her emut xozge bimdyaye şeytan

min û şeytan
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 3 minutes  517 views
her emût xozge bimdyaye şeytan
îblîsî le’în dujminî řeḧman
daxî diłî xom pê biřiştaye
ḧeqî ber û dwam lê bisendaye
min bew daxewe gelê mamewe
bew ḧesretewe etlamewe
ta axir şewê wextî nîweşew
be ’ezmî nustin çawim çuwe xew
dîm le xewmda taze cewanê
be bała ’er’er, şîrîn zubanê
gerdin wek şûşey guław mu’etter
nazkî gonay le guł nazkitir
be sed nezaket het belamewe
zamar bûm zamî bo kulanmewe
çawim hełbiřî, dîm çawî mestî
xeylê bêhoş bûm kewtim be mestî
witim: ey cwan to bî cwanî xot
perît, ademît, biłê nawî xot
to boçî wêłî, boçî ’ewdałî
boçî muḧtacî dîwan û małî?
***
dem be xendewe, cwabî damewe
yek dû qedemê hat be lamewe
witî: perî nîm ademîzadim
witî gułçînî baxî muradim
min ew kiçem ke paru pêrar
le ’îşqî minda lat nebû qerar
êstaş be yadî carî caranit
xom be dyarî hêna dîwanit
bo fereḧî dił bo xełwetî xew
le bu seyran û řabwardinî şew
witim bexêrbêy qwetî ejnom
merhemî derdî zamanî be som
gelê memnun bûm ezyetit kêşa
le bo dîdenî teşrîfit hêna
feqet to nabê gileyî bikey
te’ney bêmeylî le diłim bidey
min le parewe qewlim kirduwe
le ḧeram dûr bim tobem kirduwe
êsta to le min be şer’ û qanûn
gelê ḧeramî be bê çenduçûn
witî: lewsawe leyekbûyn cya
heł û teqelam bo emşew eda
êsta to ełêyt, be to nařazîm
tobem kirduwe, ye’nî ke sofîm
ew qewlî xote, to bide be bad
bêre pêşewe herçî bada badPersian!
be gencî eger herçîye bikey
gunahî keme, çunke to cwankey
be ’umrî cwanî hîç qisûr meke
her weqtê pîr bûy ewsa tewbe ke
muxteser çake hełmetim bo bird
wek gurgî birsî jêrewjûm kird
gelê swarî bûm kêşame jêrbar
benaz car carê eyût ey hawar
fasîlem neda ta weqtî seḧer
dame ber kut û ḧemley piř huner
emendem lêda be ḧerbey çermîn
esłî meqsedî gişt bû be birîn
xwên û aw carî lê’ehate xwar
wekû çořawgey gwêsîley behar
seraser laşey ew newcewane
sîs û şêwaw bû wekû hemane
katê betał bû xeyałî seyran
hewaw xoşî û şadî me’şuqan
leb be xendewe, hate kayewe
cewabî minî weha dayewe:
min key yarî tom, key be to dostim
min bo ḧalî to meynetî û kostim
çunke şeytanim, dujminî adem
eyxeme ’usyan îslam zor û kem
emin dujminî ewladî ḧewam
berî le qapî řeḧmetî xudam
tobey çen kesî wekû tom şikan
çende ’abdim xistote ’usyan
cwabim dayewe witim ey şeytan
qesem be xuday zemîn û asman
tobem le caran zor qa’îmtire
nwêj û ta’etim gelê çatre
boye her emût min tom bidyaye
tołey ’alemim lêt bisendaye
şukir awatim ewa hate dî
dujminî xomim be ser şořî dî
yaxwa sed xêřî weha bête řêm
ke dujminî xom her bexom bîgêm
elḧemdulîla le řojî meydan
çend zeřbey karîm be dujmin geyan
dujminim, şeytan, bom hate meydan
her be destî xoy xoy da be tiřan
ey şeytan yaxwa zû bom hełkewî
dîsan ber ḧemley mezłûmPen name bikewî