padşay ẍefûr

kifin û difin
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 2 minutes  357 views
padşay ẍefûr ...
řeḧman û řeḧîm, padşay ẍefûr
hîwam be toye, ḧakmî meḧşer
qełemî ’efûm bidey le defter
weqtê ke mirdim, gyanim le des çû
qewm û xwêşanim hemû me’îwis bû
kifin ekiřn beqeder bałam
be diłî ḧezîn be cergî piřzam
mela bang eken be esrînewe
bo ser meytekem be girînewe
lîbas û bergim la’eben yekcar
texteşor dênin be çar û naçar
weqtê ke şoram min be temamet
eyken be berma bergî qyamet
mela exwênê nwêj leser meytim
gişt beřêy eken term û tabutim
ciger biryanim wa bûme qeqnes
firyam bikewe xuday feryad řes
swar ebim leser piştî espîdar
çwar pêy espekem însanî řoḧdar
emben bo qebran xeylê be te’cîl
lewê dam’enên sersam û zelîl
emxene qebir be ełła ełła
ayat exwênin le kelamul’ełła
mela bang eken telqînim eka
mer xway ẍefûr řeḧmim pêbka
tesuyey qebirim eken be hemuwan
becêm ehêłn qewman û xwêşan
mezłûmPen name yiş be dił yek řica eka
hemûtan biłên xwa ’efûy bika