ey cenabî ’elî yefendî çî gutûme qafîye

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  468 views
ey cenabî ’elî yefendî, çî gutûme qafîye
to ke mu’mûr merkezî dîqqet bike lem qafîye
to lela xot îltîfatit bû legeł min çawekem
bo çî napirsî ’ezîzim êste eḧwałim çîye?
wa ledes çerxî zemane, seyrî ke wek fiřfiře
hełdesûřêm da’îme yek leḧze aramim nîye
hem lebo def’î perêşanî û beyanî ḧałî xom
her xerîkî girduşatim řoj û şew wek dewrîye
to ke caran aşna bûy bo minî dêwaneřeng
êste nazanim ke aye aşnayît baqîye?
řoḧekem bîstûme çayî û şekir û kûtał hatuwe
hîç diłim pêy xoş nîye, êsta ke min parem nîye
êste ba tedbîr ḧewałey ře’îy to bê řoḧekem
ye’nî bo wergirtinî em dû şite çarem çîye?
ey wîsałîPen name ’elî yefendî bot wer’egrê toyş nełêy
muxteser ba pêt biłêm ew ḧatemêkî sanîye
ger ezanî hatnim bê pare sûdêkî heye
pêm biłê bê ya meye, ya lêy geřê qîrî sîye
ger be we’dey çend şewê kûtał û çam bo wergirê
ta qyamet her le bîrme û ba’îsî memnûnîye
ya bifermiwê bîfroşe ebme kabray pyazfiroş
çun le esła kem nifûsim, hîçî bo min tya nîye
çunke her çî çû lela bay’ eba bo min nebim
ya be tenha min kerî qazî egêm lem naḧîye
kake řazî nîm be qur’an îstîqaqî xom ebem
her ebê bimdatê bay’ îşekem mecbûrîye
çunke wek ’alem minîş lem emreda saḧêb beşim
ya wîsałîPen name boy biřawe her beşî ẍemxiwarîye
małî bê çayî hemîşe piř le bołe û pirteye
her bewe me’lûme çayî ba’îsî dił cem’îye
bo hemû dem çake çayî, xo xisûs fesłî behar
çunke seḧra sewze sûre, muqtezayî çayye
ta zeman ça bû be qurban zîrek û ferzane bûm
êste ger mat û nexoşim ba’îsî bê çayye
min be ummêdî wefa tom kird be cêgey îltîmas
ger çî nefsim pêm ełê teklîfeket xorayye
’elî yefendî małî awa şekir û çakey bo kiřîm
ba bizanim çone emca tore bacî ḧacîye
ey wîsałîPen name wa mezane ḧacî ’alî hîmmete
çun le tofanî beła bo ême nûḧî nacîye