zemzemeye giryane lenêw meclîsî ’eşqa

giryan û xoşî
From the Book:
Şî’rekanî Şêx Meḧmûd
By:
Sheikh Mahmud Barzanji (1886-1956)
 1 minutes  670 views
zemzemeye giryane lenêw meclîsî ’eşqa
saqî xeberî dawe ke yar nayete yarî
qed nabye ew diłbere feryadî min û toMissing
sedpare kebabî diłeket bênî be dyarîMissing
dû cogeyî xwênîne beser sefḧeyî řûma
guł guł buwe damên û kenarim were dyarî
ew xałe zuxałêke benêw boteyî diłma
řoḧim ekułênê be nefes kûreyî narî
ey murẍî sitemdîde esîrî le qefesda
bo xot û weten bigrî ke semxurdeyî marî
dest nakewê tiryakî min û to le ’êraqa
ba şîkwe berîn be lîqay ḧezretî barî
quř pêwe! yexet dadře bo xot be kesasî!
ey kurdî hejar êsteke bê yar û dyarî