her le ezel bû be îrsim hemî dił û ẍemî dinya

From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 1 minutes  377 views
her le ezel bû be îrsim hemî dił û ẍemî dinya
cênşînî ferhadim û mîratgirî ’eşqî leyla
bê nisîbe diłî zarim le serwetî wesłî yarim
bûne ’edû kes û karim, dujminanne eka tika
ẍemî zeman řefîqme, fîraqî yar ḧerîfme
kes û karim řeqîbme, bab û mame legeł bira
bêganeye be min talî’ û şans, řoyî kemał
dêwaneye fîkir û xeyał, zewqî nema dił ebeda
taracî kird ’eqił û derkim şahî ’eşqit «wa esefa»!
xałî mawe xêmey xeyał sułtanî dił esîr kira
satê nebû ke farîẍ bê mezłûmPen name le des hîcranî yar
satê nebû asude bê le zułmî to ey bê wefa