kanî koy kerem

no hewarî qebir
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 1 minutes  304 views
kanî koy kerem ...
kerîm û ẍefûr, kanî koy kerem!
umêdim tobe xudayî ẍeffar
lenaw qebirda bigey be hawar
weqtê ke emrîn koç ekeyn lepiř
no hewarîn û nomałî qebir
lenaw qebirda ẍerîb û mehcûr
hîç kes nabînîn le nizîk û dûr
xêra be emirit yektay lamekan
ḧazir le serman melekey řeḧman
cwabyan edeyn be îznî xwa
fesîḧ û belîẍ serbest û wirya
me’bûdî ḧeqim yezdanî take
pêẍemberî min şahî lewlake
îmam qur’an, qîblem ke’beye
dînim îslame, îmanim heye
lêman řazî bin amîr û me’mûr
cêman cennet bê her xotî ẍefûr
çunke ẍerîbim bê enîs û kes
kesî bêkesan be feryadim řes
du’am qibułke ḧalqî beşer
leber xatrî salarî meḧşer
dîsan bexatir cem’î enbya
hem boxatrî fîrqey ewlya
qibułke du’am ey beḧrî ’ilum
alhî ena ’ibdik alimzilumArabic