dezanî baẍî bextî ehlî dił bo qet semer nada

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 2 minutes  2404 views
dezanî baẍî bextî ehlî dił bo qet semer nada?
felek hergîz muradî merdumî saḧîb huner nada?
dezanê ta le şîşey dîdema bî, eşki’alûdem!
şerabî cey le cama řewneqî xwênî ciger nada!
neken ta letletim bosey nîhanit řastî nałêm
bełê qefqef heta ney neybiřî ḧasił, şeker nada
le min dana nepirsê ba řewş hergîz leřêy ’eşqa
bizanê kîmya herkes, serî bibiřn xeber nada
řegî dił dête cunbuş gahî fesdî lêwî mercanit
delerzê destî fessad û nimek řêy nêşter nada
lebî tuşney kuhen zexmim be xwênî tazegî teř bê
ḧeya! bo mahî mestûrim ke destûrî nezer nada
le paya komełê lu’lûyî eşk er ta kemer bênim
řehî destî xeyałîşim be qedya wek kemer nada
be ḧałî namuradî min weha muştaqe me’şûqim
le tuřřey bo newa bênê řehî destî seḧer nada
le fîkirî pasî ’îsmetda be zahîr dûrbînêke
le ḧukmî dûrbîna qet be min řêgey guzer nada
syehbextî cuda naka diłî salimPen name le tuřřey to
be meḧzî keşmekeş serřuşteyî em kare bernada