felek zeḧmet le dił meylit beder ka

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1136 views
felek zeḧmet le dił meylit beder ka
bînay hestîm eger zîr û zeber ka
telaşî ’îşqî bê her kes le diłda
debê sîney siper bê û terkî ser ka
ke sułtanî xeyałit bête xatir
debê şahî xîred meylî sefer ka
dełêy behramî goře turkî çawit
le dił nemdîwe qet tîrî xeter ka
meta’î cane payendazî ẍemzet
eger bo şahřahî dił guzer ka
denême zerfî xatir yadî bûset
eger teb’im temennay gułşeker ka
perêşanim deka wek mułkî bê şah
le qamet her seḧer gêsû kemer ka
ḧełałî kird be merdum dił le qurba
nezer ka ẍemzet er xwênî heder ka
wîsalit payeyî mî’race bo min
le řûta ger lebim şeq ّalqemerArabic ka
deka tesxîrî dił çawit be îma
seraser îsmî e’zem ger leber ka
bedił wa bigre dił, tîrê le ẍemzet
le muhrey piştî salimPen name ser beder ka