seyrî êmřoke ’ecayb diłguşaye xwaremîr

te’rîf û sitayşî gundî xwaremîrî serdeşt
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  536 views
seyrî êmřoke ’ecayb diłguşaye xwaremîr
her wekû meyxane piř saz û newaye xwaremîr
bo guł û bustanî da’îm ẍem dexwa baẍî îrem
ma’eleyna bo diłan damî bełaye xwaremîr
mutrîb îmřo dem be saze saqî êsta des be cam
fî aliḧqîqةArabic menbe’î ’eyş û sefaye xwaremîr
em mekane piř gułe îmřo wekû řewzey cînan
ḧemdulîlla menziłî ḧorî lîqaye xwaremîr
bo merîzan şafîye awî wekû abî ḧeyat
mewqi’êkî piř tebîb û piř dewaye xwaremîr
erzî piř mîşk û ’ebîre, her wekû xakî xuten
deştî boyaye seraser wek xetaye xwaremîr
seyrî neẍmey bulbulane wa leser şaxî gułan
her wekû baẍî xeraman canfezaye xwaremîr
ehlî dinyayî hemû muḧtacî em cêgen be dił
şukirulîlla menzerî şah û gedaye xwaremîr
sed şukir ehlîşî sercem saḧêbî ’eqił û diłn
bo hemû kes merkezî tedbîr û řaye xwaremîr
to be dîqqet tê bifkire xełqî çende zîrekin
her dełêy şîraze xakî, diłřubaye xwaremîr
bo sexawet her kesêkyan to debînî xateme
awedan bê, me’denî cûd û sexaye xwaremîr
bo şeca’et ḧeyderin ehlî le meydanî ’edû
bezmigahî qeyser û patextî şaye xwaremîr
dił mûnewwer bû be nûrî şemsî eḧbabî welî
piř buwe xakî le exter, wek semaye xwaremîr
bo dyanet bêřya hem ehlî se’î û koşşin
her wekû beẍda mekanî ewlyaye xwaremîr
ey wîsałîPen name besye, ’arîf yek îşarey kafîye
lay hemû kes zahîre, cêgey wefaye xwaremîr