dił le bendî sîneda dûbare waweyla eka

şeřî surdaş
From the Book:
Şî’rekanî Şêx Meḧmûd
By:
Sheikh Mahmud Barzanji (1886-1956)
 2 minutes  1232 views
dił le bendî sîneda dûbare waweyla eka
nûrbexşîPen name nasrewê meylî şeř û ẍewẍa eka
întiqamî qewmî lêqewmaw be ḧeq dawa eka
řoj û şew fîkirim le dunyada ’elem berpa eka
tîẍî şîrim arezûy seydî şikarî şa eka
seyrî dujmin ken be fîkirî xamewe bote teref
bo şikarî şêrî şerze pîrî řêwî hate sef
nîştimanî pakî bêkes dîwe boye kewte gef
wam le meydanî şeca’etda mubarîz kwa esef
sefderî řojî weẍayî tabînNamed-Entitye dawa eka
dest be dest yektir biden ey lawekanî merd û qoz
takû key dujmin lenawmana ebête gurgî hoz
bên bibîne piştîwanî yektir û bîkeyne toz
dest be dawênî xudawe bigrîn û bigrîn be soz
takû dujminman le cinّatu al’îremArabic berpa eka
namewê jînî esaret, besme ’umrî gumřehî
naykeme ser xom bedestî mudde’î tacî şehî
qed be emrî dujminanim namewê fermandehî
namewê textî key û bextî cem û şahenşehî
tîşneyî xwênî ’edûm û bo ḧuqûqî wa eka
ta be azadî egem kwêrî ekem çawî řeqîb
ta le zułmî ecnebî řizgar ebê kurdî necîb
ٲtilîb alnecaḧ û altufîq mîn rebّ alimcîbArabic
ayetî «nesir mîn alilhArabic»ye heta «fetiḧٌ qerîbArabic»
dengî tegbîrî sibeynanim be îla alilhArabic eka