dił perêşane le dûrît be sê derd ey dulberim

From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 1 minutes  531 views
dił perêşane le dûrît be sê derd ey dulberim
yek be fîrqet, dû be hîcran, sê dujminî bêfeřim
bo diłî bîmarî min her le dunya sê bełaye
yek birîndar, dû nexoşî û sê şehîdî xencerim
man’î wesłî min û ton, sê girohî şermezar
yek řeqîb, dû bexîl û, sê dujminî bêşerim
merhemî derdî diłim her le dunya sê dewaye
yek tebîb, dû delîl û, sê wîsałî menzerim
derd diłim ger depirsî let letî sê şit buwe
yek be te’ne, dû be lome, sê be xendey meḧqerim
ahî mezłûmPen name ger epirsî bem sê wesfe çarîye
yek şehade, dû şefa’et, sê dîwanî meḧşerim