dîsan elselam ey kogay gewher
bo berzince
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
1 minutes
512 views
dîsan elselam ey kogay gewher
cêy ewlya û şêx, xetîbî mînber
min bo ḧałî to şêwawe ḧałim
bo diz û cerde: bo bûy be sêber
adem û perî, ’eşayr hemû
bo îta’etit bestibûy kemer
xakit gewher bû, ẍubarit cewher
çende şerîf bûy lay xwa û pêẍember
êstake boçî kiz û damawî
herwa zelîl û xwar û muḧeqer
zeman řûy řeşbê bo dewru çerxî
kirdî pamałî ewladî ḧeyder
min ke esîm û pîs û bedkarim
du’am emeye qewm û berader:
be mezłûmPen name biłên boçî şêwawî
le daẍî ’alem, çerxî dûn perwer