be teqdîrî xudayî ḧeyyî bêçûn

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  442 views
be teqdîrî xudayî ḧeyyî bêçûn
le wextî ’aczîy û qelbî meḧzûn
le deştêkî byaban, çoł û hamûn
gelê mil pan û řîş zil tûşî min bûn
le dûr wemzanî têfkirîm cûn
gutim êwe be hey’et weḧşî kêwîn
be milpanî hemû gacûtî cûtîn
be kilkî kułkina emsalî řêwîn
be şikił û sûřeta wek kêwî qafîn
be yał û tûkî ser manendî yabûn
’eceb mawim le êwe tayfey çîn
be řîş û sîmbiła her wek yehûdîn
be gwêçkey tûkna wek wirçî lotîn
bebê nwêj û cema’et wek mecûsîn
be cibbe û mêzerî zil şîbhî axûn
ziman řîşî nîye ey saḧebî řîş
çi sofî bê, c cû bê, ya xo derwêş
be pûlê naykiřn sed řîşî bê îş
temaşa ehlî ’îlme her ciger řêş
perêşanin be mekirî çerxî wajûn
ewêsta řîşî malûm zerd û kałe
wekû řîşî qeşe çend bê kemałe
be estûrî ełêy kilkî gemałe
be panî şubhî yałî mayne ałe
ewa bûne mebalî kelb û meymûn