ey muqîmî mektebî fezil û huner

bo şêx babe ’elî ḧefîdzade
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  780 views
ey muqîmî mektebî fezil û huner
řewneqî sinfî celîl û mu’teber
laleyî baẍî se’îdî eḧmedî
newnîhalî gułşenî xîralbişirArabic
ḧafîzî řoj û şewt ruḧ al’emînArabic
yawerî to saḧîbî şeqqulqemer
gułbenî zatî ře’ûfit bê melal
ẍunçeyî cîsmî letîfit bê keder
mektebî fezil û şeref emřo be to
bû be qîbley ehlî ’îrfan û nezer
mektebî fezle bełê lem ’esreda
mezherî cewher lebo new’î beşer
mektebî fezle wekû qesrî beheşt
piř le neqşe û cîlwebexşe û şu’leger
mektebî fezle le me’mûrî ’êraqNamed-Entity
bû be kanî le’il û yaqût û guher
mahî new naka tereqqî bê guman
ta nekêşê mîḧnet û řencî sefer
ta le nîsana nebê ḧepsî sedef
qetre qet nabê be duř, dane, guher
ta nekêşê êş û nêşî tîẍ û das
muşkule, şekker be kesda, ney şeker
yadî to bo min wekû çî: wek beheşt
hîcrî to bo min wekû çî: wek seqer
şî’rekanim dûr le to, nazî nîye
wek hetîwî natewaw û derbeder
şałî girjałî řewacî senduwe
lem zemane kes ẍezel nakate ber
çun ẍezel emřo řewacêkî nema
êste min meşẍûłî cawim muxteser
mişterî ger bê le beẍda, wek beřû
ey firoşim min be xurma serbeser
ger be narinc û turenc û pirteqał
bîkiřn, nef’î nebê, naken zerer
min edîbî kurdim û nawim nîye
kurde her ẍafił le naw û bê xeber
kurde xo meḧkûme bo turk û ’ecem
kurde bê fîkir û xeyał û bê eser
kurde her wek bîdî mecnûn maweto
bê ser û bê sêber û xałî le ber
kurde wek weḧşî le bo çeştey teme’
xoy exate mehleke û dawî xeter
kurde bê şan û şiko mawe û nema
qîmetî ḧetta wekû tûr û gezer
kurde fîkirî ’aqîbet bînî nîye
ẍafił û bê derk û bê sem’ û beser
kurde bêkes, her kesê dêt û be zor
deygirê deyka be ga bê ya be ker
bê wicûdî mustemî’ lem ’esreda
naryaPen name ta key çenakey bê semer?!