talîb ke hemû wextê xerîdarî ẍezel bê

em ẍezeley bo mela eḧmedî kuřî nûsîwe ke lew kateda le lay mela ’ezîzî balîkederî eyxiwênd le silêmanî
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  487 views
talîb ke hemû wextê xerîdarî ẍezel bê
zor zeḧmete meylî ke leser ’îlim û ’emel bê
talîb eweye talîbî dîwanî xuda bê
’alim eweye ẍerqî xeyałatî ezel bê
firzendî mela: řołe ebê serfî ḧeyatî
bo dîqqetî beyzawî û tefsîrî cumel bê
bê cîlweye tesbîḧî kefî cezbeyî sofî
ta fîkirî mey û dengî ney û sazî emel bê
ger şurbî dewa ’aqîbetî nef’î nebê, hîç
lay xeste wekû zehre eger ’eynî ’esel bê
efsûse bibê murẍî huma fer’î be qaław
zor muşkîle ger bazî sipî fer’î be qel bê
ger duřřî eto, warîsî adabî pider be
nezdîke pider yar û hem aẍûşî ecel bê