ger wa bê heta ser le felek xêrê nebînim

From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
 1 minutes  443 views
ger wa bê heta ser le felek xêrê nebînim
ewa be xwa îtir ḧeqme eger çawim bigryênim
çîm dîwe? be çî bim? be çî bûm û bo çî hatûm?
dunyaye lelam hîçe, nema taqetî jînim
sûtawe hemû ’ezwê lenaw xaneyî sîne
nakulêtewe wirya be nedey des le birînim
nakem gile hergîz le kem ewza’î egerçî
serpoşî serim bote sema ferşe zemînim
- - - - - - - - - - - - - -Missing
em derde sebeb bû şew û řoj xanenşînim
wełłahî bedem nałey şew ahî seḧergah
zûxaw eřjênim were biřwane serînim
bo min nebuwe řeḧmî ebed çerxî bed exlaq
meẍdûrîyetî tya bê bełê lewlaye emênim
şewgarî xezan dûr û dirêj yar û enîsim
korpey ẍeme ya řebbî nekey mergî bibînim
ta dewrî felek wa bê, be kamî em û ew bê
wełłahî minîş goşenşîn mat û ḧezînim