çawekem key bê zemanê zû be zû

bo ḧacî mela ’ezîzî balîkederî
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  460 views
çawekem key bê zemanê zû be zû
dabnîşîn bê ẍemî dił, dû be dû
defterî řazî giley řojî fîraq
bête meydanî beyano, mû be mû
çende xoşe bo min û to pêkewe
wek guł û bulbul, be şêwey řû be řû
wa be to muştaqe çawim, her wekû
guł be aw û lêw be çayî û kiç be şû
ger depirsî çone eḧwałim! ’ezîz
dûr le to bawî nema, wez’î be řû
mûy sipîm pê xoşe, çunke qet nebû
hemdemî saḧîb wefa, ẍeyrî pemû
nakujêto agirî dûrîy be şîn
muşkîle bikujêtewe, awir be fû
bo diłî to, çawî min! derḧeq be min
bû be berdî sext û berdaşî ketû?
wa leber qîjey qijakey bê edeb
mexfîye ehlî edeb wek kunnebû
ẍem le diłma bo nemanî zîkirî ḧeq
bê zyaret bû be şêxî sergelû
bo jinî dinya ke nîkaḧim biřî
bû be şahîd negbet û ẍem pêxesû
we’zî min bo ehil û mîllet çawekem
pûç û bê te’sîre wek tełqînî cû
wa le qeydî mîḧneta mawim zelîl
mudde’î min řû be řû, sîney henû
ke’be keç nabê le gułzarî sefa
ger kerem key to be narîPen name yek desû