heta ẍunçey gułî dił bê le laley newbeharim çî

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  644 views
heta ẍunçey gułî dił bê le laley newbeharim çî
legeł şimşadî bałakey, le serwî coybarim çî
ke yarî des bida bo min leser sîney be cûtê bey
le bazî û seyrî morey nerdî ser texte û qumarim çî
eger bigirim le des yek dem, turencî ẍebẍebî kałî
le lîmoy zerd û sêwî ał û narinc û henarim çî!
ebed teşbîhî řoj û şew be zułf û řûmetî nakem
le wesfî dû munafî, her wekû leyl û neharim çî
ke bo maçî demî, wek çawî mestî tobe deşkênim
ẍułamî turkî mexmûrim, le şêxî tobekarim çî!
be şerḧî xał û xettî ḧîkmetî řuxsarî meşẍûłim
le sîřřî ḧaşyey zułfî syahî tarumarim çî!
be qanûnî ẍułamî ger qibûłim ka le dergada
le çetrî ’eyş û textî naz û tacî î’tîbarim çî!
girêbanî sebûrî pare kirdim tîrî mujganî
deba min řû le seḧra kem le aram û qerarim çî!
le xofî çawî murẍî dił le ser şehdî lebî laçû
ke ye’nî min le zexim û ḧemleyî bazî şikarim çî!
xeyanet ta ebed narîPen name be teḧrîkî mujey nakem
le bend û kot û zincîrî felaqey sextî yarim çî!