biram gwê bigre lem pendem ke lem pendane têbîn key
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
507 views
biram gwê bigre lem pendem ke lem pendane têbîn key
îtir ba muddetêkîş çî ebê beḧsî wefa û dîn key
tekebbur axrî mayey firûmaye be ber dênê
mebe lûtberz û meẍrûr xot muqabîl mah û perwîn key
eger řaste be dił ’ehd û wefay dostit becê bênî
legeł dostî wefapîşe le dił xałî diro û kîn key
eger sidiq û selamet pîşeyî řûyî ḧeqîqet bê
lelay yaran ebê xot da’îmen meḧbûb û şîrîn key
le ḧeq hîç kes mebe dûřû newek her wek gutûyane
řefêqî gurg legeł meř bařebař û girye û şîn key
mebe ẍafił ke dunya penc û dû řoje lepiř nakaw
munada bang eka twêşûy sefer ke, espeket zîn key
be dił îxlasî dostanit le gêjawî beła derçin
be ’eynî me’berî dûkan û cûdit pirdî narîn key
ewa yaran hemû řoyîn îtir wadey min û toye
eme řêy řaste bexwa boç îtir înkarî ayîn key