le yaranî selaḧa bextî bêçarem becê mawe

şîwen bo ḧacî şêx emînî xał
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
 2 minutes  362 views
le yaranî selaḧa bextî bêçarem becê mawe
leqî negbet leser popey dirextî ’umrî pêçawe
beyazî řûm be zerdî axrî ’umirim tebeddul bû
gunahim marî bê aman leser şan û mil aławe
temay baẍî emel bûm axrî řeḧmet bezeḧmet bû
ebê hewłî meqamê dem temennay řeḧmetim mawe
meqamî payeyî qedrî bigate mertebey e’la
şew û řojî be efwacî melayk dewrî gîrawe
nezergahî îlahî xaneqahî ḧezretî pîrim
zyaretgahî ’ame her wekû ke’be le her lawe
be nûrî ḧezretî barî der û jûrî minewwer bû
leser sefḧey dîwarî sûřeyî waltubihArabic nûsrawe
emîn be qebrî piř nûrî beheştî ḧezretî pîrim
emîn ḧezretî barî be serma bałî kêşawe
cebînî piř le nûrî bo zya’ yum alcizaArabic ferze
zû em xêrxiwahîye řojî ezel lew nûrî xulqawe
’ezîzim arezûy ’efwî gunahanit dewê zû ke
heta firset ledes neçuwe heta şemsî fełek mawe
gunahbara meqamî ’efwe hełse řay û tedbîrê
heta ’umirit le dunya penc û dû řojê beqay mawe
zyaretgahî ’efwî ’ame bew şerte edeb şerte
leser sîne berewřû be leser ejno berewdiwawe
bo řêgewbanî ’efut lazme řoḧîşt bispêrî
eger řoḧit lenaw cîsma le ḧałî ẍîreta mawe
diłêkî pak û xawên îltîca berne eber pîrê
le pîranî qedîmî baw û bapîrî eser mawe
bese hełse were naw kaye nobey tobeye ’urfîPen name
nîye bakim meqamî ḧezretî pîrim leber çawe