le fîtney nazî ẍemzey çawî fettanî xwa çî bikem

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  633 views
le fîtney nazî ẍemzey çawî fettanî, xwa çî bikem?
le nêşî ’eqrebî zułfî perêşanî, xwa çî bikem?
le sefḧey řûmetim yek cê nema bê zexmî peykanî
le ḧemley fewcî řûsî tîrî mujganî, xwa çî bikem?
be zułfî, subḧî řûy poşî ke qîbley ehlî îmane
le cem’î subiḧ û şam û kufir û îmanî, xwa çî bikem?
wekû baramî goře, turkî çawî bo nîşaney dił
le xoş lêdan û piřpêkanî peykanî, xwa çî bikem?
le şewda mahî řûy derkewt û zû hełhat û nemzanî
le bê mîhrî řuxî wek mahî tabanî, xwa çî bikem?
egerçî şêweyî şîrînî cezbî dił deka herdem
le ḧerfî tałî lêwî şekker efşanî, xwa çî bikem?
hetakû heł neka bo řef’î zułmet şew çiray kułmî
le řemzî xałî şîn û le’lî xendanî, xwa çî bikem?
leser sîney be’ahî min şika çînî serî zułfî
le perjînî şikawî baẍî sêwanî, xwa çî bikem?
le dûkanî xeyałimda nema cinsî ẍezel emřo
le bo ferşî serîrî textî eywanî, xwa çî bikem?
nexoşim bê nebatî lêwî, min muşkîl necatim bê
lebo maçî wekû dermanî luqmanî, xwa çî bikem?
le şořişdaye murẍî dił, be ummêdî nesîmî guł
lebo ’etrî ẍubarî çakî damanî, xwa çî bikem?
demê bo min nebû seyrî kenarî gułşenî wesłî
le bêřeḧmî řeqîb û cewrî derbanî, xwa çî bikem?
wîsałî bo řeqîb û derdî hîcranî be narîPen nameda
le řesmî bêwefayî û ’ehd û peymanî, xwa çî bikem?