witim demte we ya ẍunçe witî ew nuqte mewhûme

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  643 views
witim demte we ya ẍunçe? witî ew nuqte mewhûme
witim zaẍe le baẍî řût? witî xalêkî hindûme
witim boç řa be ’înwanî? witî min şahî xûbanim
witim êmeyş ẍołamî toyn, witî meşhûr û me’lûme
witim to bo çî wa sirkî? witî bo dulberan řesme
witim bo ’aşiqit şêt kird? witî babîşî her cûme
witim şew bû leser řojit? witî bo kwêr bûy zułfe
witim çî şu’a’î xiste dił? witî şu’leyî mehřûme
demim bird maçî lêwî kem, witî ḧeddit çye laço
witim bo kêye ew behre? witî bo yarî meqsûme
tenafî xiste estoy dił, witim bo çîte em cuz’e?
witî lêy bê mîhre, be şer’î ême meḧkûme
witim to padşay ḧusnî, be ummêdî xełatî toyn
witî xot şêt meke, bulbul hemîşe xwar û meḧrûme
witim ta key diłî mîḧnetzedem aware bê cana
witî řêy baẍî xom nadem be misîlî kundebû şûme
witim to seyrî eḧwałim wekû zułifit ke şêwawe
witî mirdût mirê perwane daym şîfteyî mûme
witim kun kun buwe cergim be nûkî tîrî mujganit
witî mindałî tênagey le nazî çawî cadûme
witim mexmûrî lêwî tom, xuda hełnagrê, besye!
witî hey hey sedî wek to niçîrî dawî gêsûme
witim to bo nîga nakey? hemû her întîzarî toyn
witî ئێۆە ’aqił nabin, be řoj estêre me’dûme
witim bo aşna nabê be semi’it dengî efẍanim
witî wa tê mege bê dił, minîş beynêke bîstûme
witim peřey gułî kułimit wekû pejmurde bê waye
witî ’ełit bibê, nabê, gułî min ẍeyre meşmûme
witim takey le gułzarit wîsałîPen name xwar û meḧrûm bê?
witî kafî! ewe besye ke şî’rî xoş û menzûme