be şîrînî cwabit def’î řûtałî le serma bû

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  434 views
be şîrînî cwabit def’î řûtałî le serma bû
le we’dey siřya, germî cwabî kaẍezim ça bû
nema yekser nexoşîm û beser çû mîḧnet û şînim
řimûzî sirke amêzit, tebîbî def’î xezra bû
mubeddel bû be guł řengî cwanî, sûretî pîrî
nesîmî xettî mişkînit, meger nefsî mesîḧa bû
eyazim ger le dił derkey, meger efsane řazim min
şikohî şahî ẍezneyne, be ḧîkmet cîlwe’ara bû
le bo erbabî şewket lazme zîbî hewaxwahî
řewacî ḧusnî yûsifNamed-Entity, şořşî ’eşqî zuleyxaNamed-Entity
muceřřed ḧusnî şîrîn, cezbî mułk û dîn û dił bû xo
zehîrî mîhrî xesrew, zemzemey sazî nekîsaNamed-Entity
çi beḧsî wesfî teyyare û tifeng û topî îngilîze
bebê meylî ’ereb, tesxîrî besreNamed-Entity û şarî beẍdaNamed-Entity
le wêranîy qeła meřwane, biřwane zemanî zû
demê paytext ’ecem şah û gehê lutfi’elî şaNamed-Entity
be teḧwîlatî bê qanunî em gerdûne fertûte
zemanê menziłî řomî, demê cêy ’eyşî tersa bû
be gum bûnî nigînî bû, nema ḧukmî suleymanî
qebaḧet key leser sexrey le’înî bê serupa bû
kelamim qende çî bikem naryaPen name bê mişterî mawe
meger bimirim biłêy daxî giranim şa’îrê ça bû