye jineke xoy bikřêtewe. emanen sinûrî xuda, le sinûrî xuda dermeçin; ew kesaney le sinûrî xuda derdeçin ewanen ke ẍedrê deken.

230) eger le paş em dû careş tełaqî da, jinekey boḧełal nîye ta jineke deçê mêrdêkî tir deka; eger lew mêrdey kirdûşye tełaq dira, ewsake hîç gunahêkyan leser nîye dûbare bigeřênewe bo lay yektir; bew merce ke wabzanin her dûkyan be terzê řewa - wek xuda fermanî dawe - wêk hełdeken. emane sinûrî xudan, řûnyan dekatewe bo ew kesane wa ḧałî debin.

231) eger jinû tełaq dan û mawey çawenořyekeyan biřwaye, yan be terzê xudapesind řayangirin, yan beranber be yasay dîn azadyan ken. neka be qes azardanyan, řayangirin û le heq laden. her kesê wa řeftar bika naheqî le xoy kirduwe. ewane nîşaney xudan, naşê be gemey bizanin. ba le bîrû bê ke xuda çendî çake degeł kirdin. le bîr meken xwa ew kitêbey bo nardûn ke lewêda le karzanî serřast debin û bew amojgarîtan deka. eşê bitirsin le xuda û baş bizanin xuda hemû şit dezanê.

232) herga jinantan tełaq da û katî ḧeyeyan beser çû - eger be terzêkî řewa wel awcûtî pêşûyana řêk kewtin - êwe mebne berhełistî şû kirdinyan. kê le êwe biřway be xwa û řojî qyametê hebê, em amojgarye pêk dênê; eme be sûdî êweye û behrey bo pakîtan heye. xwa deyzanê û êwe serî lê dernaken.

233) daykan debê be mindałyan dû sałî řebeq şîr biden. bo kesêkî ke bîyewê be tewawî şîrê bida, lem maweda cilk û bijîwî daykeke - leser dabî musułmananî ew şwêne - leser bawke. kesîş le twana bederî leser nîye. hîç dayk û babê nabê leber sawayan zyan be yektir bigeynin. eger mindał babî nebû, mîratgiran leseryane cilk û bijîwî daykekey ferahem ken. ca eger dak û bab be xoşî û řawêj wîstyan[ zûtir] mindał le şîr bibřinewe, hîç gunahêkyan nagatê. xo eger gerekîştan bê kesêkî tir şîr bidate mindałantan - bew merce be pê dabî řoj, kirêy tewawî bidenê - hîç gunahtan nayete ser. debê le xudaş tirsû bê. ewendeş debê bizanin her karêkî êwe deyken, xuda deybînê.

234) ewaney lêtan demirin û jinyan lê becê demênê, jinekanyan heta çwar mang û de řojan çawenoř bin; lewe bewla xoyan her karêkî deyken - her hênde nařewa nebê - bêłn bîken; êwe gunaḧtan nagatê; xudaş le her karê deyken agadare.

235) hîç gunahîştan nagatê ke xwastinî jinekanî şû mirdûtan arezû bê û nařastewxo pêyan bêjin, yan her le diłî xotanda biřyar biden deyanxiwazin xwa dezanê ke basyan her edirkênin. bełam neken be nihênî biçne juwanê; megîn lewêş xwapesnidane byan dwênin. ta maweke beser neçê basî mare kirdin meken. debê ewendeş bizanin xwa dezanê êwe çîtan le diłdaye; lêy bitirsin û bîşîzanin xuda le gunah debûrê û leserxoye.

236) eger jinû tełaq deden, ber lewe degełyan binûn û mareyîtan hêşta bo dyarî nekirdûn, çîyan nakewê û êwe gunahtan nagatê. bełam wa çake şitêkyan le małî xotan bidenê; dara le endazey xoy û hejarîş be endazey xoy; wa çake bo çakekaran.

237) xo eger mareyyeketan biřîbowe û hêşta degełyan nexewtûn, tełaqtan dan, nîwey mareyyan dekewê, megîn xoyan pêw bibexşin yan ew kese pêw bibexşê ke marebřîn be dest ewe; pê bexşînîş le akarî parêzgarî nizîktire. le bîr meken çake degeł yektir biken, xuda le her karê deyken çawedêre.

238) le nwêjan û betaybetî ew nwêjey le nêwandaye, agadar bin; eşê bo fermanî xuda řabuwestin.

239) eger tirsêkû leser bû - be pyadeyî yan be swarî - herga tirsîşû beser çû - çonî xuda fêrî kirdûn - yadî biken ke le pêşda newdezanî.

240) ewaney lengo demirin û jinekanyan becê dêłn, řabsipêrin: heta sałêk mayey guzeranekey dabîn biken û derî neken; eger her be xwastî xoyan çûne derê - bo karêkî xudapesind - êwe gunahtan nagatê. xuda xawen destełatî lekarzane.

241) jinanê ke tełaq edrên, beşî řeway xoyan heye; ke pêk hênanî em kare, biřyare bo xudatirsan.

242) her bew pêyeş xuda nîşanekanî xoy bo êwe řûn dekatewe; şayeta êwe têbgen.

243) edî to ewanet nedî be hezaran lew kesaney tirsî mirdin way lêkirdin zêdî xoyan becê bêłn? xwa fermanî pêdan: bimirin! le paşan zîndûy kirdinewe. xuda sebaret be merdim çake deka, bełam beşî zorî merdim le şukirane xo debwêrin.

244) le řay xuda biçne xeza û bizanin ke xwa bîser û agadare.

245) kê małî xoy be destewaw deda be xwa, heta ewîş çend ewendey bidatewe? kem bijîwî û ferḧanîş her be des ewe û hemûş her dênewe lay ew.

246) net zanîwe çend kes le necîm zadekan - ke toremey îsra’îl bûn - le paş mûsa, be pêẍemberekey xoyan wit: şayekman bo dyarî bike ta le řay xwa xeza bikeyn. gutî: eger fermanî xezaw bo derçî, pêw wanîye xo debwêrin? gutyan: ca çon le xezaye- le řay xwa bê- xo debwêrîn, ke deşbînî êmeyan le zêdî xoman wedernawe û le ’ewladî xomanyan dûr xistûynewe? ke biřyaryan bo derkewt biçne xeza, piştyan têkird û řayan kird; her kemêkyan mabûnewe. xwa naheqan baş denasê.

247) pêẍemberyan پێانی wit: xuda bo paşayetîtan talûtî dyarî kirduwe. gutyan: kwa ew şayanî em fermaneye? ke ême zor lew şyawtir û be darayîş zêdetrîn. gutî: xuda ewî leser kirdûnete fermande; zanist û qełafetîşî le êwe pitir pêdawe. xwa ḧez bika paşayetî be her kesê bida deyda; zanistî xwa berbiławe û le hemû şit agadare.

248) pêẍemberekeyan witî: diroşmî paşayetî ew lelayen perwerindewřa, tabûtêke diłnya bûnî têdaye; degeł hêndêk kelepořî xanedanî mûsa û harûn, firîşte hełyan girtuwe. eme bełgeye bo êwe eger biřwaw be xwa heye.

249) wextê talût leşkerekey xiste ser řê, gutî: xuda be cobarêk gerekye taqîw katewe, her kesê lêy bixiwatewe le min nîye; herkêş çî lê nexwatewe ser be mine; megîn kesê her be lawêç lêy hełêncê. kemêk nebê hemûyan lêyan xwardewe. ewsa xoy û baweřdaranî yaranî le coyeke peřînewe. gutyan: emřo le wizey êmeda nîye ke derwestî calût û leşkirekey bêyn. ew kesaney be hîwa bûn be dîdarî xuda bigen, gutyan zor car komełê kem - be îznî xwa - be ser komełêkî zorda weser kewtûn. xwa yarî xořagrane.

250) le katêka degeł calût û leşkirî tûşî yek bûn, gutyan: ey perwerindeman! wabke xořagir bîn û le meydanêda biçeqîn û le kesanî xwanenas weserman bixe.

251) îtir - meylî xuday le ser - dujminekanyan řetand û calût be destî dawud çû. xuda paşayetî û lekarzanî pêda û herçî bo xoy pêwîstî pê bû, fêrî kird. eger xuda hêndêkanî lew apore be hêndêkan terit û tûna kirdaye, em zemîne xira bibû; bełam xuda çakey leser hemû xełkî dinya heye.

252) emane nîşaney xudan ke beřastî her bo toy dexwênînewe, ke bê guman yekêk le pêẍemberanî.

253) ême le naw pêẍemberanî xomanda hêndêkyanman le hêndêkan beřêztir girt; ca lewanda î wa hebuwe ke xwa ewî dwanduwe; pilewpayey biřêkîşî birdote ser. çend nîşanen da be ’îsay kuřî meryem; be gyanî pîrozî xoşman yarîden da. em xełkane le dway emey ew giş pêẍembere hatin, sereřay ew nîşananey bo ewan hat - eger xuda meylî lê ba - şeřî yektiryan nedekird; bełam ewan le naw xoda pêk nehatin; bazêk bûne xawen baweř, bazêkî tir kewtine ser bar xwanenasî. eger xwa meylî lê ba, neydehêşt degij yek řaçin; bełam xuda be xwastî xoy karan deka.

254) ey gelî xawen baweřan! lew bijîwey ke pêm dawin bext biken, pêş ewey řojeke dabê; ke ew řoje ne sewda kirdin demênê û ne tika û ne dostayetî; xwanenasan naheqî le xoyan deken.

255) ẍeyrez xuda hîç şit bo peristin naşê. her ew hemîşe zînduwe û beser hemû şit řadega. ne xewnûçke deybatewe ne řadezê. herçî hebê le asmanan û zemînda her bo ewe. kêy wa heye heta - bo xoy îznî neda - bitwanê tikay la bika? lewey êsta heye û dyare, leweş pêş emanîş bûge û berpêware, agadare. naştiwanin be hîçêk le zanistî řagen; ca megîn xoy meylî lê bê. zanistî ew, ’asmanekan û zemînî dagirtuwe û parastinyan bo ew erkê giran nîye. here payeberz û mezin, her xoyetî.

256) lem dîneda be zor dasepandin nîye. şarezayî le gumřayî hawêr kira. herkê le taẍût nebane û biřway be xuda bihênê, hengiłêkî hênde tundî be destewe, hergîz pisanî bo nîye. xudaş bîser û zanaye.

257) xuda yarî gelî xawen baweřane û le naw tarîkistanewe deyanba berew řûnakî. dostî xudanenasanîş her taẍûte; le řoşnî deryan dexen; berew řûy tarîkistanyan beřê deken. debê biçne naw agir û heta ser her dewêda bin.

258) to ew kabrayet nedîbû ke çon xuda hêz û destełatî pê da, cwabecengî degeł îbrahîmda dekird, sebaret be perwerindey? ew deme îbrahîm gutî: perwerindey min kesêke jînê deda û deşmirênê. gutî: minîş zîndû dêłmewe û demrênim. îbrahîm wat: perwerindem xor le xorhełat řadênî, [dadey] eto le xorinşînewey bêne. kawray xwanenas ḧepesa. xwa destey naheqîykaran le řêge şareza naka.

259) yan ew kesey be lay gundêka řadebird ke be seryekda tepîbû. gutî: key xuda detwanê eme zîndû bikatewe paş mirdinê? ewsa xuda bo mawey sed sał mirandî û le paşan zîndûy kirdewe. lêy pirsî: to çendit pê çû? gutî: řojêk ya xo kemtirîş le řojêk. gutî: nexêr, ewa to sed sałe mirdûy; debřiwane xwardemenî û xwardinewet negořawe; timaşay kerekeşt ke! gerekmane bitkeyne pendêk bo merdim. lem êsqanane biřwane çilon têkyan dexeynewe û denaw goştyan hełdekêşîn. katê emey bo derkewt, gutî: wa êsta dezanim xwa hemû karî pêdekirê.

260) ewsaş ke îbrahîm gutî: perwerindem! eto miryan çilon zîndû dekeytewe? nîşanim de. gutî: axo to hêşta baweřit nîye?! gutî: bełê, bełam min gerekme îtir be tewawî diłnya bim. gutî: desa çwar mel bigre û pel pelyan ke û byanke çwar kut; her kutêkyan be ser kejêkewe danê û bangyan bike, be fiřke dênewe bo lat. bişzane xwa çende xawen destełat û lekarzane.

261) beserhatî ew kesaney małyan le řahî xudada bext deken, wek beserhatî denkêke ḧewt guł deda û her gułey sed daney têda. xuda çend ewende padaş deda be her kes bîyewê. xuda çakey yekcar zore û zor zanaye.

262) ew kesaney mał le řay xwa debexşin û be çawyanda nadenewe û tûşî azarêkyan naken, xwa têy hełdênêtewe û ne hîç tirsêkyan lesere û ne xem dexon.

263) dwandinî nermunyan û çaw lê poşîn, lew xêr kirdine çaktire ke azarî be şwêna bê. xuda atacî kes nîye û [le karda] be kawexoye.

264) ey gelî xawen baweřan! xêrekanû be minet le ser kirdin û azardan, befîřo meden. neçin wek ew kesane bin ke baweřyan be xwa û řojî seła nîye û bo řûbînî le małî xoyan debexşin; em kareyan lewe deka ke tateberdêkî zor lûs hêndê xołî le ser bare û baranî tundî wê dekewê û bîşwatewe û her tatêkî řût wemênê. hîç behreyan lew bexşîne desgîr nabê û xuda giroy xwanenasan le řêge şareza naka.

265) ew kesaneş ke le çake degeł hejaran kirdin da, be humêdin xuda le xo řazî ken û diłyan bebřiwa pitew bê, xêrekeyan wek baẍêke le ser girdêk û baranî pełey lê bida û berubûy dû ewende bê; eger pełeşî lê neda, nime baran têrawî ka. her karê ke êwe deyken xwa deybînê.

266) kêw ḧez deka bibête xawenî baẍêk le giş core xurma û řezêk, şeqecoy be nawda biřwa û hemûşyan hatbine berupîrîş biřistî biřîbê û zaroy serupêçkey hebin; le naxafił giřebayekî lê hełka û bîsûtênê? xuda awa nîşanekanî nîşanî êwe deda, şayet bîrî lê bikenewe.

267) ey gelî xawen baweřan! lew şitaney ke le zemîn pêman dawin û peyday deken, bext biken; nek le şitê hênde çirûk ke boxoştan eger çawpoşî lê neken, natanewê. bîşîzanin xuda atacî kes nîye û her debê tarîfî bikirê.

268) şeytan êwe le nedarî detirsênê û bo xirape hanû deda. xwaş bełênî lê xoş bûn û xoşî jyanû pê deda. ferḧanî wa lay xudaye û xoy zanaye.

269) lekarzanî deda be her kes bîyewê. be her kesîş lekarzanî bidrê, ewe xêrî zorî pêdrawe. amojgarîş behre nada megîn bo xawen awezan.

270) hermałêkî deykene xêr, yan deqebeł xuday deken, xwa deyzanê û ewaney xudanenasin hîç yarîdederyan nîye.

271) ger be aşkira xêr biken karê xase; xo eger be nihênîş bê û destî nedarî pê bigirin, baştirîşe û gunahtan le ser ladeba. xuda le her karê deyken agadare.

272) erkî serşanî to nîye emane bixeye ser řê; bełam her kes xuda boxoy meylî lê bê şarezay řasteřêy deka. herçî be xêr deybeşnewe bo xotane û dyare êwe her bo řezamendî xuda xêrê deken. her şitê be xêrî deden tewawî pêw dedrêtewe û hîç naheqîw lê nakirê.

273) ewane xêryan pê deşê ke le xudaperestîda bê deretan mawnetewe û hêzî derkewtinyan nîye ke bo xoyan hewłê biden; ewî agayan lê nîye, wadezanin hîç atac nîn; çunke ḧeyayan be xoye. le bîçmyan deyan nasnewe; dena hergîz wekû parsekî dîke nîn gêre biken. êwe herçî be xêr lew bare bext ken, xwa deyzanê.

274) ewaney be şew yan be řoj, be nihênî û be aşkira le řêgey xuda xêr deken, lay xuda padaşyan heye û ne hîç tirsêkyan lesere û ne xem dexon.

275) ew kesaney nizûl dexon, řastibûneweyan lew dinya, wek řapeřînî kesêkî şeytan destî lê weşandibê, wehaye. her çunke emane êjin: mamełeş her wek nizûle. xuda sewday řewa dîwe û nizûlî pê nařewaye. sa her kesê amojgarî xuda debye û des heł degrê, lew şitaney lemewber destî dawetê debexşirê û xuda be karî řadega her kesêkîş dîsan biçêtewe serî, debin be yarî agir û taheta her tya debin.

276) xuda pîtî nizûl her kem dekatewe û pîtî xêrat pitir deka. xuda ewaney xoş nawê pê nezan û gunabarin.

277) ew kesaney biřwayan be xwa hênawe û karî çak řeçaw deken û le nwêj kirdin û zekat dan sistî naken, padaşyan wa lay xudaye û nehîç tirsyan dête berê û ne xem dexon.

278) ey gelî xawen baweřan! ebê le xuda bitirsin, eger beřast baweřdarin, ew sûtî hêşta mawtane netanewê.

279) eger destî lê hełnegirin, sa bizanin êwe degeł xuda û pêẍemberekeyda şeřê deken. eger destî lê hełgirin, desmayey xow bistênnewe; îtir ewsa ne êwe naheqî deken ne naheqîtan lê dekirê.

280) eger qerzarîş nedar bû, mawey biden heta deybê. er bişzanin, pê bexşînî bow çatre.

281) tirsîşû lew roje hebê ke dewhênnewe lay xuda; ewê řojê her kes herçî kirdûyetî - be tewawî- dêtewe řêy û naheqî le kes nakirê.

282) ey gelî xawen baweřan! herga bo maweyê dyarî, qerzî degeł yektir deken, bînûsin û ba nûserê xudapesind botan bixate naw qaqez. naşê nûser lem kare tenexî bika; ba binûsê wek xwa fermanî pêdawe. herçî qerizdar boy dełê, ew bînûsê û ebê tirsî xuday hebê û ewlaw’emlay têda neka. eger ew kesey qerdare, kem aweze, yan bê hêze, yan natwanê ewey pêwîste binûsrê derî bibřê, ba serperistî řeway ew lebatî ew bîdirkênê û dû pyaw le xotan şayet bin. eger dû pyaw peyda nebûn, ba pyawêk û dû jinî wa ke êweş lêyan řazî bin, le kar agadar bikirên; ta eger yekê lem duwane le bîrî çû, ewî tir bîrî xatewe. her wextêkî bo şayetî dan ban kiran, řewa nîye xo bibwêrin. le nûsînî mawey qerz - kem bê yan zor - nabê leşgiranî biken û her bînûsin û mewdakeşî dyarî biken. le lay xuda řewatre û bo şayetî leserdanê lebartire û le dûdłî nehêştinê nizîktire; megîn wextê aługořtan dest bedest û be neẍd bê; ewsa eger neşî nûsin qeydê naka. bełam dîsan le wextî dadustedda şayet hebin. naşê ne şayetekantan ne nûser zyanê biken; ger waneken tawan le milî xotane û eşê le xuda bitirsin. xuda fêrî kartan deka û her xudaye le hemû şit agadare.

283) eger leser sefer bûn û nûsertan bo peyda nebû, eşê barimte wergirin; ca megîn lêk xatircem bin ke ewsa barimtey nawê. ba qerizdar tirsî xuday le diłda bê û qerzekey xoy bidatewe. ew kesaney şayetîşin xo le şayetî nebwêrin. her kesêkî le şayetî xo bibwêrê, be dił xoy tûş gunaḧ deka û xwa be giş kartan dezanê.

284) ser be xwaye herçî le asmanekan û zemîndaye. ewî le naw diłtandaye - çi derî xen, çi weyşarin - xwa lew bare le êwe depirsêtewe. herkê bo xoy meylî lê bê, lêy debûrê û her kesêkîş xoy ḧez bika, cizyay deda. her xudaye leser hemû şit twanaye.

285) em pêẍembere û ewaney wel ew baweřeyan hênawe, lêyan řûne ke ew şite lelayen perwerindeyan hatote xwarê bo layan; biřwa deken be xuda û firiştekanî û kitêbanî û serleber pêẍemberanî û êjin: ême bo hîç la le pêẍemberanî ferq û cyawazî dananêyn; fermûdey xudaman bîst û pêkman hêna, ey perwerindey hemûman! biman bexşe û her degeřêynewe lay to.

286) xwa erkî le twana beder, be ser kesda nasepênê; çakey bika bo xoyetî û xirapeşî dijî xoye. ey perwerindey gilaman! eger şitêkman le bîr çû, yan tya be hełe çûyn, lêman megre. ey perwerindey hemûman! erkî ewende giranman mexe serşan wek ewaney ber le ême leseryan bû. ey xudanî hemû laman! erkî waman pê mespêre ke le twanaman beder bê. to her xot lêman bibûre û ber bezeyî xotman bixe û bimanbexşe. hemû karubarêkî me be des toye û serîşmanxey leser ewaney natnasin.