tasey hîwam

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  1350 views
ey derûnî naw gêjawî deryay diłtengî
ey kispekey xem xorewey dinyay bêdengî
ey awarey, goşegîrî goşey konî xem
ey tarmayîy bêtrûskey tasawî matem
takey herwa leber dergay małî meyneta
destew’ejno da’enîşî legeł xefeta?
takey temen ebeyte naw werzî wişkewe
takey hîwam exeyte naw, dawî şikewe?
takey le şwên kelawekey pepûy nasorî
cênîşte bî, takey bergî payîz nagořî?
de pêm biłê, ey dem beqfiłî jeng daxraw
ey dił tînû, şiney zerdexene lê toraw!
de pêm biłê boç le astî pirsyarî řûna
girj ekey řû, lejêr hewrî pestî zebûna?
de pêm biłê, boç her ebê řûxsarî jyan
le çwarçêwey teng û tara pêm bidey nîşan?
boç her ebê, destî lerzok bo çeney matî
serincî wêł, bigirme řêy řeş û nehatî?
boç her ebê, le çawî xem firmêsk hełřêjim
em temenem wa be kałî bo to binêjim?
heta şil bû ejnoy meraq řoyştî û geřay
kam qujbinî jyan tarîk bû, tyaya xizay
kam awaze, nakam û pest bû gwêt bo řagirt
kam hewał ke peřey jakaw bû řêget pê girt
kam dił ke qałî endêşe bû penat bo bird
çend payîzî kwêrewerît bînî û beřê kird
çend dirawsêy kon û tazey hawderdit nasî
çend řojgarit be tenafî şewa hełwasî
çend gułałey newbeharî awatit weran
çende bizey diłnyayît le jyan teran
çend ahengit herwa gořêwe bo tenyayî
çend hełwêstî şadmanît da be xořayî
depêm biłê ey derunî xełwetî nakam
çaw bestirawî řêge winbû, waq û wiřî sersam
ey lepaşa kwa berhemî temen? kwa encam?
kwa gencêtî? kwanê geşey şadî bo hîwam
kwanê berî towî sałî çênrawî řoştum?
kwa tirîfey mangî ’umrî êstake win bûm!
kwa řojanî herzekarîy guřî caranim?
kwa xwêngermî û tîn û coşî demarekanim?
kwa paşeřoj be pirşingî awat řûnak bû?
de pêm biłê ew serdeme, bûnî to çî bû?
ẍeyrez bewey be paçî xem girdî jyanim
hełkenî tya gořistanî mirdûy řojanim
deba îtir ey derûnî pîremêrdî xem
řû wergêřî bo beharî lawêtîy tasem
deba îtir ew çend řojey mawe le temen
be şerabî bextyarî, xoyan serxoş ken!
deba îtir bîbřîtewe nałey nasorî
em zistanem be newrozî taze bigořî!