şik ebem şexsê le řoma pêy ełên mella ḧesen

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  541 views
şik ebem şexsê le řoma pêy ełên mella ḧesen
lazme zemmî biken elḧeq hemû ehlî weten
çunke meşhûre çirûkîy ew le dunyada be ’am
ew řezîle neydî carê ẍîretî bête beden
şeş sedî wek marf û bendî le birsa kuştuwe
min ewa bêgane bûm, xo ew biray ew bû ’elen
îsmekey fewtawe ḧusnî nîye xwa bîbřê
nemdî îsmî bê musemma lêre wek ew ta yemen
ey wîsałîPen name besye îtir qabîlî tenbye nîye
lêy geřê ba her meḧu bê, ew necîley bê dehen