birader řû le dirgahî xuda ke

From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
 1 minutes  312 views
birader řû le dirgahî xuda ke
xudawendê ke wa tenha û take
nekey towî xirape daneçênî
biram bezrî xirap nahênê çake
xirape hîçî lê nayete berhem
bike çake birader çake çake
netîce û ’aqîbet her çûne boman
lecêy keyf û sema řû le sema ke
zemane zorî wek toy xist û kuştî
nebestî pişt be pişt em konelake
hezaranî wekû toy xiste jêr xak
ledes em pîre ta etwanî řake