ser guzeştey xom nûsî le defter
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
1 minutes
538 views
ser guzeştey xom nûsî le defter
îdare û xwêndin tewaw serbeser
şeş sał bû ’umirim çûme medirse
le bo te’lîmî ’îlim û hendese
heta du sê sał se’îm kird be gyan
ewsaye madem çuwe gułistan
weqtê ke ’eqiłim tewaw hate dû
bo xwêndewarî agirim têçû
le bo te’lîmî ’îlim û şerî’et
çûme sileymanî piř sezaw meynet
çende mamewe bê mał û bê ḧał
bê êwe naxoş řambiward be swał
cum’e de’wetim nane řeqî kon
ya maşênî řûn be bê tam û řon
min çejnim ekird be şorbay şînaw
emkirde berim yek keway diřaw
legeł em ḧałe bê fils û muflîs
çwarde sałe bûm geyîme tesrîf
çunke lutfî ḧeq yawerim nebû
be tereqî xom baweřim nebû
weswesey dunya bû be hamřazim
bû be řefîqî awatexwazim
ma’îl bûm be dił be dinya darî
kemê hewes û heway diłdarî
mubtela bûnî mezłûmPen name epirsî
hezar û sêsed hem çilî nûsî