çunke bazařî ẍezel ma bê řewac
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
1 minutes
513 views
çunke bazařî ẍezel ma bê řewac
êste min meşẍûłî cawim, na’îlac
tacrî bê mayem û herdem be zor,
pêm deka hey şałî şeş pê îḧtyac
mułkî ten bê mezre’ey dił maweto
terḧ û munha bû le teklîf û xerac
key debê cem’yetî xatir lebom?
ta wicûdim loke bêt û ẍem helac
seyrî saz û meykede lem ’esreda
bû be ferzî ’eynî û sunnet be bac
zułmetî cehle û nema berqî «ḧîsam»
bê beha ma şe’şe’e û şewqî sîrac
bexte esbabî şikoh û sełtenet
key be textey textî darîne û be tac
wa le tirsî ẍem le narîPen name řem deka
dem be dem wek seydî weḧşî îbtîhac