xakî dergaket lebo ser her wekû efser serî
em ẍezele le «dengî gêtî taze» jimare 937 sałî 1947 biław kirayewe
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
1 minutes
954 views
xakî dergaket lebo ser her wekû efser serî
elfî bałaket le pêç û xem wekû ’er’er ’erî
gułşenî řuxsarî to, řewneq şikênî newbehar
awêney ḧusinit le řeng û afetî sêber berî
wa le ḧesret çawî mestit destew’ejno kewtûn
ahûyî maçîn û şoxî çîn û turkî berberî
şew ke derkewt û le bo ḧesret kemê řûy kirde mang
mîslî tow, zeřřatî nûrî neyîrî enwer werî
zemzemet ḧusnî le afaqa, ke wek tel têpeřî
naw û asarî nema, her wek ẍezalî perperî
xeyberî dił bû be peykanî mujey jêr û zeber
her wekû heł kendinî bêx û binî «ḧeyder» derî
çû le bo gułşen, le bo te’zîmî ḧusnî desbecê
gułbenî serwî nîhalî baẍî aẍaler lerî
řojî dîwanî ezel qismet weha carî buwe
sehmî aẍa bo bizurgî, qismetî noker kerî
naryaPen name ta key be pîrî fîkirî beytî bê semer
pîrî û lafî cwanî? bê newayî û qeşmerî?