şeřyane le endêşeyî mû mu’mîn û tersa

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  859 views
şeřyane le endêşeyî mû mu’mîn û tersa
kêşawye leser mesḧefî řû şikłî çelîpa
em kîşe ke gêsût heyetî kamî keşîşe
bigirin be cedel ba ’ulema řîşî sukûba
cêy hîndûyî xałit nîye xurşîdî cemałit
em mertebeye qabîle bo ḧezretî ’îsa
herçî nîyetit bû nîgehit diłmî bełed kird
herçî nîyetim bû be mujet dił xeberî da
mecnûn ẍemî kwa pirdî sîrat er wekû mû bê
deykêşê lewêşa keşşî tuřřeyî leyla
wesfî bedenî kafîye salim ke be me’na
řûḧêkî mucessem le kirasaye serapa