bo xoşewîstim řefîqî şefîq

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  653 views
bo xoşewîstim řefîqî şefîq
ewweł kak ’elî, duwem kak tofîq
epařêmewe le qapî xuda
leser kesabet tofîqtan bida
lepaş beyanî ’erz û îḧtiram
ewa bom nardin çen fewcî selam
du’a û selamtan her bo enêrim
we minnetîştan be serî kêrim
çunke le dinya min saf û pakim
le řast hemû kes da’îm bê bakim
eger epirsin le ḧał û eḧwał
xoştire ḧałman le ḧałî beqał
ême le ladê xwa mu’înmane
bo ehlî bazař řefîq şeytane
lêre her çî bû lewê day enêyn
ewweł ta axir ser êwey enêyn
necîbin êwe ke her emete
kaẍeztan nardibû bo dû sebete
wamzanî kaẍez kewa nêrrawe
bo karî muhîm yekcar nûsrawe
ke temaşam kird name seranser
nûsrawe lebo dû sebetey şiř
bina’ ’ilyeMissing ey biray eřşed
sebetekanim dawin be eḧmed
emin wamzanî êwe beqałn
nemzanî her dû her qing betałn
bełê bîstûme le ehlî kemał
le bazařa hen beqał û çeqał
ger wek êwe bin beqał û çeqał
kêrim be qingî dû hezar beqał
bîstim ke êwe her dû be piřtaw
tesaduftan kird bo dû kiçî law
becarê kirditan merḧeba lewan
şikłî êweyan ke dî her dûkyan
her dûkyan be cût tifyan lê kirdin
becarê ḧeya û namûsyan birdin
taze her dûktan le sał bûnewe
aşî aw kewtûn le tał bûnewe
taze çîtane le kiçî cwan
řîştan sipîye û nemawe dantan
taze mer be xew bibînin cwanî
ewîş be cum’e ser le beyanî
hîçtan bo nakirê be pîrepîre
meger her dû dest bigirin bem kîre
ḧuseyn her řaste řastîş eyjê
boye qisey wird bo êwe êjê
çendim ta êsta nesîḧet kirdin
însan têy hełden nek ḧeya birdin
’alem ke pîr bûn be ḧeya ebin
êwe ta pîr bin bê ḧeya ebin
bełê ḧeqtane ḧeya be çawe
êweş xo şukir çawtan nemawe
kalaney çawtan bote şikłî nûn
le dûr eşubhê be qingî meymûn
çunke her dûktan çiřuçaw nûsaw
dem be qûła çû wek bîr û golaw
dem wek kelawey sałî deqyanûs
te’mîr nakirêto be îngilîs û řûs