ey felek bo çî le mewtîn wa minit aware kird

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  557 views
ey felek bo çî le mewtîn wa minit aware kird?
bo minit lem ẍurbete bê hemdem û bêçare kird?
bo le dost û yar û eḧbab wa minit dûr xistewe?
bo minit meḧrûm le xoşîy wesłî ew diłdare kird?
bulbulî baẍî weten bûm, hemdemî nesrîn û guł
bo minit dûçarî êş û ezyetî em xare kird?
min le qesrî nîştimana bezmî şîrînim hebû
bo minit lew bezme xoşey subiḧ û hem êware kird?
min le gułzarî îremda, qumrîyek bûm xoşnewa
bo minit řîswayî nefsî xa’în û emmare kird?
ey felek ’aşiq lejêr barî ẍema piştî şika
her beweş řazî nebû, ta cergekeyşit pare kird
dił le tirsî marî zułfî hoşî gencî řûy nebû
her le bo ew gence xoy awqayî ew řeşmare kird?
dił be ummêd bû bijî bo xoy lewêda ta ebed
to be ḧîle ew feqîret derbeder ew şare kird
wextê emnî dî be ’ewrî zułfî řûy poşî le min
ey řeqîb xwa bitgirê ger wek minit lew yare kird
ey felek řoḧit heławasî be tatay perçemî
curmî çî bû ew feqîret bendî ew sêdare kird
ey řeqîb hatî wekû îblîs wîsałîPen namet derpeřan
bo be bê curim û guneh lew lezzetet aware kird?