le darulḧuznî dûrî îxtyarî ẍem nekem çî bikem

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  627 views
le darulḧuznî dûrî, îxtyarî ẍem nekem çî bikem?
bebê me’şûqî şadî, des le mil matem nekem çî bikem?
ře’îsî taqmî bedbextî sextî kêşî eyyamim,
wekû weḧşî le zumrey ehlî ’îşret řem nekem çî bikem?
ke ahî sîne wek coşî semawer bê le cunbuşda
le cêgey ça le diłma xwênî cergim dem nekem çî bikem?
nebû bo min demê ẍunçey sirûrî gułşenî wesiłit
le xaristanî hîcirit xarî mîḧnet, cem nekem çî bikem?
byabanî fîraqit wadîyekî germ û bê awe
qena’et ger be eşkî ateşî giryem nekem çî bikem?
muşewweş bû be meşrûtey elem ewqatî êranim
be salarî xeyałit fîkirî def’î ẍem nekem çî bikem?
le şu’ley aftabî tel’etit yek mange meḧrûmim
lejêr barî ẍema piştim hîlalîy xem nekem çî bikem?
diłim wek aş û derdim aşewane bo mizey mîḧnet
siruşkî dem demî çawim, be seylî çem nekem çî bikem?
le bo mî’racî wesiłit bê buraqî piřtewî lutifit
le kulbey mîḧnetî ’ezmî ḧizûrit kem nekem çî bikem?
’irûsî fîkirî narîPen name zêwerî teḧsînî meḧmûde
bebê zêwer desa bûkî tebî’et zem nekem çî bikem?