musułmanan çi ẍewẍaye kewa kewtote dinyawe

From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 1 minutes  402 views
musułmanan çi ẍewẍaye, ke wa kewtote dinyawe
le meẍrîb řû be meşrîqe, tilu’î řoj serî dawe
serasîme û perêşan dił řuwew meẍrîb nîgahim kird
ke dîm çeşmî nîgarî min le gułşen şu’leyî dawe
be şu’ley dîde hełhatin, ewî ’aşiq bû hełhatin
ke dujmin ’aşiqane wa supay bo ême hênawe
her dû serî kułmî ełên şu’ley şems û qemere çîye?
emyan ełêy mehî çwarde, ewyan te’ney le řoj dawe
şehdî demî be şîrînî de’wa legeł kewser eka
syamarî serî zułfî ke pêçî ḧusnî xoy dawe
minî mezłûmPen name giriftarim le dest sîḧir wicadwî dulber
’ecayb teb’î nask bû ke em çend şê’rey danawe