xuda ’edlî le lay ’arf ’eyane

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 3 minutes  550 views
su’alî tayer beg le narî:
xuda ’edlî le lay ’arf ’eyane
be ḧeqqet ême gelleyn, ew şwane!
leber çî wa meřî xoy merdî çûpan,
be destî xoy exate ber nîşane?
eger mu’mîn be ḧeqqet dostî ḧeqqin,
çîye ḧîkmet delîlî řûsyane?
muqedder bû ke gendum bê be řizqî
le adem boç îtir degrê behane?
ke tîr’endazî çabuk dił bipêkê!
qebaḧet key le ser ḧełqey kewane?
ke ew řuxsarî dił bênête pêşo
nesîbî bulbulan dad û fuẍane
le řojî xoy ’emel qismet kirawe
le ber çî to dełêy fî’lî xomane?
ke wa bû agirî dozex leboman
çi lazim dê bikêşê wa zebane
eger xelqe le boman îxtyarê
leber çî yek biçûk û yek kelane
yekê bo pare nanê can firoşe
yekê ḧeqqî nîye şahî cîhane
yekê sułtanî qesrî zeř nîgare
yekê bê cêge û bê xanumane
yekê daym xerîkî ’eyş û noşe
yekê kujrawî şimşêrî debane
yekê qařûnî dewłet hem ’înane
yekê muḧtacî sikkey yek qiřane
cwabî narî bo tayer beg:
su’alit ey suxen sencî zemane
esasî ’îciz û teşwîş û melane
ḧeqîqet qismetî eḧwałî ’alem
delîlî zebit û eḧkamî nîhane
kesê ’arf be ḧukmî padşaye
ke meḧrem bê be řazî xesrewane
welê mecbûre fîkirim bo cewabit
eger çî ’aczî dewrî zemane
terîqî lansilîّmArabic ba nemênê
nebête beḧis û gałey mazuwane
bełê ’edlî xuda wek mîhrî enwer
le lay ehlî besîret bê gumane
weku sem’ û beser ’îlim û ḧeyatî
kelamî qudret û zatî ’eyane
le beynî kesbî ’ebid û xelq û xalîq
tefawit wek zemîn ta asmane
ke kesbî mesder û ḧusin û qebaḧet
qebaḧet wesfî kisbî ’asyane
xwa bê neqse wesfî zat û xulqî
be eḧsen xulqe meşhûrî cîhane
bełê ḧeq řa’îye, gelle xelayq
’îbadet řon û şîr û tûkyane
pezî bê fer’ û peşme û ’ebřeş û leř
sizawarî segî yonanîyane
kesê lada le cîlwey ḧusnî ’îşqî
ekêşê nêşî neşter bulbulane
nîye neqis û zelîlî destî řûsî
cezay zîllet ke qesrî ḧorîyane
temaşa ke le bo te’lîmî ’îrfan
felaqey kuř deken em řomîyane
cehennem ba le coşa bê, cehennem
çi bîmê bo girohî mu’mînane
be mu’mîn çî seqer, dozex, cehennem
meqamî řûsyan û řûsyane