řicaye em dû sê şî’rem be dił zor baş temaşa ke
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
2 minutes
526 views
řicaye em dû sê şî’rem be dił zor baş temaşa ke
eger meqbûłî tebi’it bê be can û dîde sewda ke
xeyałî axrî řojit nebê hergîz beşer nabê
eřoy emřo beser xaka sibey serpoşeket xake
mebe ẍafił le wextî mirdina bo pêşřewî cwabit
direnge ta wext mawe xêra tełqînit îmla ke
eme dunyayî dûne ’aqîbet bo ême her çûne
le ḧałî mirdina ferqî nîye şa bê eger şake
biram bezrî xirape her peşîmanî be ber dênê
bike çake heta etwanî kake çake her çake
meke baweř be lutfî pênc û dû řojey zeman aman
hezaranî wekû toy kuşt eme exlaqî eflake
heta ser nebwe bo kes ’eyşî dunya besye meẍrûrî
kemê hoş û şi’ûrit bê temaşay taqî kîsra ke
le dunya bêxeber nazanê em dunyaye çend dûne
hezaranî wekû toy bird û hêna hênde bêbake
qisem dostaneye ger î’tîbarî bikirê ya nekirê
eger neygirîte gwê dyare eme xałî le îdrake
gerekte ger biçîte ser firazî axir û dunya
birader takû mawî řû le qapî şahî lewla ke