heta key gîrewey beḧrî beła bîn
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
482 views
heta key gîrewey beḧrî beła bîn
bedes cewr û cefawe mubtela bîn
behay tałêkî zułifit ey nîgarim
ebed nadem be mułkî çîn û maçîn
ḧeyayan çû îtir çaw hełbihênin
muqabîl řût ke hełbê mah û perwîn
birînî zarî qendit karîger bû
temate taze ême řû le ça bîn
meḧałe řût bibînim carekî tir
meger wextê le ewqatî xewa bîn
ke xêrêkî nedî ’umirim le xoşî
legeł ẍem ba bibestîn ’eqdî kabîn
xwa hełnagrê cana besî bê
duçarî derdî hîcrî bêdewa bîn
min û to ’urfîPen name emcare lemew la
îtir ba řû leřêy qapî xwa bîn