dûkełî cewr û xyanet asmanî dînî girt

pênc xiştekî leser şî’rî fanî
From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 3 minutes  1092 views
dûkełî cewr û xyanet asmanî dînî girt
kurd leber şûmî û nezanîn şêweyî bêdînî girt
negbetî êmeş bû ḧetta dewłetî berlînî girt
agirî cehil û nezanîn wa becarê tînî girt
wa biłêsey nawqedî xermanî çakey jînî girt
çunke bo yektir nebûn kurd pak û řast û bê xelel
pakî bêbeş bû le feyzî kesb û zanîn û ’emel
wa le tarîkî hemû kewtûn û gumřa û kwêr û şel
seyrî gîtî ke ezanî řojî teqsîmî ezel
kullî mîllet cejnî şadî girt û kurdîş şînî girt
mîlletî kurd zor feqîre seyrî çend bê dest û pa
wa lejêr barî giranî ẍeyreda piştî şika
piştî zamar kird xerîke cergîşî kun kun bika
tîrî teqsîrî cefakaranî załim bê xeta
goşeyî cergî ehalî ’aciz û ẍemgînî girt
ba’îsî dûdî derûne řeş buwe şaxî weten
her le tirsî zułme ’alem lêm bûnete *****Missing weten
ḧeyfê nemzanî le des çû kuştînî daxî weten
seddî gewrey def’î duşmin ’îlme bo baxî weten
ca kewa bê kurdî cahîl baẍî bê perjînî girt
to ke nîte serwet û muḧtacî her bo yek filûs
payeberzî bo to nabê, megre esbabî cilûs
xertel asa dewrî lakî to eden îngilîz û řûs
řû le zanîn ger nekey to, peşme tî’dadî nifûs
bo diřînî wirgî ...Missing bê ke gurgî qînî girt
’îlim û fen bû ewrupay gêřa be fewqî asya
ême çunke cahlîn her barkêş û nařewa
wasîtey serkewtine ’îlim û ’emel bo her dû la
her le sayey ’îlim û zanîn bû ke destey ewrûpa
em fezayey beynî erz û asmanî şînî girt
seyrî em bedbextîye řûy kirde kurdî mał wêran
çunke bo hîç la nîmane sin’et û kesbî cwan
ca meger ême le dû la xak beser keyn bo jyan
bêynewe ser basî qewmî kurdî kurtî hîçnezan
tacî ’îrfanî fiřêda, kewte ’areq çînî girt
wa’îza takey be řîşî pan û hem we’zî řya
seyrî em îslame cwane pakit xiste ḧelwela
bes biłê řîş panî sik zil, namewê we’zî weha
dîn û dinya girtinî pêwîste tu xuda ey mela
bes biłê dinya tewawe besye her kes dînî girt
małî ’alemyan wêran kird her be sê kes to xuda
nekbetî kurdî feqîre em sêyeş bûte beła
muxteser her sê eken tałanî mîllet aşkira
bê kînayet xoşe nûsîn, şêx û aẍa û namela
destî kar û qaçî hewł û çawî têkoşînî girt
îş û karî ême bote xwardin û poşîn û xew
xełq şewîşî bû be řoj, ême řojman bote şew
şuẍłî xełqî ’îlim û fenne, îşî êmeyş řawekew
çerçil û řozfil xerîkî řawî ẍayen řoj û şew
gewrekey êmeyş bebê ẍem pirçî pûr nexşînî girt
saqya dił întîzarî kase qet lomey meke
zerd û wişke wek pełase lêwî qet lomey meke
bê qerarî tîrî taney nase qet lomey meke
dił giriftarî xezanî yase qet lomey meke
ger be da’îm mîslî bulbul şêweyî nałînî girt
ey wîsałîPen name toyş wekû perwane bo dîdarî şem
xot lebo sûtan debê ḧazir bikey bê zyad û kem
řoḧ fîda ke bo wîsałî xetit û xał û kułim û dem
bo fîdakarî nebû fanîPen name ke destî kake mem
sêwî zîwînî çenagey cwanî xatûzînî girt