dił çareyî çî bê ke lenaw beḧrî sitem bê
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
432 views
dił çareyî çî bê ke lenaw beḧrî sitem bê
dûçarî cefay ceyşî ẍem û qehir û elem bê
sed xozge ke ’umirim weku ẍem dûr û dirêj bê
ya ’umrî ẍemim her wekû em ’umre be kem bê
diłdarî xoşe dyare feqet şertî tyaye
dił ’aşiqî řûyî senemê nek be senem bê
baweř nekey esła be kesê muddetê ’umrî
her ẍaye û efkarî şew û řojî be zem bê
kwa ehlî wefa ẍeyrî diro û buẍiz û ḧesadet
însanî bed efkar û ḧesûd řebbî bekem bê
îxlasî be dił bê nekû tenha be řwałet
ew new’e kese musteḧeqqî xakî qedem bê
her şa’îrê ẍayey zemî naḧeqqe xeyałî
destî qełemî dabřizê řebbî qełem bê
netbîstuwe meşhûre biray xom ke segî har
çil řoje ełên ’umrî îtir bo çî pelem bê
em penc û dû řojeyşit were bigre sebûrî
bełkî gułî gułzarî be gułzarî îrem bê