birader her kesê ça bê debê ew yawerî ça bê

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 13 minutes  3587 views
birader her kesê ça bê, debê ew yawerî ça bê
legeł esbabî çayî ḧazir û da’îm muheyya bê
ke ça bê her legeł ça bê, be ça bê munîsî ça bê
be ça bê nîsbetî ça bê, ke ça bê hemserî ça bê
le dinya çaye memdûḧe, bebê ça ’eyş meqbûḧe
be ça meyxane mencûḧe, be çaye meclîs ara bê
eger ça bî debê ça bî, le me’wayekî zor ça bê
le qonaẍêkî zîbayî, newek şubhî kiłêsa bê
ne cêgayêkî naşeq bê, diłî têda mu’ewweq bê
newek ḧucrey mu’elleq bê ke cêgay berd û serma bê
newek ḧucrey muxendeq bê, diłî têda murewweq bê
ne mîslî wekirî leqleq bê zelîl û gêj û hem ba bê
ne cêgayêkî wa teng bê, wekû me’wayî mêşeng bê
ne xaney pîs û bedřeng bê, be ’eynî debo wabê
ne cêgayêkî bê dar bê, hemû kes lêy be hawar bê
ne qebiz û perit û pendar bê, muẍarey dêw û seḧra bê
ne xaney mar û ’eqreb bê, ne cêgey esb û merkeb bê
ne cêy mindał û mekteb bê, ne seqfî setḧî řûxa bê
ne mîslî qeyserî wa bê, be da’îm piř le serma bê
ne wek tûnî ḧemam wa bê, ke saḧêb tar û hewda bê
ne cêgey xewf û dehşet bê, ne qebir’asa be zułmet bê
ne cêy afat û ’îllet bê, ne cêgey şîn û ẍewẍa bê
ne ḧucrey kunkunawî bê, legeł seḧra musawî bê
ne tamanî byawî bê, şyakey pêwe nûsa bê
ne piř zîł û giławî bê, diłopey ban guławî bê
newek cêy dûkeławî bê, be dûdî dîde e’ma bê
ne cêgey toz û hem ẍem bê, ne cêy řubah û zeyẍem bê
ne cêy bê ’eqil û ebkem bê, ne cêgey gebir û tersa bê
newek ḧucrey *****Missing nawî, newîy û berz û herdawî
’eceb naxoş û badawî, be mîslî tûnî baba bê
ne dar û bar û herzałî, lebaleb bê le sîpałî
be gozey kûpeyî xałî, seraser řêge gîra bê
ne hênde bê serupa bê, kesêkî ger le nêwda bê
ke sibḧeynê hełsita bê, serasîmey ’eceb mabê
ke bête der le sîpałî, şikabê laqî û bałî
ke dîqqet ka le eḧwałî, be cuz’î řoḧî tya mabê
eger cêy ’eqreb û mare, mekanî řenc û azare
kesî têda bê naçare, debê qesdî mudara bê
ne eble û nakesî lê bê, ne bedkarê dirawsê bê
ke wabê, gûy xiley tê bê, eger ew cêge cêy ça bê
lenêw em ehlî dinyaye, řisûm û qa’îde waye
sedaret layqî şaye, syaset bo ker û ga bê
feqîre řût û dił xeste, ’ezîze mestî serbeste
şehêne her leser deste, sege ger cêy le derga bê
le ser em erze řengîne, xebîs bo pîse bibîne
ke ça bo qendî şîrîne, nîkoyî bo bedan nabê
bełê her çîze bo çîzê, enêrê çîzê bo çîzê
bełê her řîze bo řîzê, xirape nabê bo ça bê
wekû îngilîz û ’usmanî, wekû bulẍar û yonanî
şebîhî řûs û ełmanî, legeł yekda deřwa bê
meqamî tûnçî her tûne, řefîqî lotî meymûne
xezêne małî qařûne, ’esa bo destî mûsa bê
çi ḧacet to biłêy waye, ke nergis mest û şehlaye
şehî mecnûn ke leylaye, mehî wamîq ke ’uzra bê
suleyman zewcî belqîse, ’ezazîl karî telbîse
xeyatî îşî îdrîse, keramet bo mesîḧa bê
sexawet bo kerîmane, řezîlî bo bexîlane
ḧemaqet řesmî nadane, feraset karî dana bê
eger ateş eger dûde, lebo şeddad û nemrûde
cehennem sun’î me’bûde, lebo kufarî dunya bê
eme teqsîmî subḧane, ke ḧîkmet karî luqmane
xizir bo abî ḧeywane, sikender mutellî’ nabê
eger yûns nîhanî bê, mekanî betnî mahî bê
çi şew bê ya beyanî bê, be emrî ḧeq debê wa bê
eme teqdîrî mewlaye, ke dawud ḧencerey çaye
eger yûsif diłaraye, zułeyxa boy peşêwa bê
enîsî řende her řende, řefîqî çaye her qende
ḧerîfe ma’îlî pende, řeqîbe cêy kemînga bê
’ebaye qabîlî şane, kepenke bergî çopane
letafet bo cwanane, kîtabet îşî mîrza bê
beheşt bo sadiq bê, se’îre bo munafîq bê
ewe bo ême layq bê, emîş ba cêy nesara bê
beşî min teb’î mewzûne, şerabim ẍusse û xûne
surişkim şîbhî ceyḧûne, be mîslî şettî beẍda bê
ẍezel diłdar û diłberme, kîtabet efserî serme
fesaḧet bergî mexmere, xuda bîda debê wabê
kesê nayîl be dewłet bê, nesîbî ger be řeḧmet bê
debê ẍerqî ’îbadet bê, xerîkî şukirî ełła bê
eger wa bê ’eybidare, meqamêkî be azare
hemû kes lêy be haware, meqamî ça debê ça bê
eger hat û kesê emřo su’alî kird le cêy nîko
mekanî qerqefî xoşbo, debê çon bê debê ça bê
wîsałîPen name to eger danî, cwabî de be asanî
şebîhî asefî sanî, biłê qesrêkî awa bê
debê ḧucrey muzeyyen bê, debê saqî mu’eyyen bê
le her canîb mubeyyen bê, newayî saz û goya bê
debê taqî muqewwes bê, firûşî seḧnî etłes bê
hemû canîb muqeřnes bê, wekû qesrî zułeyxa bê
debê ew seqfe neyřeng bê, şebîhî qesrî ḧew řeng
sedayî tar û hem çeng bê, wekû meyxane awa bê
debê dîwarî ew zeř bê, hemû etrafî zêwer bê
le nêwya mîşkî ezfer bê, wekû řeyḧane boya bê
be fewq û teḧit û ḧanûtî, be kursî û textî zumřutî
be kahî duřiř û yaqûtî, wekû qel’ey şehnişa bê
çi qel’e ferqî gunbed bê, binaẍey ew zumuřřed bê
debê payey zuberced bê, hemû derwaze poła bê
minarey xiştî gewher bê, sitûnî sîm û hem zeř bê
mekanî duřiř û cewher bê, şebîhî taqî kesra bê
serîrî mercan bê, wekû textî suleyman bê
leser ew ḧûr û wîldan bê, firûşî qeziz û dîba bê
qenadîlî le gewher bê, leser wî şem’î enwer bê
seraperdey mucewher bê, wekû qesrî mu’ella bê
qusûrî sebiz û eḧmer bê, derî seqfî mu’enber bê
mesîrî mah û exter bê, bewêney taqî mîna bê
debê awî mutehher bê, nezîrî ḧewzî kewser bê
şerabî ḧur û gułber bê, wekû şehdî muceffa bê
debê ew xakî efxer bê, seraser tac û efser bê
meqamî mîşk û ’enber bê, mîsalî xakî tata bê
be şem’î eywan enwer bê, řefey yaqûtî eḧmer bê
nîqabî setḧî exzer bê, wekû ’erşî mu’ella bê
be fanos û çiraxanî, le dehlîz û le eywanî
le şewqî şîşebendanî, cîhan yek def’e awa bê
ḧesar û dîwarî, muresse’ bê be mirwarî
le şu’ley ’eksî enwarî, şewî tarîkî beyza bê
be wêney qesrî xaqanî, meyanî seḧin û dîwanî
kenar û setiḧ û serbanî, be zîw û zeř mutella bê
le dewrey baẍî ’er’er bê, sehî û seru û zewber bê
be lale û ’ûd û nester bê, wekû fîrdewsî e’la bê
debê me’wayî ẍîlman bê, debê cêy teyr û murẍan bê
debê saqî le meydan bê, wekû yarî diłara bê
çi saqî ’enberîn gêsû, guł endamêkî mîşkîn bû
kebik seyr û řewişt ahû, wekû tawwisî ře’na bê
beraber şahîd û diłber, le nêwda saqî û sîmber
şebîhî meclîsî qeyser, mîsalî bezmî dara bê
be baẍat û be gułzarî, be seru û ’er’er û narî
be awî ḧewz û cobarî, wekû baẍî îrem wa bê
çi baẍî řoḧ efza, mekanî sunbul û gułha
be dengî teyr û bulbulha, ’eceb cellabî diłha bê
çi baẍê piř le řeyḧan bê meqamî suḧbet û seyran
ḧesatî ’enber û mercan, turabî mîşk asa bê
debê ḧewzî leber der bê, kenarî berdî meřmeř bê
fwarey nawî gewher bê, be gencî turenpa bê
ḧerîrî çînî buster bê, serînî ’eynî mexmer bê
leser ew mahî enwer bê, ’eceb yarêkî zîba bê
leḧaqî qeziz û etłes bê, le nêwya yarî newřes bê
eme ferzî hemû kes bê, ke ’eşqî wî leserda bê
çi yarê, yarî yarî bê, mehî burcî telarî bê
xerîkî ẍemzekarî bê, be çawî fîtne gîra bê
çi yarê, yarî diłber bê, cwan û şûş û esmer bê
debê hemtayî exter bê, wekû ahûyî seḧra bê
dû zułfî ew muselsel bê, dû payî ew muxelxel bê
dû çawanî mukeḧḧel bê, be nazî surme kêşa bê
çi yarê mahî peyker bê, çi yarê turkî sîmber bê
çi yarê, yarê gułber bê, debê mîslî zułeyxa bê
debê çeşman mu’ettel bê, debê saf û museqqel bê
le nêw ḧûran mufezzel bê, wekû ’uzra û selma bê
debê bała zewber bê, lebî wek şehd û şekker bê
dehan û durcî gewher bê, didanî duřřî derya bê
zeqen çun sîmî eḧmer bê, debê xeddî mu’enber bê
gwarey gwêy le gewher bê, wekû ’îqdî sureyya bê
debê bergî le ester bê dîbarî buster bê
debê ew ḧûrî gułber bê, xeraman qumrî asa bê
legeł em ’eyş û eḧwałe, legeł em bext û îqbałe
legeł em yarî newsałe, çi xoşe hemserit ça bê
çi xoşe pyaw legeł yarî, biçête perdeyî yarî
çetarey sûr meyldarî, le ẍuřfe qesrî hełdabê
çi xoşe çake binwênî, çi xoşe çake bistênî
řegî bedkarî bipsênî, le qeydî mîḧnet aza bê
ḧeqîqet çî biłêy waye, feqet ’îqdî le diłdaye
çi merdê layîqî çaye, çi merdê lêy mubeřřa bê
wîsałîPen name to were meydan, cwabî de wekû merdan
kesê çake le nêw xûban, ke çakey ew huweyda bê
debê wabê ke ḧatem bê, debê darayî xatem bê
ne ẍerqî beḧrî matem bê, be mîslî pîrezenha bê
kesê talîb be çayî bê, debê layîq be şahî bê
ne kurdêkî beranî bê, sefîh û řû be seḧra bê
kesê ehlî tebî’et bê, debê bo ça be řeẍbet bê
le dûrî ça be mîḧnet bê, debê ẍurbetkeşî ça bê
debê saḧêb tekellum bê, debê saḧêb teřeḧum bê
nebê xende û tebesum bê, be ’eynî wek muqebba bê
debê esłî be pakî bê, debê xoy neslî çakî bê
se’adet bab û dakî bê, ke ye’nî dořřî yekta bê
debê kanî melaḧet bê, leser lehcey fesaḧet bê
leser řêgey selaḧet bê, řeşîdî herdû dinya bê
newabê teb’î bê dił bê, le buxla şubhî mudxel bê
ne kakołî le pişt mil bê, ne ew tepley leser nabê
ne bê namûs û ’îsmet bê, le dunya bê miruwet bê
ne ew talîb be řişwet bê, wekû qazî awêsta bê
ne wek fîr’ewn û herqil bê, xerîkî karî batîl bê
le fikirî tobe ẍafił bê, le meḧşer kwêr û řiswa bê
ne herz û şêt û eḧmeq bê, le qeydî ’eqłî mutłeq bê
ne wek ker dêz û gwê leq bê, beda’îm her le geł ga bê
ne ew bê ’eqił û kewden bê, wekû ḧeywanî pêzen bê
ne ew piştîrî mesken bê, řefîqî ’îcil û manga bê
ne ’ef’ef qîsseyî ew bê, ne řujdî ḧîsseyî ew bê
ne kurtan ḧulleyî ew bê, ne wek ga giznî per ça bê
ne řûgirj û ẍezenfer bê, bo nanê tałîbî şeř bê
newa bedfî’il û bedfeř bê, be řiq nawçawî têk nabê
debê xoşxułq û xoşxû bê, legeł mîhmanî xoşrû bê
direng weqtîşî pê zû bê, beda’îm bezle goya bê
debê ’eynî ḧelawet bê, qisey saḧêb terawet bê
debê kanî sexawet bê, sexa tacî leser nabê
ne ’alî bê le mensebda, wekû ker bê le mektebda
le nêw cehlî murekkebda, wekû gosałe dama bê
ne wek ḧeywanî kêwî bê, enîsî gurg û řêwî bê
ḧeşîşî deşt şêwî bê, çeqeł dem řengî tê nabê
ne wek ker mincemnicî bê, le gêjîyda birincî bê
ne cibbey ew ferencî bê, ’emamey pûşe xurma bê
ne kirmancî geřûsî bê, ne mîslî ehlî řûsî bê
ne řengî wek mecûsî bê, be hey’et wek nesara bê
ne kurdî şarezûrî bê, ne dêwî lendehûrî bê
ne wek îblîs xezûrî bê, ne sexrey cînnî zawa bê
debê wek ẍunçeyî guł bê, cwanmerd û sexîdił bê
debê saḧêb tewekkul bê, le karî çake aza bê
debê merdêkî zor ça bê, be karî çake çara bê
xeyałî her leser ça bê, legeł ça bezmî gêřa bê
ẍułam û noker û xadîm, be destûrî şeh û ḧakim
debê ḧazir biken taqim, nebê naqîs çi esbabê
eger wabê gelê çake, biłê lew cêge ça çake
le bo ça xot muheyya ke, bebê ça karit ça nabê
be qehwey nab û řeyḧanî, ke nêw fincanî nûranî
be çayî çakî řeḧmanî, xelayq mest û şeyda bê
be çadanêkî zor řengîn, letîf û karxaneyî çîn
be camî nazg û neqşîn, debê meclîs le keyfa bê
keşfî wek duřřî beyza bê, gułî wek necmî zehra bê
řengî saqî le nêwda bê, şu’a’î şu’le berpa bê
debê pyałey bilûrîn bê, řoẍin dewrî řengîn bê
debê jêrpyałey neqşîn bê, debê meclîs le keyfa bê
debê eqdaḧî zêřîn bê, be destî saqî řengîn bê
piřî řeḧraḧî nûrîn bê, wekû camî museffa bê
be dengî mutrîbî serxoş, be nałey saqîy muhweş
be cur’ey nazk û diłkeş, debê cennet huweyda bê
lepaş řeḧraḧî nûranî, cîhan řûy kirde wêranî
nema dîwanî însanî, xuda sułtanî ça ba bê
kesê bê, teb’î mewzûn bê, debê bo çayî meḧzûn bê
le şurbî çayî memnûn bê, ke çaye lezzetî çabê
kesê wek min ke bê ça bê, debê da’îm le ẍemda bê
wekû perwane sûta bê, zelîl û ’aczî ça bê
wîsałîPen name êste bo çaye, wekû mecnûnî şeydaye
beda’îm wêłî seḧraye, meger leylay ça ya bê