mirdin le daẍit dił piř birînim
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
1 minutes
602 views
mirdin le daẍit dił piř birînim
şewu řoj da’îm her le girînim
be şew xeyałit ke dê be serma
biłêsey agir wa le cigerma
eḧwałî qebir dête berçawim
decoşê dił û cerg û henawim
biłêse û giře û giryey derûnim
qirçey diłekey zar û zebûnim
agirî ’îsyan le sertabexwar
detkê le e’zam sûtanî yekcar
nemawe sebir û taqet û tabim
ẍeyrî azar û derd û ’ezabim
bew ḧałe mezłûmPen name şew debate ser
be sed muşeqet cefa û derdî ser